PARÎS – Fîlma bi navê «Penaberê Parîsê» (Paris d’exil), ji bo Festîvala Parîsê hat hilbijartin.

Festîval di navbera 2 û 4ê tîrmeha 2009an de ye û «Penaberê Parîsê» dê di 10 û 11yê tîrmehê de bêt nîşandayîn.

Ahmet Zîrek ji bakurê Kurdistanê ye û zêdetirî 25 salan e li Parîsê mişext e.

Fîlma wî a yekemîn wek derhêner îsal xilas bû. Di filmê de, ew kurê xwe dişîne bajarê xwe, Culemêrgê, ku bapîrê xwe bibîne. Zîrek vê serêdana pênç-rojî bi riya telefonê dişopîne û xem û xeyalên dema berê tên bîra wî ka ew çawa ji Kurdistanê derket û hate Fransayê. Kurê wî jî, bi wê rêwîtîyê bavê xwe nas dike.  

Piştî weşandina kitêba bi navê “Bihizire ku…”, Ahmet Zîrek fîlma “Penaberê Parîsê” çêkiriye û tê de rola serekî jî, ew bi xwe dilîze. Zîrek, heta niha di fîlmên derhênerên navdar ên mîna Costa Gavras  û Yilmaz Güney de lîstîye. Wî van salên dawîn bi lîstîkvanên wek  Isabella Adjiani, Monica Belluci û Johnny Depp re lîstîye.

Zîrek, jşanogerîya Pagana Culemêrgê heta kolanên Parîsê, Güney hertim wek îdolê xwe dîtiye û fîlma xwe jî, dîyarî dîya xwe û Güney kiriye 

Di "Penaberê Parîsê" de Zîrek rastî û xewn wek helbestvanekî wisa raçandîne ku mirov nizane ka rastî li kû bi dawî tê û xewn li kû dest pê dike.

29/06/2009

——

"Penaberê Parîsê" dê  li sînemaya MK2 Bibliothèque bêt nîşandayîn:

10/07/2009 saet di 20.00an de

11/07/2009 saet di 22.00an de

Ji bo zêdetir agahiyan li ser festîvalê û fîlmê li vir bitikîne:  http://www.pariscinema.org/fr/film/fiche-film.html?film_id=2507

Peywendî: ZIYAN PRODUCTION

[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K