Jabar AminHevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

Jabar Amîn endamê Partiya Keskan (Miljö Partiet) li Swêdê ye. Parlamenter e. Bi xwe Kurd e û li ser Pirsa Kurd têra xwe kur e û pirsê ji nêz ve raçav dike. Di xebatên polîtîk li ser paqijiya xweza û derûdorê çalak e.

Çend roj berê bangekî Amîn di rojnameya rojane ya Swêdê, “Aftonbladet”ê de belav bû. Amîn, ji Komîteya Nobelê li Norvêcê pêsniyaz dike ku, Xelata Îsal ya Astiyê bidin serokê PKK ê Abdullah Ocalan. Banga wî wisa didome:

“Pêsniyaza Ocalan, ji bo rawestandina serekî ku bi dehan sal in didome û pêkhatina astiyê di herêmê de, taybetî ye. Ocalanê ku niha di zindanê de ye, çekdayîna PKK ê derdixîne berepês. Ji bo vê, ji dewletê, pêkanîna reformên demokratîk û di herêma xwe de rêvebiriyek bi siklê otonomiyê, daxwaz dike. Ev plan dikare astiyê bihêne vê herêma hasas û pirsgirêkekî ku bi dehan sal in didome çareser bike.
Carna, ji bo serkevtina planên astiyê yên mîna Ocalan, pêwîstî bi pistgiriya derve jî heye. Ez wek parlementerekî Swêdê, ji bo teswîkirina xebatên astiyê û bidestxistina encamên erênî ji Komîteya Nobelê li Norvêcê pêsniyaz dikim ku, Xelata 2014 ya Nobelê bidin Abdullah Ocalan.
Xelatkirina rêvebirên hêzên ku bi terorîstiyê hatine sucdarîkirin, bi pirsgirêkên siyasî ku xitimî ne û çareseriyê ve têkildar in, ne nû ye. Mîsalên wisa pir in. Hinek welatan di wextê xwe de bi çavê terorîstan li hêza Afrîka Basûr-ANC û ya filistiniyan-PLO dinêrî. Lê rêvebirê ANC Nelson Mandela di 93 an de û yê PLO Yassir Arafat di 94 an de xelata Nobelê girtin.”

Jabar Amîn weke kandîdat ji bo Parlamentoya Ewropayê ji aliyê partiya xwe hate pêsniyazkirin. Amîn, ji bo kurdên li Ewropayê jî xebatên hêja dike. Her wisa di çarçoveya mafê mirovan de weke çavdêr besdarî dadgehên li Turkiyê û Kurdistanê dibe. Pêsketinên li basûrê welêt ji nêz ve disopîne.
Amîn, berî niha bi demekî kin ji bo raçavkirina hilbijartina Iraqê çubû herêma Kurdistanê. Em bi Amîn re li ser hilbijartina Iraqê, rewsa basûrê welêt û pêsketinên qonaxa astiyê li Turkiyê û Kurdistanê axifîn. Fermo hevpeyvîna bi Jabar Amîn re.

– Hûn berî niha ji bo raçavkirina hilbijartina li Iraqê û pêsketinên li Herêma Kurdistanê, li herêmê bûn. Bi qasî em pêsketinên li Herêma Kurdistanê raçav dikin, nakokiyên nav rêvebiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên Baxdatê têra xwe cidî xuyanî dikin. Baxdatê dixwaze Herêma Kurdistanê kontrol bike. Qala nerehetî û dijîtiya kurda li hemberî kontrol û helwêsta Baxdatê tê kirin. Nûçeyên belav dibin, behsa daxwaziya kurda ji bo serxwebûnê dikin. Têkiliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê-KRG bi Yekîtiya Ewropayê-EU re xurt dibe. Danûstandina di ser Turkiyê re stabîl û berepês diçe. Kurda berê xwe dane Ewropayê. Daxwaza berdewama jiyana bi ereban re qelstir dibe. Kurd zêde besdarî hilbijartinên Iraqê nabin û dixwazin satatûya ‘Herêma Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye’ bidin guhertin.
Pirsa min ji cenabê we ev e: Pirsgirêkên bingehîn di nav KRG û rêvebiriya Iraqê de çi ne? Dîtîna te li ser herêmê û guhertinên pêserojê çiye?
Jabar Amîn: Pirsgirêka sed salên dawiyê bi rêvebirên Baxdatê re ew e ku, ew mafê kurda nas nakin. Rêvebirên Hikumeta Navendî li Iraqê bi gistî li dijî mafê kurda yê demokratîk, çandî û netewî ne.

Îro, qonaxa em tê de û têkosîna kurda, ji bo kurda hinek maf û mecal pêkanî ne. Iraq bi erênî nêzî wan dibe. Lê basûrê Kurdistanê weke perçeyek ji Iraqê dihejmêrin. Di vê dîtin û daxwaziya xwe de bi israr in. Besek ji xaka kurda li basûrê welêt di bin kontrola rêvebiriya Baxdatê de ye û naxwazin têxin bin desthilatdariya KRG ê.
Sasîtiya herî mezin ya rêvebirên hêzên kurda, Barzanî û Talebanî ew e ku, pistî têkçûna Saddamî deverên mîna Sincar û Kerkukê tevlî herêma xwe nekirin. Xeletî, bi nasîna “herêmên bi problem ku li ser wan lihevhatin pêknehatine” hate kirin. Di ser hilwesandina rejîma Saddamî re 11 sal derbas bû, lê êsa deverên kurda didome û besek ji deverên kurda di bin kontrola Iraqê de ye. Newêrekiya rêvebirên kurda yek ji wan sedeman e ku besek ji xaka me îro jî ne di bin kontrola KRG ê de ye.
Rêvebirên kurda di sûna ku Kurdistanê ji nû ve ava bikin û demokrasiyê rûnînin, pêsve bibin, çûne Baxdatê. Ji bo avakirina Iraqa nû xebitîn. Di avakirina Iraqa îro, bihêzkirina artêsê û siyasî rola wan heye û divê ev yek bê gotin.
Pistî hilbijartinê, li Herêma Kurdistanê dê hikumetekî nû ava bibe û Parlementoya Herêmê dest bi xebatê dike. Hêviya min ew ku, Hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê bi sertê, xaka Kurda bikeve bin kontrola KRG ê, serokwezîrê nû yê Iraqê nas bike û bipejîrîne. Ev pirsgirêkek cidî ye û divê bê çareserkirin.
Pirsgirêka duwê, ji nezelaliya bendên rêvebiriya kar û deveran pêk tê. Divê xebat ji navendekî neyê îdarekirin û rêvebiriya deveran bi destê xelk li wir dijîn bibe. Mêzêna hêzê li gorî cî û dengan parvebe û awayê rêvebiriya deveran ji aliyê hiqukî zelal bibe.
– Li Turkiyê, ji bo perwerdeya li dibistanê, dewlet mîna ku alîkariyê dide zimanê turkî nade kurdî. Demek e ku qonaxa astiyê didome. Rêvebirên dewletê û PKK ê hevdîtinan pêk dihênin lê reformên pêwîst nabin. Dewlet ji bo reforman sist e.
Dîtina te li ser endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê çi ye? Hilbijartina kîjan rêyê rast e: Ji bo endambûna Turkiyê di Yekîtiya Ewropayê de nêzîkbûna erênî û ji bo pêkanîna reforman teswîk kirina Turkiyê. An jî, zextdayîna ser Hikumeta Turkiyê ku reforman bike?
Jabar Amîn: Serokê PKK ê Abdullah Ocalan berî niha planek taybetî ji bo astiyê pêsniyaz kiribû. Ji bo ku astî pêk were û dewleta Turkiyê baweriya xelkê bi astîxwaziya bîne divê hinek gavên erênî bavêjin. Bi niyeta erênî dikarin girtiyên siyasî û rojnevanên di zindanan de berdin. Bi sêweyekî eskere bi PKK ê û hêzên siyasî yê Kurda re rûnin û hevdîtinan bidomînin. Bi baweriya min, ji bo ku hinek reform ji aliyê Turkiyê bê kirin divê Yekîtiya Ewropayê, Netewên Yekgirtî û Emerîka nîsan bidin ku ew alîgirê astiyê ne û zextek giran deynin ser Turkiyê.
Ez bi xwe dixwazim Yekîtiya Ewropayê ji bo endametiya Turkiyê, bi sertê bicîanîna krîterên Kopenhamn ê, deriyên xwe vekirî bihêle. Di vê çarçoveyê de, li ser esasê demokrasiya welêt, guhertin pêk bên û mafên demokratîk û yê mirovan bêne garantîkirin. Dewlet li ser esasê hiqûqê sikil bigre û mafê eqaliyetan li ber çavan bê girtin. Pêsketinek wisa erênî sûdên xwe ji turk û kurdan re heye. Turk û kurd dê jê fêdê bigrin.

– Roja hilbijartina Parlamenterên Ewropayê nêzîk dibe. Tu bi xwe parlementerî. Ji partiya xwe weke kandîdatê parlamentoya Ewropayê hatiye nîsandan. Dema hûn bêne hilbijartin dê bêhtir bi kîjan mijaran mijûl bibin?
Jabar Amîn: Dema ez bême hilbijartin bi giranî dê li ser van xalan kur bibim, xebatê bikim:
. Ez dê ji bo mafê Gelê Kurd bê westan xebatê bikim. Pistgiriya xelkên bindest dê bibe karê minî esasî.
. Li welatê pasmayî, li dijî centralîzekirina kar û hêzê rawestim û pistgiriya rêvebiriya ji cî bikim.
. Ji bo parastina mafê penaberan xebatê bikim.
Hersê xal ji awira polîtîk ve giring in û ez ê giraniya xebatê bidim hersê xalan.
Jabar Amîn:
Ji Partiya Keska (Miljö Partiet) li Swêdê, parlamenter e. Zewicî ye. 54 salî ye. Li Silêmaniyê hatiye dinyê. Li ser zaniyariya siyasetê xwendiye. Endamê Komîsyonên Perwerdê û Yaseya Bingehîn di Meclîsa Swêdê de ye.

EuroKurd News/ Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K