***

Têkoşîna gelê Kurd, Komara Enqera dihejîne. Bi vê mebestê dewlet, ji her demê zêdetir dek û dolaban dike pratîkê. Geh xwînê dirijîne, geh lîstikan dike, geh demagojî, geh otorîteya  faşîzan li kolanan, li serê çiyan dike pratîkê. Dîse jî nikare rê li ber hêza gelê Kurd û guhertinan bigire. Ji ber ku guhertin bingeha diyalektîka dîrokê ye. Gelê Kurd 30 sal in şer dike û îro xwedî hêza çekdar ya parastinê ye. Êdî, gelê Kurd di nava Komara Enqera de xwedî hêz e û giraniya xwe di siyasetê de, di tevgera civakî de dide xuya kirin.
Îro, li Tirkiyê rewşeke nû, qonaxeke nû heye. Ev jî, pêvajoya çareseriya demokratîk e. Kurd jî bendeyî gavavêtinên desthilatdariya AKP’ê ne. Lê AKP despotiya xwe terk nake. Kurd, ji aliyekî ve li dijî despotiya AKP’ê  têkoşînê dikin û  dixwazin AKP’ê mecburî gavavêtinan bikin; ji aliyê din ve, bi armanca paşerojên azad  rêxistinîbûna xwe jî sazkar dikin.
Şovenîzma Tirkîtiyê reng guhertiye. Di vê guhertinê de, zadeganên xwedî paydariya qîr û teşqeleyên ku weke RANTa şer derketiye holê, zêde bûne. Dewşirmeyên Kurd jî di vê hevkariya qirêj de cihekî giring digirin. 
Tayip Erdogan, di destpêkê de, li hemberî gelên Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê got; “Em giyotînê dişewitînin” û dest bi siyasetê kir. Lê di nava deh salan de,  Erdogan, vijdanê mirovan û raya giştî, huquqê gerdûnî, peymanên navneteweyî û pîroziyên gelan teva bi giyotînê kuştin. Di encamê de, îdeolojiya senteza 80 salî, di qalibê yek-yek’an de, kire kîsikê  şovenîzma “Tirkîtiya kesk” û faşîzma li kolanan afirand. 
Îro, dewleteke ku bi refleksa zordestiyek metirsînî haraket dike heye. Kompleksa zordestiya metirsînî jî, di bûyera gundê Licê Hêzanê de derkete holê. Eger hêzên dewletê, dibin pêşengiya mirovê ku got; “me giyotin şewitandin” de, li dijî mafên demokratîk çekan bikarbînin, xwînê birijînin,  ev tê wateya ku, di pêvajoya çareseriyê de ne dilsoz in, derewan dikin û dîwarê faşîzmê zexim dikin. 
Hinek rewşenbîr û demokratên Tirkiyê, bang li desthilatdariya Bexçika Pînekirî AKP’ê dikin ku kefaretê bide. Nabe û nikare! Çima, ji ber ku AKP refleksa klasîk a dewleta Îttîhadî ye û kiryarên wê jî, ji ya generalên kujer ne cudatir e.
Doh bû, car din Erdogan, di koma partiya xwe de, “2 Tîrmeh 2013”, komkujiya li Licê, bi “demagojiya ewlekariyê” ve girê da. Ev têkbirina “tekamûla” rastiyê ye û gunehkariya ku kefareta wê çênabê ye.   Ev hevkariya kujeriya eskerên ku Medenî Yildirim kuştin,  derdorê 20 kesan jî birîndar kirin e. Ev trajediya kabûsî ye û bizivandina bayê reş e. Sed mixabin, her gotina Erdogan, her gotina berdevkên wî,  bi maskeyan veşartî ne. Di nava bêşermiyek mezin de jî dibêjin, “pêvajo berdewam dike”, û wek ku ew pêvajoyê pêşdixin haraket dikin. Her kes baş dizane ku, pêvajo yek alî dimeşê, AKP’ê hîna gav ne avêtiye. 
Peyama dîrokî ya Ocalan,  bi Kurdan da fam kirin ku pêvajo dîrokî ye û dîrok jî navê guhertinê ye. Êdî têkoşîna gel,  pêkanîn û lidarxistina hewldanên weke  konferansan,  (ya 3. li Brukselê hate lidarxistin),  têkoşîna gel ya demokratîk, kampanya BDPê ya “desthilatdarî gav biavêje”, li gorî  diyalektîka dîrokî dimeşê. Herka çemê dîrokê berdewam dike.
Şerê li Kurdistanê, şerê azadî, demokrasî û aştiyê ye. Ev şer di heman demê de, şerê  gelê Tirk û gelên li Tirkiyê teva ye. AKP jî, hewl bide ku aramiya pêvajoyê ji bo hilbijartinan bikar bîne. Dixwaze aramya pêvajoyê ji bo zexim kirina dagirkeriyê bikar bîne. 
Gelê Kurd, Haraketa Kurd vekirî dibêjin, “pêwiste qonaxa duyemîn payizê temam bibe.” Yanî çi, yanî pêwiste AKP bêyî ku dereng bimîne, gavên ciddî biavêje. Eger pêvajo bixitime, wê Tirkiyê, Kurdistan jî di nav de bikevê nava erdhejeke volkanî. Divê Erdogan û zadeganên wî fam bikin ku ew, nema dikarin bi cizmeyên Napolyon, bi serbendê kûlavî û şûrê Sultan Selîm  Kurdistanê biperçiqînin.
Silogana gelê Licê ku li dijî çêkirina qereqola nû, meşa demokratîk lidarxistin wiha bû: “Şerê siyasî, şerê welatparêzî, şerê xwedî derketina li dîrokê û cografya ye”. Ev diyalektîka dîrokê ye û zimanê aştî, azadî û demokrasî ye.
Ev herka dîrokî ye û Kurd vî şerî ne tenê li Bakur, li Rojava jî di “xeteke taybet” de dimeşînin û li Serêkaniyê, li Kobanê, li Efrînê û hwd. Tirkiyê  têkbirin. Ev xeta taybet jî, li Rojava weke şoreşekê derketiye holê. Ev pengava Şoreşgerî,  xwe guhertin e û di vê guhertinê de, gelên herêmê û hêzên global jî bi xwe re diguhere. Di serî de gelên li Sûriyeyê, piştre Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Rusya û Çîn jî xeta sêyemîn ya Kurdên Rojava dîtin û hêdî hêdî qebûl dikin. Li Tirkiyê jî, Erdogan, zadeganên wî û îdeolojiya fermî ya Îttîhadî jî mecbur e bi karakterê dewleta yek-yekan re werê guhertin. 
Êdî alternatîfa demokratîk a hêza Kurdan e.  Vê hêzê, dibin pêşengiya Birêz Ocalan de giyanek-canek daye pêvajoyê. Baş tê zanîn ku,  lihevkirinek du-alî jî heye. Bi vê mebestê eniya Kurd, hemberên xwe vexwendî ciddiyetê dike. Me di destpêkê de got, Komara Enqerê ber bi jêr ve diçe, eger li gorî giyan-canê pêvajoyê gavan neavêje, Kurd jî nikarin vê komarê xelas bikin. 

F
E
E
D

B
A
C
K