Belkî nakokiyên demjiyana wî, belkî ew nakokiyên ku di ciwantî û pîşeyê wî de, derketin pêşberî wî ne. Lê her bûyer, neynika dema xwe û civaka xwe ye. Van bûyerên ku wek destîniyê derketin pêşberî,  bandor li  jiyana wî kirin. Lê dema ku mirov,  li serpêhatiyên wî dinêre, bandora pirtûk û rojname û pirtûkên ku tenêtiya zarokatiya wî parvedikirin, di her qonaxa jiyanê de, wek neqşeke rengîn, di anîşka mêjiyê wî de, di lerza parçeyên bedena wî de cih girtine. Dem û dewranên di nava hevokên wî de, çîqasî bi bûyerên drametîk pêçayî bin jî,  çirîskên ronahiyê didin. Ev hêza mêjiyê stewihayî û têgihiştî ye.
Tixubên sîstema ku dixwest Dogan Ozguden bikê nava çerxa xwe; di rîsk û geronekên herka jiyanê de, wek diranekî bikarbîne; her dem rastî  pirtûk û rojnameyên zarokaitya wî haitn. Ew  pirtûk û rojname, di her qonaxê de, bi hawara wî gihane. Bêguman, para çîrokên zarokatiya wî, ku di guhên wî de hatine qulqulandin jî heye. Belkî “Çîroka Gûr û Karikên Bizinê”, yan jî çîroka “Qijik û Rovî” dubare dike. Lê çi dibe bila bibe, her rûpela pirtûka Dogan Ozguden, wek rûpelekî jiyana zarokên li Anatolya ye. Her rûpelek, cîhana qersivî ku di nava diranên çerxa sîstemê de tê hêrtin e, bêyî ku sloganan biqîrin, hûrik hûrik, lê bi degelî rastiyê dilorînin.
Her gotin, jiyana xwendekar tîne ber çavên wî, dîmen û fotografê di fûlyona pişta neynikê de derdixe û di rûdêna neynikê de rûdinîne. Wek law û pêtên agirê “maxma” di qatmanên rûdêna erdê de, rûpelên dilê mirov û atlasê mêjiyê mirov dişewitînin.
Her mirov cîhanek e û herka jiyanê, di bedena mirov de, di mêjiyê mirov de rêzeçiyan, deşt û newalan, gel û mesîlan, beroj û nizaran çêdike. Hût û ejderhayên van deşt û newalan, van çiyarêzan, gelî û mesîlan zêde dikin. Di her  zivîrandina çerxa felekê de, êrîşa li dijî mirov heye. Ew hûtên heft serî, ew ejderha û pîrebokên di nava ewrên efsûnî de pêçayî û di bedena mirov de veşartî êrîşî mirov dikin. Mirov dibê  dijminê bedena xwe. Mêjî û beden li dijî hev dikevine nava şerekî dijwar. Lê Dogan Ozguden, dem û wext ne dîtiye ku bi xwe re bikevê nava şer. Ji ber ku dijmin ne hiştiye. Dijmin li dibistanê, li stasyonên trênê, di vagonan de, di nava dûwê reş ku bi ser vagonan dikevê de êrîşî Dogan Ozguden dikin. Li ger û seyranê, piştre di dibistanê de, li kolanan de, li civîn û gotinên nivîsandina nûçeyan de êrîşî wî dikin.
Dogan Ozguden di şerê jiyanê de tenê ye. Jına wî û hevala wî Incî Xanim heya dawiyê pê re ye. Di dorpêçana dijmin de ew û Incî Xanim, bi dilsoziyek kolektîfî û bawermendiyeke hişmendî, singa xwe dikine mertal. Kuştin be hevpar e, girtin be, birçîbûn be hevpar e. Xeleka tirsê her dem heye û her dem ew şopandine.  Siya tirsê li pêş û paşiya Dogan Ozguden dimeşe.
Dema ku ez van gotinan dinivîsim, ne tenê guhdariya hestên xwe dikim. Min pirtûk da çend kesan, xwendin û para wan kesan jî di van gotinên min de heye. Kesên ku pirtûk xwendin, naskirina dijmin û xwenaskirina ji dijmin anîne ziman. Dijmin kî ye? Em in, yan na? Dogan Ozguden, di her firsetê de dibêje, ‘li cîhana ku hişmendî nebe naxwazim lê bijîm.’ Lê, di jiyana têr qîr û teşqele de, mixabin cîhaneke bi hişmendiya ku ew dixwaze jî nabîne. Ne cewaz e bibîne jî, ji ber ku cîhan hatiye parvekirin. Dogan Ozguden, bi diranên xwe, bi neynûkên xwe dixwaze ku vê cîhana parvekirî parçe bike. Lê cîhana wî tê parçe kirin. Parçekirineke ku dibe stuna ciwamêrî û mêrxasiya jiyana bi rûmet. Comerdiya jiyanê, di şerê Dogan Ozguden de digihê encamê û dibe şûrê Aşîl. Ji ber ku Dogan Ozguden û jina çê, dilsoza evînê Incî Xanim bi xweliya xwe, xwe diafirînin. Li hemberî bazirganiya heval û hogiran, li hemberî hest û kesayetiyên şikestî, li hemberî siyasiyên di nava demê de dibine hûtê heft serî û wek efsûnbazên bi ewrên reş pêçayî, têkoşînê dikin. Têkoşîna li hemberî dagirkerên jiyanê, ne xelas dibe û ne jî bi dawî dibe.
Dogan Ozguden, di pirtûka “Rojnamevanê Bê Welat” de dîmenê 6 tîrên CHPê û îdolojiya fermî ya Komara Tirkiyê, qonaxên cihgirtina di nava sîstema kapîtalîst de, wek kronolojiyeke bi hesabê matemetîkî, di hunandina romanî de, datîne ber çavên xwendekar. Her cara ku mirov dikevê gumanan û berê Dogan Ozguden dikevê nava derya sîstemê, mirov dibîne ku lehengê pirtûkê, bi zîrekîtiyeke avjeniya pêlewanî ji fetisandin û ketina nava tara bêjingê xelas bûye. Ev hişemdniya têgihiştî û utopya mirovahiyê ye.
Lewma dibêjim ku pirtûk dereng hate nivîsandin. Min gelek caran ji Kekê Dogan Ozguden re got, “zû binivîse.” Mın ew dem baş şopandiye û baş dizanim ku ew demjiyan, di nava mij û moranê de maye. Wilo xuya dike ku, hûtên heft serî, pîrebokên efsûnbaz û siyaseta aşûfte wê bikevin nava hewldanan ku pirtûkê bifetisînin. Wê bixwazin ku aqûbeta serpêhatiyên Zekeriya Sertel bînin serê pirtûka Dogan Ozguden. Wê bixazin ku pirtûkê dinava bêdengiyê de wek pirtûkek di rêze de bihêlin. Sîstema ku Dogan Ozguden hedef nîşan da, wê şerê wî, li dijî pirtûka wî jî bidomîne. Ji ber ku ew baş dizanin ku pirtûka Dogan Ozguden “Rojnamevanê Bê Welat” dîmenê demjiyanekê ye û neynika sîstema Komara Tirkiyê ye û  ne tenê rûdêna pêş, wê fûlyana pişta neynika Komara Tirkiyê jî vedike û eşkere dike.
Komara ku, sîtema bi tunekirina gelan hebûna xwe sazkar kiriye….  Demjiyana ku Dogan Ozguden, bi serê tayê hevrîşîm girtiye û bi hostayiyek mezin, bi estetîze kirina gotin û hevokan, di nava  hişmendiyeke berpirsiyar de huna ye. Wê dengvedê.
Pirtûka Dogan Ozguden, di eniya şerê li dijî pergala kujerî de, eniya herî watedar vvekiriye. Bi her gotinê şûrekî cûda, tîreke cûda û rimeke cûda avêtiya dijmin.
Vêce, divê werê zanîn ku pirtûka Dogan Ozgude, dengê dilê zarokên Anatolya û Kurdistanê teva ye. Ew destîniya ku bi zorê û di tara bêjingê de hatiye nivîsandin e. Her gotin wek bizivandina bayekî di dilû mêjiyê mirov de dibizive û lêdan dilê mirov diguhere. Bi v pêwanê min pirtûk, weke Tewrata Zarokên Anatolya binavkir û ji bo ku encamek erênî bidestbixe, pêwiste xwedîd erkeitn hebe. Ji bo vê jî,  bar dikevê ser heval û hogirên hişmendiya Dogan Ozguden. Ji bo pirtûka Rojnamevanê Bê Welat nebê çavdêriya demjiyanekê; pêwiste di holka cenga mezin û demdirêj de wek amûrê şerê harî dijwar û wateya yê ‘gotin’ê cihê xw ebigire.

F
E
E
D

B
A
C
K