Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi çendî çar-pênc nifs jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî ber bi pês ve jî çûye. Zimanê Înternet’ê ya kurdî ji bo vê nimûneyek balkês û berçavî ye.
Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em kurd, me tistek winda ne kiriye. Tistê ku me winda kiriye, çend qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend deh salan bûne û hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li ser desthilatdar bûne, rû daye.
Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata Kurdistanê (Îran) û hem jî li basûrê Kurdistanê (Iraq) serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî, her û her hebûye. Her çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya wek li ser kurdên bakurê welêt gran bû.
Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pês ve. Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar, rojname û wesandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên orangûtan ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?
Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew e ku bizava rewsenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye. Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêsî û birêvebirinek bi zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gels û pirsên ku em tê de ne pirr surustî û normal in.
Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewsenbîriya kurdî, bi tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.
Pêsemîn gels û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya kurdî ve dihêne destnîsankirinê ev in:
A – Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B – Pirsa Zaravayên kurdî
C – Pirsa Yekkirina zimanê kurdî
Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa Pêsveçûna Zimanê Kurdî ye.
Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C pêsketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi sêweyek ji xwe ber (otomatîkî) hildipiske ber bi pês ve.
Pêsketina zimanê kurdî jî bi sêweyek surustî çareserkirina pirsgirêkên li pês pêsketina zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî bi riya xebatên rewsenbîrî dibin.
Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewsenbîrî ye. Çi hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya pêsveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!
Heger em bi sêweyek askere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi pirsên dinê li pês zimanê kurdî nîn in, ji bilî vê pirsa rewsenbîriyê.
Gava bizava resenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo çareserkirina gelsên pêsketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj bizava rewsenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.
Encam
A – Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :
Ev pirs jî pirsek rewsenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna alfabeyekê ne gerek e jî. Rewsenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî, latînî) dizanin. Rewsenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewsenbîr) xwe fêrî alfabeya erebî/latînî bike. Heger ew rewsenbîrên bi pirs û gelsên zimanê xwe mijûl dibin, bi her du alfabeyan ni zanibin, ev çawa pîsporî ye, em tê na gehên. Rewsenbîrên her du aliyan jî gerek e kupirs û gelsên zimanî bas binasin. Du caran dudo dike çar – bê lam û cîm.

Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêserojê dest pê bike, ev bêguman bas e.

Li vir me pirsek grîng heye, gelo alfabeyek kurdî ya li rojgariya mêjûyî kurd bi kar dihanîn tune bû? Hin lêkolînên nuh ên zimanî li ser zimanên gel û milletên kevin ên li Kurdistana mêjûyî jiyane dihêne kirinê û encamên van lêkolînan hêdî û hêdî dihêne ber destê me. Yek ji van lêkolînan dibêje, ku ‘ji nivîsên li ser nivistên bizmarî em tê digehin ku li Asya Biçûk li bakurê Mezopotamyayê mise zimanên kevin hebûne ku xwedî alfabeyên taybet bûne!’ (Freidrich 1933, Benedict 1963, Diakonoff 1971).

Em dîsan vegerin roja îroyîn: Me bawerî heye, ku çi car alfabe na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du ziman? Lê gava kes (rewsenbîr) xwe bas fêrî zaravayê xwe û her du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.
 
B – Pirsên Zaravayî:
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewsenbîr), ku bi gelsên zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û kûrahî bas nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewsenbîrek) bas bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew kes (rewsenbîr) ji têgehîstin û ta jî ku ji axiftina zaravayên dinê jî bas serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim, piraniya kurdên basûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe, ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku kurdên basûr hîna bawerî bi min dihênin ku ez kurdê bakur im. Ji ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.

B – Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:
Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanekê (dînamîk) ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û xwe li gor demê dinexsîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî ya bê ser û ber: ji ber pirrbûna zarava û devokên herêmî ve bas dixuye.
Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K