Di van demên dawî de, mîna her car, gelek Kurdistanî yan di rê de ne yan jî dixwazin ji welatê xwe birevin, da xwe bighînin welatekî Yekîtiya Ewropa (YU). Dijwariyên li ser Kurdên xwenas li Bakur û Rojhilat, wan bi girseyî dixin nava vê biryarê. Yên Başûr û Rojava ji bêhêvîbûn û rewşa welat tê de ye. Bê goman, Êzîdî û Mesîhî jî di nava vê rewşê de ne û meriv nikare bêje çima hûn welatê xwe terk dikin û xerîbiyê dixwazin.

Berî 25 sal, Kurd di heman rewşê de bûn û bi hezaran kes diketin ser rêyên ber bi Ewropa de. Bi pirranî di ser rojavayê Turkiyê re dihatin û dezgehên dewleta Turk, dezgeha siyasî ya dewletê, bi taybetî mafya, polîs, qaçaxçiyên bi dewletê ve girêdayî, ev Kurd dişêlandin, ew talan dikirin. Gelek caran rastî encamên dilêş dihatin. Yên di nava deryayê de dixeniqîn, yên di kelekên naylon de diqufilîn, yên ji tî û birçîbûnê dimirin û yên ji aliyên qaçaxçiyan bi awayekî hovane dihatin kuştin.

Di çileyê 1998 de li ser van felaketên bi serê Kurdan de Enstituya Kurdî ya Brukselê, Enstituya Kurdî ya Parîsê û çend zaziyên din ji rayedarên Ewropa re ev peyam didan. “Ev pirsgirêk heta YE, YA, Rusya û hêzên din yên xwedî biryar ji Kurdistaniyan re statuyeke durust nas nekin ewê dewam bike”. Û mixabin heta niha jî Kurd ji vê statuyê bêpar in. Rast e li Başûr û Rojava rewş guhertiye, piçûk mezin statuyek heye, lê li her du aliyan jî ev statu di metirsiyeke mezin de ne.

Di 7/1/1998 de berpirsiyarên YE li Bruksel diciviyan, roja din jî komîserên polîsan (asayişê) li Roma diciviyan ku çareseriyêkê bibînin û bikevin pêşiya vê koçberiya girseyî. Qaçaxçî, polîs û leşkerê dewleta Turk jî di rojeva wan de bû ku çareyekê bibînin. Lê ji ber çi sedemê ye heta niha jî rayedarên YE û YA naxwazin rastiya dewleta Turk heşkere bêjin ku mafya û dezgehên dewleta Turk di nav hevda kar dikin. Çavên xwe li her awayê qirêja vê dewletê digrin.

Dîsa me di nava xebata li ser vê pirsgirêkê wê demê weha ji dezgehên Ewropa re got. “Pirsgirêkê ji bingeh bigrin destê xwe. Heta hûn vê yekê di rastiya wê de bi nav nekin û guhê xwe bidin dewleta Turk ku dibêje ‘pirsgirêka Kurdî nîne’ tu çareserî peyda nabê. Zor û zilma dewleta Turk li ser Kurdistaniyan pirr mezin e. Çend hezar gundên wan hatine wêrankirin, çend milyon Kurd ji van sedaman di nava Turkiyê de bû ne penaberên navxweyî. Pirraniya wan koçberî nav bajarên Rojavayê Turkiyê bûyine. Ew di nava rewşeke dijwar de dijîn. Ji her pêdiviya mirovî, ji mafên xweyên bingehîn bêpar in. Ji ber nasnameya xwe zor û zilm li wan dibe. Hebûna wan di xeteriyê de ye. Bi hezaran Kurdên di warê siyasî, kultûrî û civakî de çalak, yan di girtîgehan de ye yan di dadgehên dewletên de têne darizandin. Bi dehhezaran kes ji aliyê dewletê hatiye terorîzekirn û kuştin. Li ser civaka Kurdistanî komkujiyeke bê sînor tê meşandin”.

Sal 2023 ye û heman pirsgirêk hê jî berdewam e. Li Bakurê Kurdistan rewşa siyasî ji her demê xirabtir e. Bi hezaran siyasetmedar di girtîgehên dewletê de ne. Partiya ku ji bo mafên Kurdistaniyan bi hemû astengiyên di ber de hene kar dikin, her roj tûşî hêrîşên dewletê tên. Saziyên kultûrî yan hatine girtin yan di bin çavdêriya polîs û leşkerê Turk de ne. Civaka Kurdistanî her roj ji aliyê hêzên asayişê di bin êşkenceyek fereh de dijî.

Rastiyeke din jî ev e ku dezgehên dewletî heta roja îro naxwazin bi awayekî heşkere li ser pirsgirêka Kurdî gaveke durust biavêjin. Berjewendiyên navdewletî pêşiya her peywendî digirin.

Dimînin sazî, komele, şexs û partiyên muxalefetê. Pirraniya wan jî di hin deman de nêrînên xwe diguherin û vê piştgiriyê paşguh dikin. Di demên ku partiyên muxalefetê bi awayekî dikevin nava koalîsyonên hikûmetê jî soz didan, piştgirî û hevkariya dikirin, yan dixwestin bikin dikeve nava çarçeweyeke din. In û minê wan jî dest pê dike.

Ango, pêdiviya Kurdan di her warî de bi rêxistinbûnê de heye. Ev rêxistinbûn jî divê rastiya jiyana siyasî di cîhanê de baş bizanê.

2023 11 28

F
E
E
D

B
A
C
K