Eskereye ku besek ji van kûstinan bi insiyatifa sexsî pêk hatiye, û sas e ku mirov hêz û dezgehên netewî bide ber êrîsan. Lê hetanî ji malbatên mexdûr lêborîn neyê xwestin, kesên sucdar nayên diyarkirin û li ser buyerê zaniyarî neyê dayîn, hêz anjî dezgehên me nikarin xwe bêsuc nîsan bidin.

Besek ji sucdarên duhî, îro jî dijîn û di nava me de ne:
 
Kesên xwedî sexsiyet xeletiyên xwe fêm kirin, xebata xwe bilind kirin û ava sehadetê vexwarin. Ew gihistin cihek bilind, û em wan bi serbilindî bibîr dihênin.

Hinek jî di nav me de ne. Em bi serê wan sûnd dixwin. Tac û text, pere û hêz bidestxistin, bidest dixînin. Lêborîn nayê bîra wan. Fikra rexnekirin, anjî dadgehkirina wan qet nehatiye rojeva me. Bêdengî berdewam e.

Îro jî helwestên eskere, anjî sergirtî ji bo bêdengkirina kesên polîtîk û ronakbîrên Kurdan bi destê Kurdan, li welêt û li derveyî welêt didome.

Îro jî birakûj, bi xêra nasnameya xwe ya fermî /polîtîk dikarin kembera parastinê bidin dora pista xwe û bi saya wê, armancên xwe pêk bînin.

Îro jî zarokên Kurdan dikarin sêwî bimînin, dayik û jinên kesên kûstî bigirîn.

Îro jî mêjiyê Kurdan bi destê KURDÊN QATIL dikarin bêne rawestandin. Kurd ji hizirkirinên cewaz û rengîn, bêne bê pay/par histin.

Û valahiya ji aliyê hizirkirina pirengîn û rûhî ve çi caran dê nikaribe bê dagirtin. Helwest û bêdengiya me dibe sedem ku, hizirkirin û rêvebirina yekrengî giraniya deyne ser civatê. Kopiyeyên mîna Sadam, Kemal, Esad û Humeynî bêne afirandin û werin ser kar…

Rastî tal e. Lê divê em taliyê tam bikin, bêjin. Hetanî qala taliyê neyê kirin, talî neyê tamkirin, cî û nirxê sêrînbûnê dernakeve holê.

Divê, rêyên însanî, hîsên biratiyê û hezkirina nijada xwe li nik me xurt bibe. Li ser pirsên wisan, dengê me bi hiskî û bi hevre li dijî kes, hêz û dezgehên netewî bilind bibe. Da ku kûstin û birakûjiyên polîtîk cihê xwe bide têkilî, tolerans û hezkirinê.

Cihê xem û êsê ye ku, em bi zanîna vê rastiyê, sehîdê nemir, rêvebirê hemdem, Serokê Hereketa Kawa Ferîd Uzun bibîr dihênin. Ji ber ku sehadeta wî bi serê birakûjiyê ve girêdayî ye.

Ozanê Gelê Kurd û Serokê nemir Ferîd Uzun, ji bo rêvebiriyek BI KURDÎ KIRIN, BI KURDÎ HIZIRKIRIN û HELWESTA KURDEWARIYÊ nimuneyek mezin bû. Gavên wî ji bo pêsxistina hereketa serxwebûnxwaz û bandora dîtinên wî yên rengîn têra xwe nehatiye niqaskirin.
Pistgiriya Sovietê bo rejîmên dagîrkêr û dijitiya Ferîd ya li dijî Sovietê jî, divê ji awira îdeolojîk bêhtir, di çarçoveya berjewendiyên netewî û kurd/î heziyê de bê dîtin û nirxandin. Rêya rizgariyê di teqîn û berê tivingê de didîn, ji aliyê wî ve erênî dihate dîtin. Lê ji Ferîd re çi caran "SER NE ARMANC" bû. Tenê ji bo bidestxistina qonaxa nû, navgînek bû. "Kevoka" wî ya "Spî" îro jî ji aliyê asitî û azadiyê li benda lêkolînê ye.
Pistî sehadeta wî, û hatina cunta 80 î hejmarek mezin ji hevalbendên wî pistgiriya hereketa netewî kirin. Besek ji wan ava sehadetê vexwarin. Fikrên Ferîd Uzunî bi rêya wan hevalbendên wî, di nava hereketa Kurd de belav bû:

"Hezkirina kurdî, polîtîka bi kurdî, hezkirina nijada xwe û pistgiriya tekosîna netewî li her çar aliyê welêt", besek ji xeta Ferîd bû. Bandora Ferîd û hebûna wî îro jî zindî ye û îro jî didome. Sexsiyet û xeta Ferîd Uzun bala gelek kesan diksîne û ew dibe mijara makale û pirtûkan. 

Xwarziyê Ferîd Uzun, nivîskarê nasdar Pasa Uzun berî niha pirtûkek hêja bi navê "Xalê min Ferîd Uzun" pêskêsî pirtûkxaneya kurdî kir. Berhema wî, dokumenterek edebî ye. Min gelek berhemên edebî xwendine, lê tama vê xebatê, bilindbûna zimanê wê, xelekên bi hosteyî bihev hatine girêdan, kêsar û avakirina wê ji gelek aliyan ve hejmarek berhemên edebî li dawiya xwe dihêle.

Pasa, bi vê berhemê çend rûpelên giring ji dîroka gelê Kurd ji windabûnê rizgar dike. Salên berî 80 î dike mijara analîza xwe. Bi gistî li ser buyerên berî 80 î yên bakurê Kurdistanê radiweste.
Siyarbûna Kurdan ji xewa mirinê piralî nîsan dide. Qonaxa rizgarbûna mêjiyê netewî ji zimanê tirkî, hizirkirina tirkî û çepitiya tirkî bi nimuneyan dide xwendevanan. Avakirina komeleyên nû, çêbûna partî û hêzên netewî, destpêka xebatên polîtîk û bilindbûna dengê Kurdên dilsoz dibe besek ji mijara pirtûkê. Provakisyon û planên dewletê li gelek aliyê Kurdistanê nîsan dide û pasê jî li ser rewsa Sîweregê ya polîtîk û buyera qetilkirina Ferîd Uzun kur dibe.

Wisa dibêje Pasa Uzun di destpêka xebata xwe de:

"Miletek weke me reben, belengaz û bêxwedî divê vê prensîba hanê rake ser serê xwe, ji xwe re bike rêber, wicdanê xwe mehkeme bike. Di vê mehkemekirina wîjdanê xwe de, li hemberî mêrkûjî û birakûjiyê derkeve û fiêlên wisa mehkûm bike
Me heta nuha hem weke civat û hem jî weke ronakbîrên welatekî bindest di vî warî de imtihanek bas nedaye, exlaqekî hember mêrkûjî û birakûjî avakirin tu caran di bernameya me cîh negirtiye.
Miletê ku nikaribe li miriyên xwe xwedî derkeve, ew ê çawa li saxan xwedî derkeve?!"

Dîtina hêja Pasa gelek mesajên eskere hemêz dike.

Ferîd Uzun bi çîrokên kurdî yên yadê Zeyno mezin dibe. Dayika wî Yadê Kejê ji aliyê Dersimê ye. Ji dilê Kurdistanê û Kurdeweriyê, ji kaniya Çanda Kurdî av vexwariye. Apê Sefo bavê Ferîd e. Bi nukteyên xwe tê nasîn. Li gorî dema xwe, mirovek pêsveru ye. Ferid Uzun ji mala "Birodirêjan" e. Malbat bi toreya xwe ya welatperweriyê tê nasîn. Ferît di malek wisa de mezin dibe.

Ferîd Uzun pistî xwendina navîn, ji bo perwerdeya bilind bilind diçe Enqerê. Xwendina wî, çalakiyên wî yê muzîkê û têkiliyên wî bi dezgehên Kurdan re têra xwe balkês e. Evîna Ferîd li hemberî Ruhsarê, xwestina Ruhsarê, girtin û zindanîkirina Ferîd û daweta wî di pirtûkên besên bi heyecan in.

Pasa Uzun li ser rewsa polîtîk ya Sîwêregê, derûdora bajêr jî zaniyariyên piralî dide xwendevanan:

Hêzên Kurdan bihêztir dibin. Hêzên çep yên tirkan bi cî dihêlin û li xwe vedigerin. Mezinbûna hêzên Kurdan tirsek mezin dixe dilê dewletê.
Sîwêreg kaniya welathezan e. Gelek xebatên hêja tê kirin. Xebatên rengîn hêviyek mezin dide mirovî. Cihên wisa bala dewletê diksîne. Dewlet li wir, berî 80 î planên xwe dixe dewrê. Berê esîretan dikeve hemberî hev. Dubendî û nakokî di nava hêzên kurdan de mezin dibe. Her roj mirov têne kûstin…

Pasa Uzun di vê xebata xwe ya hêja de, nakokiyên li bajêr di nava esîr û hêzan de yek bi yek nîsan dide. Li ser kêmasiyan radiweste û bersivên mantiqî dide. Car caran bi xwendevanên xwe re jî li bersiva pirsan digere.

Pirtûk ji aliyê coxrafyayê jî bi zanabûnên piralî dagirtiye. Sîweregê tax bi tax dide nasîn, carna dirêjî nava kolanan dibe, li ser dibistan û avahiyên li bajêr jî dîmenên cewaz pêskêsî xwendevanan dike.

Bêsê herî giring di dawiya xebatê de cî digire. Rojên dawî yên Ferîd hetanî roja sehadeta wî, 22 ê çiriya pasîn 1978 an dide. Pirsa sedema kûstina wî di xebata wî de mijarek giring e. Di pirtûkê de besa herî balkês ew e ku, Pasa Uzun bi xwe jî wê demê ketiye nav plan û ber tehdîta kûstinê. Ferîd Uzun rê li ber kûstina wî digire…

Nivîskar, di dawiya xebata xwe de, sûpheyên xwe yên li ser kesên kirine dibêje, di dawiya berhema xwe de bi mesajek pir giring me siyar dike. Wisa dibêje Pasa Uzun:

"Di serê birakûjiyê de, çi hêz serketinê bi dest naxîne. Kûstina ronakbîrên Kurdan, plana kûstin, girtin, tirsandin û bêdengkirina wan ji bilî pasdemayînê, ês û hêstiran pê ve çi fêdeya xwe tune ye" .

Pirtûka Xalê min Ferîd Uzun bi kurdî ye, 130 rûpel e. Di nava wesanên Wate de, di 2006 an de li Stenbolê ji çapê derketiye.
Navnîsana têkiliyê: [email protected] e.

Hereketa Kurd, ji duhî xurtir e. Bi sasî û rastiyên xwe bûye xwedî tecrûbeyên mezin. Li basûrê welêt hebûna parçeyek azad hêviyên mezin dide mirovî.
Bi munasebeta salvegera sehadeta Ferîd Uzun, daxwaziyên me ji tevayên hêzên Kurdan ew e ku, ji beyan, helwêst û kirinên birakûjî dûr bikevin. Divê kûstina Kurdan bi destê Kurdan bi dawî were. Kîn û nefreta li dijî ronakbîrên Kurdan cihê xwe bide fêmkirin, azadiya hizirkirin û toleransê.

Divê Gelê Kurd di gel ronakbîrên xwe, li dijî qatilên Kurdan dengê bilind bikin û li hemberî biryarên birakûjiyê bê deng û helwêst nemînin. Bextê qatilan tune ye, duhî dora Ferît bû, sibê dikare dor were te…

"Bînin ha bînin,
Serê Hesen al Bekir bînin!
Segbav Hisêyn, Segbav Hisêyn
Bîr nekin ha, bîr nekin!
Warên wan, warên wan
Bi ser wan de hilwesînin
Erd û ezman, erd û ezman
Bi ser wan de biresînin
Heyfa Leyla, Çira Kurdistanê
Bistînin ha bistînin!"

Zarathustra News – zoroaster[email protected]

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K