Di roja 02.04.2022 de Garo Paylan û Hayko Bagdad paş filmê RED bi  re li ser têkoşîna şoreşgêrên Ermenî di destpêka sedsala bihurî de li Turkiyê axaftin. Axaftin di bin rêvebiriya Dr. Bogoz Yalim de bihurt. Peshandana filmê RED di navanda Komela Ermeniyên Demokrat de pêk hat.
Di nav beşdaran de rêzdarên mîna rojnamevan-nivîskar Dogan Özgüden (Info-Türk), serokê Enstituya Asûriyan Nahro Beth-Kinê, nivîskarê pirtûka bi navê Percligia (li ser serhildana sedsala 15 hember Osmaniyan) Bahar Kimyongür, nivîskar Hovsep Hayrenî û gelek kesên din hebûn.
Mijara filmê RED, Paramaz (yek ji damezrênerê Partiya Sosyal Demokrat Hınçak) û 18 şoreşgerên ku di Hezîrana 1915 de li meydana Beyazîd li Stembolê ji aliyê Osmaniyan ve hatin daleqandin bû. Film herweha li ser nakokî û nedurustbûna hêzên çepên Turkiyê di têgihiştin û pêkanîna felsefeya sosyalîzmê de rexneyên di cî de dikir. Bi awayekî heşkere, ev hêzên çep bi cehaletî, înkarcî, bêbextî bi nav dikir. Van hêzên çep di pêvajoya dîrokê de çavên xwe ji rastiyê re girtine û bûne şirîkê siyaseta dewletê. Komkujiyên li ser Ermeniyan, Gelên din, talankirin û hovîtiya li ser kultûr, dîn û etnîkên din hertim hebûne û hêzên çep siyaseta xwe kerr û kor domandiye.
Garo Paylan bi kurtî be jî behsa xebata xwe ya di parlementoya Turkiyê de, dijwariyên li hember wî û hevalên wî di HDP de, li ser xebata HDP di nav hemû dijwariyan de bi zimanekî zelal axaft. Bi awayekî vekirî pesnê xebata partiya xwe HDP ji gihdaran re kir.
Hayko Bağdad jî, mîna her car rastiya civaka Turkiyê axaft. Di nava axaftina xwe de bal kişand ser “kerr û lalbûna” civaka dewletçî ku naxaze rastiya dîrokî were axaftin. “Heta ev rastî neyên axaftin, heta ev înkar di nava 80 mlyon meriv de hebe” ne mimkin e demokrasî pêk were li Turkiyê.”
Bi munasebeta 50 saliya penabertiya/sirgom Dogan Özgüden û Inci Tugsavul (05.03.2022) jî di heman salonê de heman mijar hatibû axaftin. Di wê rojê de jî Dogan Özgüden bi ferehî li ser nedurustbûna hêzên çep li Turkiyê axaftibû. “Ji ber vê sedemê jî ev hêzên çep li hember dîrokê tewanbar in”.
Beşdarbûna Kadir Akin bi film û û pirtûka xwe ya bi navê şoreshgerê Ermenî Paramaz xebateke hêja pêk anî ye. Ew paş darbeya faşîst ya 12ê Îlonê şeş sal di zîndanên Turkiyê de maye, beşdarî avakirina HDP bû ye. Bi nivîsên xwe yên li ser mijarên cuda xwedî kedeke hêja ye.
Derengbe jî fêhrbûna dîrokê, bi saya film, pirtûk û keda kesên weha ji bo avakirina civakeke demokratîk, pirreng û pirrdeng giring e. Lê tiştê herî dilêş ev e ku pirraniya hêzên xwedîgiravî “çep û demokratên” li Turkiyê heta roja îro jî bi çav û mêjiyê dewletê hebûna xwe didomînin. Ev jî qet tu demê nabin alternatîf ji bo çereserkirina pirsgirêkên nav vê dewletê.
Di roja îro de hêvî dîsa berxwedan û tevgera ku di bin serkêşiya Kurdan de tê birêvebirin. Eger muxalefeteke durust li Turkiyê heba, îqtîdara Îslamo-Faşîstên Turkên dewletçî nikarîbûn vê zor û zilmê li ser gelên vî welatî bidomînin.

Kadir Akın, Belçika Asuri Enstitüsü Başkanı Nahro Beth-Kinne, HDP milletvekili Garo Paylan, İnfo-Türk yönetmeni Doğan Özgüden ve Brüksel Kürt Enstitüsü Başkanı Derwish Ferho.

F
E
E
D

B
A
C
K