Îranê di van salên dawî de, ji bo ku peywendiyên xwe bi Tirkiyê re xweş bike, li dijî kurdan her tiştî dike. Dardekirina kurdan, topbarînên hevkar yên li ser herêmên Kurda, operesiyonên bi hev re li dijî şarevanên Kurda û gelek kirinên li paş perdan…

Îranê pêşî Hasan Hikmet Demir, Fesih Yasemini û Ihsan Fetahiyan, kirine qurbanê van peywendiyên qirêj û pişt re hevkariya leşkerî destpêkir. Di vê meha Gulanê de 4 jê andamên PJAK ê 5 kesên din kirine qurbanê vê pêşbirka qerêj. Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamiyan bêyî ku mafê paristinê bidine wan, ew di zîndana ”Evînê” de (zîndana zilmê) dardekirin. Roj tune ku Turkiyê û Îran ji bo kuştina kurdan bi hev re rûnenin.
   
Her roj li Îranê Kurd têne kuştin. Kurd bi navê qaçaxî kirin, bazarganiya narqotîkê, li dijî Şerîatê hatin û hinan jî bi navê dijminên rejima Xwedê dikûje. Her meh bi dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve têne dardekirin.

Li aliyê din dewlata tirk zêdeyî nîv milyon leşker, polîs, mît û cahşên xwe rakiriye nêçîra kuştina keç û kurên Kurda. Li gelek deverên Kurdistanê operesiyon hene û roj nîne ku kuştin çê nebe. Çiya, gelî û niwalên Kurdistanê bi top, tang û balafirên xwe bombebaran dikin. Daristanên Kurdistanê bi hemû zîndiyên ku di nav wan de dijîn, dişewitînin. Van hemû kirinên xwe hê jî kêm dibînin û roja 20 Gulanê zêdêyî 50 balafirên şer, bê rawestan 7 demhêjmeran li ser Herêma Kurdistanê avêtin.
   
Dewlet, vê hovitiya ku li Kurda dibe weke mizgîniyê pêşkêşî bîner û xwendevanên xwe dikin. Weke serkeftineke dîplomasî ya di navberî dewletên xwe de didine nîşandan. Peywendiyên dewletên wan yên leşkerî û Aborî wijdana wan jî kor kiriye. Ji bo berjewendiyên xwe, raya giştî ya van dewletan ji komkujiya Kurda re li çepikan didin. Bi çavên nijadperestiyê li kurdan dinêrin. Mînek bi îmzekirina Peymana di navberî Tirkiye, Birêzîliye û Îranê de çameniya turka peymana Qesraşîrîn tanî bîra Kurda û Kurd tehdît dikirin.
  
 Li Suriyê roj nîne ku Kurda negirin û wan nekine zîndanê. An jî wan nerevênin û nekûjin.
Suriyê, di bin zilma îdeolojiya nîjadperestiya Baasî de kurdan dikûje û zîndan dike. Kurdên ku ev bi hezarên salan li ser vê axê dijîn wan weke biyaniyan (Ecnabî) dibîne û nasnama hemwelatiyê nadê wan. Yên ku berê nasnama dabûna wan jî, di vê meha Gulanê de ji gelek kesan dîsa sitand. Kurdên neviyên Hûrî û Mîtaniyan vêga li ser axa bav û bapîrên xwe biyanî têne hesibandin.
  
 Gelê Kurd ê ku mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van dewletên dagîrkar ve rûbirûyî qirkirinê ma ye. Bê guman, ev pêşbirka qirêj bi hevpeymanên di navbera Tirkiye, Îran, Suriy û Îraqê de dibe.

Di vê pêşbirka dagîrkarên Kurdistanê ya kuştin, talan, êş û koçberî yê de gelê Kurd di bin hovîtiyeke mezin de ye.

Li Kurdistan bi dagîrkariya qilasîk re, dagîrkariya nûjen heye. Hem welatên Kurda talan dikin, hem mêjiyê Kurda pûç dikin û didizin û hem çand û zimanê Kurda qedexe ye.
Bi alîkariya dewletên mezin li Kurdistanê faşîzmeke dijwar a dagîrkaran li ser kar e.

EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K