Nivîskar Medeni Ferho, 4 salan bê navber, her meh nameyek ji Birêz Abudllah Ocalan re şandiye di pirtûkekê de kom kirin. Pirtûka ku di nava Weşanên  Do de derket, 52 nameyan, kartên sersalê, helbest û du pêvekan pêk  hatiye.  Nivîskar, di nameyên xwe de, cîhana entelektuelî a kurd dike bin lêpirsînê û bi berhem û kesayetiya wan dinirxîne, dixwaze bibe bersiva “huner ji bo gel e, yan huner ji bo huner e”. Medenî Ferho, dibêje, nivîskarên gelekî ku şerê azadiyê bike, şerê hebûn û nebûnê bide, nikarin dibin navê bêterefiyê de bijîn û xwe felc bikin. Di nameyên Medeni Ferho de, mînakên ji şoreşên cîhanê jî hene û dibêje: “Bêterefiya nivîskarên gele ku şerê neteweyî û mafan bide nay qebûl kirin.” Medeni Ferho, di nameyên xwe de, balê dikişîne ser alavê şerê psîkolojîk û hunandina civakî û bi hêz kirina hestên neteweyî ku ew jî “edebiyat” e û dibêje, di cîhana îroyîn de edebiyat weke alavê dijwar yê şer tê bikaranîn û wiha berdewam dike, “bingeha şerê edebî kultur e, alavê wê jî gotin e.” Di beşê notan de, ku weke beşekî taybet di pirtûkê de cih digire, Medenî Ferho, Birêz Ocalan û kesayetiyên din yê dîrokî, bi gotin û kiryarên wan tîne cem hev û balê dikişîne ser giringiya rêbertiya Abdllah Ocalan. Di vî beşî de, nivîskar bi israr e û îddîa dike ku Birêz Serok, ji bilî lîdertiya karîzmetîk, feylesofê demê ye ku li ser pirsgirêkên gelan radiweste û bi armanca ku bibe bersiva van pirsgirêkan şev û roj kar dike û gelek riyên çareseryê jî radestî cîhanê kirine û rol  misyona xwe ya berpirsiyariya li hemberî gelên herêmê û cîhanê tîne cih. Medeni Ferho, nameyên xwe, bi armanca bigihin destê Ocalan bi tirkî nivîsî ne, lê helbestên wî kurdî ne û dibêje: “Ev binbarî û berpirsiyariyeke nivîskariya min ya dernegmayî ye, lê pirtûk di magazîna edebiyata kurdî de yekemîn pirtûk e.” Nivîskar di pêşgotina xwe ya kin de dibêje; “Ji hestan bêhtir, parvekirina hiş û ramanên min, bi serdar û rêberekî gelê kurd re ye.” Û wiha berdewam dike: “Hun dikarin weke şopa bûyerên ku di dilê min de cih digirin jî binirxînin. Em di cîhaneke ku azadî ne dibin ewlekariyê de ye dijîn. Mixabin, li welatên herî modern û pêşketî jî, azadiya kesekî, beşekî, di çarçoveya ku ziyanê bide azadî û mafên kes û beşekî din tê amade kirin. Newekheviya aborî, çekê herî xedar e. Ev jî, mafên siyasî û azadiyan dikuje. Nexasim ku, mijara nasnameya gelekî, heq û huquqê gelekî di masetê de be. Di cîhaneke wiha de, pirsgirêka kurd, bi guldesteyan nayê çareser kirin. Bêguman berdêlên bidestxistina mafên siyasî û mafên azadiyê, ku edalet jî parçeyek ji van mafan e, gelekî mezin û pirhêlî ne, hoy û mercên wê jî giran in.”Medeni Ferho, bi pirtûka “Birêz Serok” imzeya xwe diavêjê pêşengiyeke nû û cîhana entelektuelên kurd vexwendî gengeşiyê dike û daxwaz dike ku bi çekê gotinê tevlî serîhildanên gel bibin. Wiha xuya dike ku pirtûka Medeni Ferho ku di Weşanxaneya  Do de derketiye wê di cîhana entelektueliya kurd de nîqaşeke dijwar bidê dest pê kirin. Ji ber ku Medeni Ferho, di nameyên xwe de, dîrokê, edebiyatê, misyona nivîskariyê, ji siyasetê venaqetîne. Nivîskar di şerê neteweyî de, entelektuelan bê teref qebûl nake û dibêje:  “Dîrokeke ku li hemberî demê û mekan ne bê alî ye, heye li hemberî me”. Medeni Ferho, bîrdoza ku edebiyat alavekî şer e diparêze û dibêje:  ‘Gotin’ jî, kar û karmendiya kesên ku weke vijdanê komên xelkê têne dîtin û berdevkê hêza pêşketî ye”. Medeni Ferho dibêje: Rêxistiniya dibin serokatiyên bihêz û karîzmetîk de, bingeha azadî û mafan teva ye.

F
E
E
D

B
A
C
K