Enstîtuya Kurdî a Brukselê dê serê sala 2022’an perwerdehiyeke taybet bi cîh bike, da ku alîkariya wan kesan bike ku dixwazin şiyana xwe ya kurdî bi awayekî fermi bidin tesdîqkirin û mamostetiya kurdî bikin.

Li hin welatên Ewropayê, ji bo pesendkirina zanîna kurdî sertîfîkaya fermî tê xwastin. Kurdên ku dixwazin di dezgehên fermî de wergêriyê bikin an jî mamostetiya kurdî bikin, mecbûr dimînin ku li rêyên bidestxistina diploma û sertîfîkayan bigerrin. Enstîtuya Kurdî a Brukselê bi hevkariya Prof. Al. Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN û Prof. Al. Dr. Michiel Leezenberg ve bernameyeke perwerdehî û azmûna taybet bi cîh kir, da ku ji vê pediviyê re bibe çareyeke xurt a berdewam.

Perwerdehî û Azmûna ji bo Sertîfîkaya C1 û Mamostetiya Kurdî, ji bo wan kesan hatiye danîn ku dixwazin sertîfîkaya fermî ya zanîna kurdî bistînin. Ev perwerdehî ji bo wê hatiye amadekirin ku kesên ku li welatên Ewropayê dijîn bikarin pê şiyan û asta xwe ya kurdî bi fermî teqez bikin û sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî bi dest bixin.

Di dawiya perwerdehiyê de, azmûnek dê pêk were û sertîfîka dê li kesên serkevtî were belavkirin. Herçî ev sertîfîka ye, hem ji bo wergeriyê û hem ji bo mamostetiyê bi kêrî mirov tê. Ji xwe, perwerdehiya ku dê berî azmûnê were dayin, ji bo berendamên mamostetiyê û wergêriyê jî dibe rêyeke xurtkirina zanîna xwe û di asta akademîk û zanistî de tê dayin.

Perwerdehiya ji bo Sertîfîkaya Asta Mamostetiyê dê bi perwerdehiya Kurdologên akademîsyen yên fermî ve ku li zanîngehên ewropî dixebitin û di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê de were dayin.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê dezgeheke fermî ye û ji bo diyarkirina asta kurdî berê jî ji bo Birêvebiriya Belçîkî û Hollandî sertîfîka dane beşdaran û sertîfîkayên wê weke dîplomayên fermî têne pejirandin.

Şertên beşdariya Perwerdehiya Asta Mamostetiyê û Wergêriyê ev in:

– Zanîneke zimanê kurdî ya baş

– Bi kêmanî dîplomaya lîseyê

Perwerdehî 15 saetên dersan e ku li ser ziman û wêjeya kurdî û formasyona pedagojîk û zanistî ye.

Di dawiya perwerdehiya amadekariyê de azmûn heye. Azmûn li hember lijneya pisporan e.

Heqê beşdariya perwerdehî û azmûnê bi giştî 500 € ye.

Ders dê di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê de, bi berpirsiyariya Prof. Al. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan ve û li ser zoomê werin dayin. Roja dawîn jî, beşdar dê li hember lijneya mamosteyan mulaqatekê derbas bikin û sertîfîkaya xwe bi dest ve bixin.

Di lijneya Mamosteyan de ev pispor hene:

– Prof. Al. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan (Zanîngeha Inalcoyê)

– Prof. Al. Dr. Michiel Leezenberg (Zanîngeha Amsterdamê)

– Mamoste Şemsa Îlbaş (Mamosteya Enstîtuya Kurdî a Brukselê)

– Mamoste Derwêş M. Ferho (Serokê Enstîtuya Kurdî a Brukselê)

Roja dayina sertîfîkayan dê rûberû û li navenda Enstîtuya Kurdî ya Brukselê be.

Sertîfîkaya ku dê were dayin, di ber şiyana mamostetiyê re, dê herweha destnîşan bike ku xwediyê sertîfîkayê xwedan asta C1 ya kurdî ye, ku ev ast ji bo mamostetiya zimanê dayikê li welatên mîna Almanya û Swêd û Swîsreyê weke pîvan tê xwastin. Herweha, li welatên mîna Belçîka, Hollanda, Swîsre,  Almanya, Swêd, Danîmarka û Fransayê jî ev sertîfîka ji bo diyarkirina asta wergêriyê dibe delîla herî xurt ku mirov bikare nîşan bide.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî ji bo dezgehên Hollendî û Belçîkî sertîfîkaya asta wergeriyê bi biryara lijneyeke zanistî ve dide û Prof Al. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan jî, di ber karên xwe yên zanîngehê re, hem beşdarê van karên Enstîtuya Kurdî a Brukselê ye û hem jî ji bo Wezareta Navxweyî ya Swîsreyê û Wezareta Navxweyî ya Fransayê, di warê hilbijartina wergêrên fermî de şêwirmendiya dezgehên penaberiyê dike.

Daxwaza qeydan heta roja 15.01.2022’an divê bi rêya destan an bi rêya posteyê an jî bi rêya emaîlê ve ji Enstîtuya Kurdî a Brukselê re were şandin.

Piştî pejirandina qeydê, Enstîtu dê peywendiyê bi namzetan re deyne û ji bo dayina heqê perwerdehî û azmûnê agahiyan bide wan.

Perwerdehî dê serê meha sibatê, 5 û 6’ê sibata 2022’an li ser zoomê were kirin. Azmûn û dayina sertîfîkayan jî dê dawiya hefteya piştî dersan 12 û 13’ê sibata 2022’an li Brukselê, li navnîşana Enstîtuya Kurdî a Brukselê were kirin.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê lijneyeke zanistî ya ji 4 endamên mamosteyên kurdî ava kiriye ku hemû namzetan di azmûnê re derbas bike da ku ast û zanîna wan a kurdî bi fermî teqez bike.

Beşdarên ku di azmûnê de bi ser bikevin, dê sertîfîkaya mamostetiyê û asta C1 ya kurdî werbigirin.

Di dosyaya serîlêdanê de divê ev belge hebin:

– Kopiya nasname an pasaportê

– Kopiya dîplomaya herî dawîn ya dibistan an zanîngehê

– CV (kurtejiyan)

– Heger hebe, kopiya gotarên çapkirî an nusxeya pirtûkan li ser ziman an wêjeya kurdî

– Nameyeke ku bi zelalî behsa çîroka xwe ya kurdî bike û bibêje ka çi projeyên te yên siberojê li ser qada kurdî hene.

– Heqê perwerdehiyê û yê azmûnê (ew ê piştî pejirandina qeydê were dayin).

Têkîlî:

Tel: +32(0)2 230 34 02

Fax: +32(0)2 231 00 97

[email protected]

[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K