Komiteya Amadekar di nav mehekî de gelek ciddî bi kar û xebata xwe rabû. Plan û proje, pêsnûmeyên bîryaran, binavkirina komisyon û komiteyan kûr û hûr tên amadekirin.

Eskereye ku di vî karê pîroz de barê giran li ser hêzên mezin û sereke ne. Ev jî PDK, PKK û YNK in. Ger ev her sê hêzên sereke li ser vê bîryara dîrokî lihev nekirîbûna, civandina kongreyek netewî jî nedibû. Ger Kak Mesud, Mam Celal û Birêz Öcalan vê bîryara netewî nepêjirandîbûna, dîsa bîryarek ûsa nedihat girtin. Mezinbûn û hêzbûn bi xwe re mesûliyet û barek giran jî tine. Pêwîst e em her sê hêzên sereke û tevahiya partiyên Kurdistanê bo vê kar û xebata netewî pîroz bikin û spasdariya xwe bînin ziman.

Çawa ku bê heremên ne li ser Basûrê Kurdistan; bê Kerkuk, Sengal û Xaneqîn Kurdistan birîndar û ne yek e; çawa ku bê herema Cizirê; bê Qamislo, Haseke, Dêrik û Dirbesiyê Rojavayê Kurdistan ne yek û temam e; çawa ku bê Amed, Bakûrê Kurdistanê sêwî dimîne, her ûsa jî bi berbiçavnegirtina Diasporaya Kurd, ango Kurdên Ewropayê, ku nifûs û hêjmara wan ji 1,5 milyonî zêdetir e û qasî heremên dagirkirî ya Basûr, ya Cizîr a Rojavayê û ya Amedê ye, giranî û rola Kongra Netewî sivik nabe, lê tozek, hebek, biçek rexne jî bi xwe re tîne.

Lê rê hên vekirî ne. Kongreya Netewî dikare bîryarek bigire ku li Ewropa jî Kurd hêzên xwe bikin yek û di bin sîwanekî de bên ba hev û kar û xebatek hevbes û hemaheng bimesînin. Çawa ku bi damezrandina Kongreya Netewî her partî û hêz xebata xwe ya taybet dimesîne û xwe ji holê raneke, li Ewropayê jî bi avakirina Konseya Kurdên Ewropayê, her hêz, komel û federasyon di kar û xebatên xwe yên taybet de azad û bi bîryar in.

Konseya Kurdên Ewropa dikare bo berjewendiya Kurdan, bo lobiyek xurt, peydakirina dost û hevalan, agahdarî û têgihîstina raya gistî ya Ewropayê û bo alîkarî û pistgiriya hemû besên Kurdistanê kar û xebat bimesîne. Bo berjewendiya Diasporaya Kurd di nav danûstandinan de be û Kurdên Ewropayê temsîl û nûwênertiya wê bike.

Kurdên Ewropayê ne tenê ji çar parçeyên Kurdistanê hatine. Her wiha di nav bîst salên dawî de ji Qafkasyê, ji Rusya û Asyaya Navîn jî hatine û hêjmara dewletên ku Kurd jê hatine ji dehî (10) zêdetir e.

Hemû jî Kurd in, hemû jî xwe Kurdistanî dihêjmêrin, hêsab dikin. Besek wan Kurmanc e, hinekên wan Soran û Zaza ne. Hinek Misilman, hinek jî Elewî û Êzidî ne. Kurdên Ewropayê ne tenê karkar û penaber in. Bi dehhezaran Kurd akademisyen û karmend in û ji sê-çar nifsan, generasyonan pêk tên û her yek bi kêmasî bi du-sê zimanan dizanin û diaxivin. Dora niviya wan hemwelatiyên dewletên Ewropayê, xwedî dengdayîn û hilbijartinê ne. Hêzek gelek aktîf û çalak e û xwediyê bi sedan komel, sazî û federasyonan e. Di Newrozan de bi sedhezaran Kurd tên ba hev. Di aliyê rihû û hestiyarî de jî sedder sed in. Di sala 1988an û 1991an de bo Basûrê Kurdistanê bûn yek beden û rih. Niha jî bo Rojavayê Kurdistan di nav heman hestiyarî û elaqayê de ne.

Ger ev hêz di bin siwanekî de, konseyek an jî kongreyekî de bê ba hev, dikare gelek tesîr li ser siyaseta dewletên Ewropayê li beramberî Kurdistanê bike û rolek mezin bilêyize. Dikare di parlamentoya Ewropayê de bi çend parlamenteran cih bigre. Dikare di parlamentoyên netewî ya dewletên Ewropayê de bê temsîlkirin.

Ger ev yekitî, hevxebat pêk hat, qet kes nikare çavên xwe ji vê rastiyê bigire û siyaseta heya niha bimesîne. Û Kurd wek netewek serbixwe û taybet bên naskirin. Kurd, ne Tirk in, ne jî Faris û Ereb. Lê niha em ber ku bêxwedî û bêparêzer in, li ser koledarên xwe tên hesibandin.

Hêwî dikim, Kongreya Netewî li ser Kurdên Ewropayê bisekine û bîryarek bigre ku Kurdên Ewropa jî di bin sîwan, konsey, platform û mekanîzmayekî hevbes de bên ba hev û hêza xwe bikin yek. Ev bi qezanca hemû perçeyên Kurdistanê ye û erk û wezifeyek netewebûnê ye jî.

Ger em hemû Kurd in û welatê me jî Kurdistan e, wê çaxê avakirina saziyek netewî ya hemû Kurdên Ewropayê jî hewce û elzem e.

([email protected])

F
E
E
D

B
A
C
K