Xebatên zimanê kurdî yên li Swîsre tên meşandin, li kantona Baselê bi vekirina dibistana kurdî ya malbatî gihişt asteke grîng. Malbatên tên dibistana kurdî zarokên xwe jî bi xwe re tînin. Bi vê armancê wekî sê refan dersên kurdî tên dîtin. Refa yekem ji bo zarokên 4-6 salî ji aliyê mamoste Evîn ve, refa duwem ji bo zarokên 7-12 salî ji aliyê mamoste Seyfedîn ve û refa gihiştiyan jî ji aliyê mamoste H.Denîz ve tê meşandin. Her sê ref di heman demê de, di refên cuda cuda de û li ser pirtûkên cuda cuda dersên kurdî dibînin. Lê di dersa muzîkê de her sê ref tên cem hev û bi hev re fêrî stranên kurdî dibin.

Malbatên tev li dibistana kurdî dibin, ji ber ku bi zarokên xwe re di heman saetê de dersan dibînin û him bi xwe fêr dibin him dibin şahidê fêrbûna zarokên xwe pir bi kêfxweşî tev li van dersan dibin. Jin, mêr û zarok bi hev re fêrî zimanê dayikê dibin û ev yek têkiliyên di navbera malbatê de jî derdixîne asteke demokratîk û bextewar. Jin û mêr bi hev re diyalogan dikin, pirsan ji hev dikin, alîkariyê didin hev, ji hev fêr dibin û fêrî hev dikin. Bi vî awahî wekheviyeke fêrbûnê û alîkarîdayîna hev dijîn û bi vê yekê kêfxweş dibin.

Di dersan de ne tenê ziman, çanda kurd, cudahiyên di navbera devokê herêman de, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û stranên gelêrî tên fêrkirin.

Malbatên tên dibistana kurdî diyar kirin ku ji bo fêrbûna zimanê dayikê, roja xwe ya yekşemê veqetandine, wê rêjê tevî zarokên xwe tên komeleyê û dibistana kurdî,  bi hev re fêrî ziman dibin û bi vê yekê kêfxweş  û serbilind in. heyecaneke nayê ser zimên dijîn û dixwazin heta heyî tevlêbûna xwe hîn xurtir bidomînin.

Li aliyê din Yekîtiya Malbatên Dibistana Kurdî di rojên derbasbûyî de kongreya xwe ya salane lidar xist û rêveberiya xwe nû kir. Rêvebertiya nû hat hilbijartin, doh bi civînekê dabeşkirina kar pêk anî û dest bi karê xwe kir. Bi vê armancê biryarên grîng sitend û di çarçoweya van biryaran de xurtkirina xebatên zimanê kurdî, amadekirina mamosteyan, vekirina dibistanên nû, têkiliyên bi sazî û dibistanên Swîsreyî re, xwegihandina malbatên kurd û hewldana tevlêbûna wan û zarokên wan a xebatên zimanê kurdî da pêşiya xwe.

Li dibistana kurdî ya Baselê niha 18 jê dayik, bav û kesên gihiştî 15 zarok bi tevahî 33 kes perwerdeyê wekî sê refan dibînin. Lê ji ber ku her roj tevlêbûnên nû çêdibin, tê plankirin ku di rojên pêş de hijmara refan were zêdekirin.

Mamoste Hesen di derbarê dibistana kurdî ya malbatî de da xuyanîkirin ku ji ber asîmîlasyona bi dehê salan e, pirahiya malbatan bi zarokên xwe re bi zimanê biyanî diaxivin, tevî ku zarokên xwe tînin dibistanê jî, li ber deriyê dibistanê û li malê bi zarokên xwe re bi tirkî ango zimanekî din diaxivin, ev yek rê li ber sûdgirtina ji perwerdeyê digre. Lê li Baselê bi vekirina dibistana kurdî ya malbatî ev bêsiûdî hat şikandin; malbat jî bi zarokên xwe re fêrî kurdî dibin, têdigihêjin grîngya zimanê dayikê û tişta fêr dibin bi zarokên xwe re parve dikin. zarok ji bo ku dayik û bavê wan jî tev li perwerdeyê dibin, bêhtir bi coş xwe didin dersan, dayik û bav jî ji bo bi zarokên xwe re zimanê dayikê parve dikin bi kêfxweşî tên dibistanê û bi coş fêr dibin. Ev yek pir grîng e. em di dersan de dibînin ku çavên xwendekaran diterisin, wekî nû jidayik bibin, bi fêrbûna zimanê dayikê re, nûbûnê dijîn. Em hêvî dikin ku dibistanên bi vî rengî em zêdetir bikin û li qadên din jî malbat, bi awayekî malbatî xwe tev li perwerdeya zimanê dayikê bikin.

Mamoste Denîz diyar kir ku kesên dixwazin tev li xebatên zimanê kurdî û perwerdeya kurdî bibin bi rêka vê Email û telefonê dikarin serî li saziya zimên bidin.

E-Mail: [email protected]

Telefon: 0041 78 608 79 14

F
E
E
D

B
A
C
K