Kurdistan welatek pirçandî ye. Hejmarek çand û olên cewaz li wir hene. Çandên li wir jiyanek dirêj, ku pista dide sedan sal berê, bi hev re derbas kirine. Çandan bandora xwe li hev kirine, zimanan ji hev peyv girtine. Tevayên rûnistvanan bi hev re ji bo avakirina welêt ked dane, û xwêdan rijandine. Kurd û cuhû jî mîna gelek gelên li herêmê, têkiliyên dostaniyê bi hev re danîne û ew têkilî piralî xurt bûne.

Îro bi qasî 150-200 hezar kurdên cuhû, anjî cuhûwên ji Kurdistanê li Israîlê hene. Hîsên însanî yê biratiyê di nava kurdan ji bo birayên xwe kurdên cuhû, germ e û xurt e. Ji ber ku Kurdistan welatê wan e jî, bêrikirina welêt û cihên bav û kalan li cem cuhûwên kurd jî pir mezin e.

Rojnamevan û rêvebirê EuroKurd Human Rights ê Gabar Çiyan berî niha bi hejmarek ronakbîrên kurdan re rûnistibû û li ser pirsa dostaniyê hevpeyvînên rengîn pêk anî bû. Ew xebat bû e-pirtûk û niha di malpera www.eurokurd.net ê belav dibe. a_new_book_EHR_187585223.jpg

Pistî ku pirtûk di malperê de belav bû, û medya kurdî bi germî nêzî xebatê bû, ji navenda EuroKurd Human Rights ê re hejmarek pêsniyar bi zimanên cewaz hatin. Gelek kes dixwazin ku pirtûk bibe swêdî û ingilîzî.

Li ser pirsê Çiyan wisa axifî:

"Gelek spas ji bo germbûn û nêzîkbûna erênî ya Gelê me û Medîa Kurdî bo pirtûkê.
Dostaniya gelan û hîsên biratiyê toleransê xurt dike, û helwestên însanhezkirinê derdixine berepês. Ji ber ku armanca vê pirtûkê jî gavek wisan e, me biryar da ku pirtûkê bikin swêdî û ingilîzî. Xebata wergerê dest pê kiriye û ji hiha û nêzîk dê bi dawî were".

Zarathustra News – [email protected]

EuroKurd Human Rights

EuroKurd Human Rights dezgehek însanî ye û li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê dixebite. Dezgeh bi çi hêz û îdeolojiyan ve ne girêdayî ye, ji awira aborî ve serbixwe ye. Xebata xwe li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînî pêk dihêne û pirsa mafê mirovan li ser esasê qanûn û peymanên navnetewî disopîne.

EuroKurd rapor û nûçeyên li ser pirsê berhev dike û yên giring werdigerîne kurdî. Pasê ji bo ronîkirina raya gistî bi rêya malpera xwe belav dike.

EuroKurd bi dezgehên navnetewî /netewî yên însanî re têkiliyan datîne.

Zarathustra News ji bo berhevkirina nûçeyên li ser pirsê, di xizmeta EuroKurd Human Rights ê de ye. www.eurokurd.net li ser bingeha armancên EuroKurd ê wesana xwe dike. Naveroka malperê giraniya xwe li ser pirsên mafê mirovan li Kurdistanê û ewlekariyê ye.

Bi silavên dostanî û biratiyê
EuroKurd Human Rights
Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K