Nûnertiya Kurdên Suriyê li Swêdê dike, têkliyên xwe bi Kurdên rojavayê welêt re, li welatên cewaz re datîne, û raya gistî li ser rewsa Kurdên rojava agehdar dike.
Encûmena Kurdên Suriyê, ji bo mafê mirova yê Kurda hejmarek xebatên guhanbiha pêk aniye û li Swêdê bi çalakiyên xwe yên erênî tê nasîn.

Encûmena Kurdên Suriyê duhî, ji bo ku qedexeya dadgeha Amedê ya derketina derveyî welêt ji ser saredarê SUR ê Abdullah Demirbas rabe, û mecalê Demirbas ji bo tedawiya nexwesiya wî li derveyî welêt pêk were, name ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin re sand.

Encûmena Kurdên Suriyê, di nameya xwe balê diksînin ser siheta Demirbas û ji rêvebirên Turkiyê tê xwestin ku, qedexeya li ser rakin û rê ji bo çûna Demirbas ya derveyî welêt vekin.

CHAK ê bi nameyekî spasiyên xwe gihand rêvebirên Encûma Kurdên Suriyê, ji bo helwêsta wan ya giranbuha.

Weke tê zanîn, ji organîzasyonên Kurdên rojava, Rêxistina Ewropa ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê jî berî bi demekî kin pistgirî dabû Demirbas û ji bo rakirina qedexeya li ser gavên pêwîst avêtibû.

CHAK-Dokumentation Center – www.kurdocidewatch.net

F
E
E
D

B
A
C
K