Dibe ku di demên borî de jî hin civînên bi vî rengî pêk hatibin, lê belê dema pêkanîna vê civînê xwedî wateyekê cuda ye.

Beriya ku heman civîn li Amedê pêk were ez hatibûm agahdar kirin. Lê belê min hêvî nedikir ku tevlêbûn wuqasa cur be cur be. Bi rastî min digot ku wê ev civîn jî weke parçeyekê xebatên Kongreya Civaka Demokratîk be. Lê pistî ku min belgeya encamê xwend û li navên kesên ku besdarbûyî nêrî, di dilê min de hêviyên ji bo pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur mezintir bûn. Lewre ez heman civînê weke destpêka pêvajoyekê nû dibînim.

Di derbarê heman civînê de, di çapemeniya tirk de rexneyên hin kesên kurd hatin wesandin. Di derbarê her karî de pir asayî ye ku rexne hebin û herwuha nerazîbûn jî. Di aliyekê de divê hemû rexne werin guhdar kirin, di aliyê din de jî pêwîst e armanca rexnedaran û kiryarên wan jî bên dîtin. Bi taybetî di nava me Kurdan de kesên ku tenê rexneyan dikin, lê belê bi emel zêde feydê nadin gelê me pir in. Lewre divê berpirsyarên ku xebatên neteweyî dikin di aliyekê de dilfireh bin û bizanibin rexneyan guhdar bikin, di aliyê din de jî bikaribin wate bidin rexneyan.

Di dîroka me Kurdan de birîna herî kûr pêknehatina yekîtiyê ye. Eger me yekîtî hebûya bê guman me yê îro tistên pir cuda niqas bikira. Mixabin, jiber cur be cur parçebûna di nava gelê me de em hê neçar in ku li ser mijarên wuha kevnar bisekinin.

Civîna hefteya borî pir girîng bû, divê dumahîka wê jî hebe. Di vî warî de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD an jî DTK). Bi vê gotinê ez naxwazim bêjim ‘divê KCD vî karî bimesîne’. Eger KCD vî karî weke xebatekî xwe bibîne mixabin wê encama wî ji ên civînên dema borî cudatir nebe. Tista ku ez dixwazim bêjim ev e ; pêwîst e KCD,  BDP û saziyên din ên nêzîkî wan bikaribin û bixwazin rê bidin derdorên derveyê wan. Ji bo ku kes nebêje ‘ev xebata KCD û BDPê ye, lewre nabe bingeha yekîtiya Kurdan’ pêwîst e soza rêxistin û rewsenbîrên ku heya naha xwe ji KCD û BDP dûr digirin derkeve pês. Eger wusa nebe, mixabin wê carekê din hêviyên me vala derkevin.

Di xebata pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur de rola hin sexsiyetan pir girîng e. Mînak ; kesên weke Ahmet Türk, Leyla Zana û Osman Baydemir dikarin rolekê girîng bigirin ser milên xwe. Lê belê ev nayê wateya ku li her deverê û di hemû karî de soza wan li pês be. Rolên grîng dikarin bi pir cureyan pêk werin. Lewre min xwendina belgeya encamê ji aliyê xanim Leyla Zana ve nepejirand. Rewsenbîrekî serbixwe dikaribû heman belgeyê bixwenda.

Ji bo ku xebatên bi armanca pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur bi serkeve divê ;
-saziyekî weke Konferansa Neteweyî ya Kurdên Bakur were tenzîm kirin.
-bi navê heman saziyê karê navxweyî were mesandin.
-bi navê heman saziyê li derveyê welat karekî dîplomatîk bê mesandin.
-ji bo van xebatan alîkariya aborî ya hemû rêxistinan bê girtin. (Divê barê aborî jî tenê li hêviya KCD û BDPê nemîne)
-pistî demekê, amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurdên Bakur bê mesandin û Kongre bicive.

12.03.2012

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K