Mirov dikare ji gelak awiran ve li ser rola nivîsên mîzahî anku nûkteyî kûr bibe: Nivîsên nûkteyî nerm in û hinekî jî bi henek û pêkenînan ve girêdayî ne. Ji rexneyên hişk dûr in, kes û pirsên di hedefê de zêde nahêşînin. Bi nermî, rêyên îndîrekt, bi henekî û gelek caran ji êşa dilê xwe nêzî pisrgirêkan dibin. Nivîsên hişk jî hene, lê dîsa jî ji pîvana rexneyên hişk dûr in.

Ken ji aliyê sihetê pir bi sûd e. Di van salên dawiyê de li ser sihet û kenê mirovan gelek nivîs belav bûn in. Hejmarek mezin ji wan nivîsan bi erênî nêzî mîzah, ken, demên kêfxweşiyê dibin.   

Hejmara nivîskarên Kurd (tîpên latînî) ku xwedî qûncik in û giraniyê didin nivîsên wisan ne zêde ne. Dil dixwaze ku ceribandinên wisan zêde bibin û di çarçoveya çanda kurdî giraniyê bidin xebatên xwe.

Dema qala mîzahê tê kirin bê guman e ku şehîdê nemir Mûsa Anter tê bîra mirov. Pîrê me yê mezin Mûsa Anter di şêweyê nivîsên wisa de têra xwe serkevtî bû. Hedefa wî diyar bû, hem dida kenandin û hem jî hizirkirin. Bi rêya mîzaha xwe digihişt armanca xwe.

Evdile Koçer jî yek ji wan kesan e ku, giraniyê dide mîzahê. Nivîsên wî belav dibin û xwendevan wan bi zewqek mezin dixwînin. Çend pirtûkên wî yên mîzahî jî belav bûne. Nivîskar Koçer, piştî ”Govendistan”a xwe, berî nuha bi demek e kin ”Koçernameya” xwe jî pêşkêşî xwendevanan kir.

Ez dixwazim hinekî li ser Govendistana wî kûr bibim.

Govendistan ji 140 rûpelan pêk tê û tê de zêdeyî 30 nivîsên cewaz li ser pirsgirêkên me kurdan heye. Zimanê wê têra xwe kêşer e û ez wisa bawerim ku, kesên dest bi xwedina wê bikin dê nikaribin pirtûkê ji destê xwe deynin. Hetanî dawiyê dê biwxînin.

Di pirtûkê de, hinek peyv û anku gotinên nêzî pêşiyan, bi wersiyonek nû hatine hunandin û din bin sernivîsa ”Gotinên şêx û heciyan” têne pêşkêşkirin. Ji paca Koçer mirov nêzî gazinên wî yên civakî dibe û gelek tiştan pê re pay dike:

”- Dinya gulek e, bêhn bike stiriyê wê di hevalê xwe rake.

– Di navbêra teorî û pratîkê de, rihê Marks, gopalê Stalîn û hezar û yek çîrokên maceraperestan heye.

– Xwedê deriyekî digire, dema aciz dibe êdî wê jî venake.

– Ku turkmanc ji malê be, Kurdî di kulekê re derdixîne.”

Nivîsa herî ku bala min kişand ”Krîterên welatparêziyê” bû. Krîterên nivîskarî dişibin yên Kopenhagê. Raste rast in. Bi gazin, bang, daxwazî, peyam û henekan barkirî ne:

Her welatparêz,

Di şûna Marlboro û Camelê de, delal a başûr û titina Mûş û Bilîsê dikşîne.

Di metro, tren û otobûsan de bilêtên sexte bikar tîne û dide hevalên xwe.

Li telefona xwe ye destan ”Ey reqîp û herne pêş” bar dike. Telefona xwe di civînan de vekirî dihêle.

Ji xebatkarên saziyan re xwarin û vexwarinên xweş amade dike (ji bo Xwedê, êdî bes hêk û meqernayê çêkin!).

Ceyrana qeçax girê dide û rê û rêbazên wê nîşanî cîrana dide.

Name, mesaj, rapor û talîmatên xwe bi Kurdî dinivîsîne…

Nivîskar di gelek deveran de hinek peyvên nû diafirîne û peyvên jibirkirî dihêne rojevê. Ferhengoka wî ji bo karanîna peyvên nû, nejibîrkirin û karanîna peyvên kevn hilmek nû ye:

Turkmanc, entelmatîk, barkêşî, postxayîntî, korezanî, wênesazî, kerifandin, behle, tewtewe, tiralî, mûrîdîtî, rexnekûjî, aşbetalî, çavnebarî, karîzmafiroşî, tirtiretî, paşgotinî, qûretî û hwd…

Û garantiya nivîskar ji bo parastina zimanê Kurdî têra xwe balkêş e, divê bê xwendin. Di ”Çalakiyên ji bo zimanê Kurdî” de, hewildanên tunekirina Kurdî ya ”Komara Televole”yê derdixîne bêşperî mirovî. Nivîskar ji Kurdan tenê vê yekê dixwaze:

Komara Televole, ev 80 sal in ji bo asîmîlekirina çand û zimanê Kurdî çalakiyan dike, lê hîna jî bi ser neketiye. Lê belê ku ”Komara Welatparêzên me”, li her derî rojê 80 deqîqe bi Kurdî biaxifin wê bi ser bikevin.

Kî çi bêje nebêje, çalakiya herî mezin ev e! Heke di nav vî 80 deqîqeyî de, 8 rûpel jî bi Kurdî bixwînin û 8 gotinan jî bi Kurdî binîvisînin a hingê wê erdhejek 8 derece jî li Enqerêyê bikeve.

Ya rastî di vê çalakiyê de lêdan, girtin û kûştin jî tune, lê mirov 8 copan jî bixwe zerar nake. Bi Xwedê, her axaftina gotinek Kurdî hêja ye xwarina 8 copan! Ji xwe yên ku 8 copan nede ber çavên xwe wê nikaribe xezîneya Kurdî jî kifş bike.

Ji bo vê çalakiyê, plan proje, pere mere, civîn mivîn, izin mizin ne hewce ye. Tenê mirov jibo 80 deqîqeyê ji zimanê devê xwe izin bixwaze û bi Kurdî biaxife, bes e.

Pirtûk li ser gelek buyerên Kurdistanê zaniyariyê dide mirovî. Awira nivîskar buyerê balkêştir dike û nêrîna mirov bi xwe re kûr dike.

Belê mirov dikare vê xebata hêja ji gelek awiran analîz bike û aliyên wê yên erênî pêşkêşî xwendevanan bike. Lê kin û kurt: Berhema Govendistan bi zimanek kêşer hatiye nivîsîn. Gelek mijarên balkêş têde hene û tev bi zimanek nûkteyî hatine nivîsîn. Ji serî heta dawiyê, mina nivîskar em jî garantiyê didin ku, hûn ê bi kêfxweşî bixwînin, têra xwe bikenin û li ser gelek pirsên giring kûr bibin.

Govendistan di nava weşanên Perî de li Stenbolê di 2002 de çap bûbû. Kesên bixwazin dikarin bi telefona weşanxanê : 0212 251 49 01 ê têkiliyê deynin.

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K