Birêz Berpirsyarên PENa Navnetewî,

rewşa Kurdan û axilbe rewşa rojnameger û nivîskaran li Tirkiyeyê hatiye asteke pir xerab, em wek PENa Kurd dixwazin we ji rewşa dawî agahdar bikin û em ji we hêvî dikin ku ji bo ev rewş bê bidawîkirin hûn bi me re bibin alîkar.

Bi kurtasî agahiyên dawî wiha ne:

HEWILDANA TÊKBIRINA AZADIYA RAMANÊ YA LI TIRKIYEYÊ

Li Bakurê Kurdistanê û tevahîya Tirkiyeyê girtin, binçavkirin û bêkarhiştina rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Gelek nivîskar jî mafên wan ên pênûsa azad ji wan tên stendin. Hem rojnameger hem nivîskar bi zextên derûnî û fizîkî di nav çar dîwaran de asê ten hiştin. Gelek carî şopandina nûçeyan a nûçegîhanan hatin astengkirin, dest danîn ser wêne û dîmenên rojnamegeran. Dema di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyê teşebusa ‘derbeyê’ çêbû û pê de rewşa awarte hatibû îlankirin û gelek saziyên ziman, akademî, komeleyên nivîskarên Kurd, cemiyeta rojnamegerên azad, televizyon, radyo û hwd. hatin girtin; di vê demê de girtin ser PENa Kurd ya li Amedê û hat tarûmarkirin. Bi vê yekê jî azadiya ramanê zêdetir ji holê rabû. Sîstema heyî ‘derbe’ ji xwe re veguhert fersendekê û ev pênc salê dawî jî bi dehan malperên muxalîf û demokrat, weşanên wan ên li Tirkiyeyê hatin astengkirin.

Her roj zêdetir mudaxaleyî fikir û ramanên azad dikin. Gelek kesên li ser medyaya civakî nêrînên xwe tînin ziman an tên tehdîdkirin, an binçavkirin an jî tên girtin. Li Tirkiyeyê bi nêrîneke faşîst akademisyen, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger, nivîskar, parêzer, hunermend tên girtin. Herî dawî endamên GRUP YORUM,  hunermend Hêlîn Bole û Îbrahîm Gokçek ji bo bi awayekî azad derkevin stranên xwe bêjin ketin gireva birçîbûnê û jiyana xwe ji dest dan. Niha jî du parêzerên bi navê Ebru Timtik û Aytaç Unsal bi daxwaza darizandina bi edalet greva birçîbûnê wergerandine rojiya mirinê û jiyana wan di xetereyê de ye.

Wekî din di Hezîranê de li endamê Komîteya Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Feratê Dengizî 10 sal, Bahaddîn Robar 8 sal, Mîrza Ronî 7 sal, Adîl Başaran jî 7 sal cezayê hepsê hat birrîn. Di serdegirtinên 26’ê Hezîranê jî gelek kes hatin binçavkirin ku di nava wan de endamê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya Navenda PENa Kurd wergêr û nivîskar Adîl Qazî (Adîl Ercan), xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal (Mehmet Gungormuş), nivîskar Mehmet Devîren, nivîskar Brahîm Xelîl Taş, nivîskar Nesrîn Navdar (Nesrîn Şanli), lêkolîner Suphî Îzol û rojnamevan Ayşe Kara jî hene. Di 17.07.2020’an de Azad Zal û rojnameger Ayşe Guney (14’ê temmûzê hatibû girtin) hatin berdan lê mehkeme wê dom bike.

DI SALA 2019’AN û 2020’an DE BI SEDAN ROJNAMEGER LI TIRKIYEYÊ HATIN DARIZANDIN û BINPÊKIRINA MAFAN BI ZÊDEBÛN DOM DIKIN

Di sala 2019’an de bi sedan rojnameger li Tirkiyeyê hatin darizandin, binçavkirin û girtin. Li gelek rojnamegeran doz hat vekirin û cezayê pereyan hatin birîn. Li gor daneyên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad di 2019’an de li dora 106 rojnamegerî girtî hatin darizandin.

Di sala 2020’an de jî meha ku rojnamger nehatin girtin tunebû. Tirkiye di 2020’an de jî ji bo rojnamegeran bû girtîgeh. Li gor daneyên Komeleya Dîcle û Firatê ya Rojnamegeran ji 3’yê Tîrmeha 2020’an vir ve bi tevahî 97 rojnameger di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin.

Îktidara ku televizyon, ajans, rojnameger, radyo û kovar bi awayekî berfireh kiriye bin hîmayeya xwe niha jî çav bera medyaya civakî daye. Tê xwestin ku medyaya civakî ya ku muxalîf dengê xwe li wir dide bihîstin jî bikin bin kontrola xwe. Îktidar dixwaze karhênerên medyaya civakî asteng bike û bi awayekî giştî medyaya civakî têxe bin kontrola xwe. Ev daxwaza ji aliyê Serokkomar Erdogan tê kirin û medyaya civakî weke ‘qada terorê’ îlan kiriye. Heger îktidar bigihêje vê armanca xwe ew ê birîneke nû li çapemeniya azad zêde bibe. Divê qada medyaya civakî azad bimîne û hemû kes bikaribe fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman.

Li gor daneyên Gulana 2020’an ya Komeleya Azadiya Ramanê; li Tirkiyeyê 415 000 navê domein, 140 000 link, 42 000 tweet, 12 000 û 450 rûpelê You Tube, 7 200 hesabê twitter, 6 500 hesabê facebook hatine astengkirin.

JI BER VÎRUSA KORONAYÊ JIYANA GELEK GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE NE

Di heman demê de ji ber rewşa Vîrusa Koronayê jiyana gelek girtiyan di xetereyê de ye.  Piştî rewşa awarte ya ji bo Vîrusa Koronayê bi derxistina zagona înfazê(derxistina efûyê) ya ji aliyê partiyên di îktîdarê de AKP-MHP’ê, li dora 90 hezar kesên ji ber sûcên edlî yên wekî dizî, destdirêjayî, tecawiz, firotina hişbirê kirin hatin berdan. Kesên tundî dikirin jî hatin berdan. Lê girtiyên siyasî, nivîskar, rojnameger, akademisyen, parêzvanên mafên mirovan ên Kurd, li derveyî vê zagona înfazê man. Niha ji ber rewşa Vîrusa Koronayê jiyana gelek girtiyên siyasî, rojnameger û nivîskarî di xetereyê de ye. Tevî xetereya Vîrusa Koronayê êrîşên li dijî gelê Kurd dewam dikin. Li gel vê yekê li girtîgehan têra xwe tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê nayên girtin. Ev jî rê li ber belavbûna Vîrusa Koronayê vedike.

458 JÊ GIRAN 1334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 458 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene. Tevî raporên ku Tipa Edlî dibêje “Nikare di girtîgehê de bimîne” gelek girtiyên siyasî û hukumxwar di girtîgehan de tên girtin. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hejmara zarokên ku bi dayika xwe re li girtîgehan dimînin gihaştiye 780’yî. Wezareta Dadê her çiqas bêje di çarçoveya Vîrusa Koronayê de tedbîr tên girtin jî, girtî û hukumxwar tînin ziman ku berovajî vê yekê ‘Tu tedbîr nayên girtin’. Li gel xeteraya Vîrusa Koronayê binpêkirina mafan ên li girtîgehan ên mîna pirsgirêka avê, hejmara li ser lingan, lêgerîna tazî, zextên derûnî, biserdegirtina koguşan, heqaret, tehdît û hwd. didomin. Kesên ku li dijî binpêkirina mafan disekinin jî wekî ‘terorîst’ tên pênasekirin.

PIRTÛKÊN KURDÎ TÊN ASTENGKIRIN

Li Tirkiyeyê gelek pirtûkên nivîskaran hatin qedexekirin. Bi hinceta ku “Propagandaya Rêxistinê Dike” li Bakurê Kurdistanê gelek pirtûk ên ji weşanxaneyên cuda hatine çapkirin, hatine qedexekirin. Her wiha derbarê hinek pirtûkan lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê pereyan li weşanxaneyan hatin birîn. Li gor daneyên herî dawî ji Weşanxaneya Aramê 88, ji ya J&J’ê 3, ji ya Ar 1, ji Name 1, ji ya Sîtav 4, ji ya Avesta jî 12, bi tevayî 109 pirtûk hatine qedexekirin. Girtîyên di zindanan de jî pirtûkên ku dixwazin nikarin peyde bikin. Bi taybet jî rêveberiya girtîgehê pirtûkên Kurdî qedexe dike. Di 2’yê çileyê 2019’an de pirtûka Musa Anter a bi navê “Vakayiname” a ji bo Rojnamegerê girtî Nedim Turfent hat şandin, bi hinceta “Ew ê yekîtiya dewletê têxe talûkeyê û kaosê biafirîne” nehat dayin. Nivîskar Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê sîstemê ve hatibû qetilkirin.

ROJNAMEGERÎ LI BER TÊKÇÛNÊ YE

Dema em li mehên ewil ên 2020’an dinêrin em dibînin ku li Tirkiyeyê zextên li dijî çapemeniyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Rojnameger wekî texteyên hedefê tên nîşandan. Ji bo kedkarên çapemeniyê bên astengkirin her rê û rêbaz tên ceribandin. Gelek zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan bênavber dewam dikin. Rojnamegerên ku divê nûçeyan çê bikin ji ber van zextan dibin mijara nûçeyan.

Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne. Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike, li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef. Li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin, li Tirkiyeyê ‘pîşeya rojnamegeriyê’ di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire.

ROJNAMEGER HATIN DERSÎNORKIRIN

Di heman demê de hinek rojnamegerên ji derveyî welêt bi êrîşên derûnî re rû bi rû tên hiştin, geh wan dersînor dikin, geh tên binçavkirin û hinek jê tên girtin. Di 17’ê Çileyê 2019’an de Nûçegîhana Rojnameya bi navê Het Financieele Dagblad’ın (FD) ya aboriyê, Ans Boersma derxistin derveyî sînor. Di 30’ê Nîsana 2019’an de Editorê Rojnameya Morning Star a li Îngilistanê weşanê dike, Steve Sweeney ku ji bo şopandina hilbijartinên herêmî hatibû Tirkiyeyê hate dersînorkirin. Ji aliyê din ve ji hina re derketina derveyî welat tê qedexekirin, dest datînin ser malê wan, ser pasaporta wan û ji hin ji wan re jî cezayê perayan tên birîn.

TIRKIYE JI NAVA 180 WELATÎ DI RÊZA 154’AN DE YE

Endeksa azadiya çapemeniyê ya ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nas Nakin (RSF) ya 2020’an rewşa Tirkiyeyê ya derbarê mijara azadiya çapemeniyê de raxist ber çavan. RSF ya ku bal kişand ser zêdebûna zextê li ser rojnamegeran di heman demê de rêza welatan a di qada azadiya çapemeniyê de jî eşkere kir. Li gor vê yekê Norveç, Fînlandiya, Danîmarka wekî welatên herî kêm pirsgirêkên rojnamegeran tên jiyîn hat nîşandan. Di dawiya lîsteyê de Bakurê Koreyê cih digire. Tirkiye jî ji nava 180 welatî di nava rêza 154’an cihê xwe digire. Ev rêz nîşan dide ku Tirkiye çiqasî ji azadiya çapemeniyê dûr ketiye.

Komîteya Nivîskarên di Zindanan de

Ya Navenda PENa Kurd

18.07.2020

F
E
E
D

B
A
C
K