Konferansa partiyên kurd ên Sûriyeyê, ku du roj bû li bajarê Dortmund ê Almanyayê birêve diçû bi dawî û encamnameya konferansê hat wesandin.

di encamnameyê de, hat diyarkirin, partiyên Rojavayê Kurdistanê, bi avakirina “Koalîsyona Partiyên Kurd li Sûriye”, dê bi awayekî yekdeng û hemaheng xebat bikin.

Li gorî encamnameyê, koalîsyon, ji du komîteyên Rêveber û Siyasî pêk tê û tê de, 11 partî cî digirin.

Koalîsyona Partiyên Rojavayê Kurdistanê, dê nûnertiya kurdaên Rojavayê Kurdistanê, li cîhan û Ewropayê de bike û dê besdarî xebatên dîplomatîk ên derbarê kurdan bibe.

Partiyên kurd ên Sûriyeyê, her wiha, pistgirî dan biryarên Tevgera Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê, ku meha Gulana 2011ê li bajarê Qamîslo hatibû lidarxistin.

Nûçe: ra, Wergêr: sm, (AKnews), 03/07/2011
http://www.aknews.com/ki/aknews/4/249906/

F
E
E
D

B
A
C
K