Dîsa Tirkiye û dîsa terorîzekirina Kurdayetiyê. Rojnameyek Tirkiyê, di nûçeya 22.02.2021’an de wek terorîst behsa endamê PENa Kurd, helbestvan û nivîskar Medenî Ferho dike. Ya rast çi kesê ku xwedî li Kurdayetiyê derkeve û bi Kurdî xebatan bike ji Dewleta Tirkiyê re hedef e. Ev sed sal in girtin, îşkencekirin, malwêrankirina Kurdan ya li her çar perçeyên Kurdistan û Tirkiyê ne bes e, Kurdên li dîyasporayê jî rehet nahêlin. Geh tên kuştin, geh tên tehdîtkirin, geh vekirî hedef têne nîşandan. Em wek PENa Kurd, di şeqsê Medenî Ferho de van neheqî û hovitiyan bi tundî şermezar dikin û bi her awayî em ê şopdarê rewşê bin.

Di nûçeyê de, tê gotin ku Medenî Ferho bi riya radyoya Dengê Welat, agahiyên endamên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) yê di zindanan de, kadroyên jiderve û gerîlayên li serê çiyan digihîne hev û wî wek terorîst îfade dikin. Medenî Ferho, li hember van çewtitiyan daye diyarkirin ku ev çar sal in teqawît bûye, ne rojnamevaniyê dike û ne jî di radyoyan de dixebite; dema xebitiye jî, di çarçoveya exlaqê rojnamegeriyê de kar kiriye. Lê li gor wan, jixwe anîna ziman ya zordariya Dewleta Tirkiye sûc e û loma bi sedan rojnamevan di zindanan de ne.

Medenî Ferho ji 1992’yan ve li Belçîka dijî, 30 kitêbê wî hatine çapkirin û di rojnameyan de bi sedan pexşan nivîsîne. Gerek em di bîr bînin ku li Bakurê Kurdistanê, dê û bavê Medenî Ferho di 4’ê Adara 2006’an de li gundê Mizîzexê ya bi ser Midyadê ve li mala xwe ji aliyê kontra ve hatibûn kuştin. Di sala 1998’an de jî, lokala Enstîtuya Kurdî li Brukselê ji aliyê nijadperestên Tirk ve hatibû şevitandin ku serokê enstîtuyê birayê wî Derwêş Ferho bû û Medenî Ferho jî yek ji xebatkarên enstîtuyê yê çalak bû.

Medenî Ferho di heman demê de hemwelatiyekî Belçîka ye, ji ber ku gelek mînakên van hewldanan di hundirê Ewrûpa de çêbûne û hin ji Kurdan jî hatine kuştin, em bi hêvî ne ku dewletên Ewrûpî rewş baş fêm kirine û wê nema rê bidin van kirinên hovane.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya

Navenda PENa Kurd

28.02.2021

F
E
E
D

B
A
C
K