23/8/2007

Rusya, deriyên xwendegehên Fethullah Gülen digre!

Hikûmeta Herêma Kurdistan çi dike?

 

Berî niha di nivîsareke xwe de min behsa xwendegehên Islamî-Turkî kiribû.

Ew di bin navên Xwendegehên Fethullah Gülen jî têne naskirin.  Li hemû cîhanê hejmara wan di navbera 500 û 700 de ye. Kalîteya perwerdeya wan xurt e, lê bi armanc û hedef e. Belavkirina Turkîzmê û Îslamê giringtirîn hedef e.

Xwendegehên Fethullah Güven, bi armanca xurtkirina hêza aborî û kultûrî ya Turkî û Îslamî li Turkiyê dest pê kir û hêdî hêdî li cihanê belav dibin. Perwerdeyeke xusûsî û bi planekî dem dirêj kar dikin. Hedef bi rêya perwerdê xurtkirina hêza Tûrkî û Îslamî li cîhanê ye. Hêza li pey vê projê ji aliyê aborî ve mîna yek saziyeke mezin dixebite. Mesrefên mamoste û xwendegehan ji aliyê vê hêza aborî tene bicîanîn. Xwendekarên ku van xwendegehan diqedînin bi awayekî otomatîk dibin endamê vê saziyê (Cemaat) û ji îmkanên wê îstîfade dikin. Ji aliyê xwe jî îmkanan didinê. Bi vî awayî dolap fereh digere û sazî ji bo berjewendiyên xwe mezin dibe.

Ji salên 1990 û vir de Cemaat a Fethullah Gülen ji bo bicîanîna armanc û hedefên xwe li seranserê cîhanê dest bi vekirina xwendegeh, sazîyên aborî û kultûrî kir. Li Rûsya, Kafkasê, Balkan, Ewropa, Afrîka û Rojhilata Navîn gelek sazî, xwendegeh û rêxistinên bi vî awayî vebûn. Li Başûrê Kurdistan jî li Hewlêr û Silêmanî heşt xwendegehên bi vî awayî hene û niha jî aktîf in!

Berî salekê Rusya pê hesiya ku ev xwendegeh ji civaka Rusya re xeter in û biryara girtina wan stendibû. Ew bi sûcê ‘pan-îslamîst, pan-Turkîst’ û ‘propagandeya casûsusiyê’ hatibûne tewanbarkirin. Lê çendek ji wan xwendegahan mabûn ku xebata xwe berdewam dikir. Berî şend rojan dîsa hêzên ewlekariya Rûsya, li St. Petersburg kontrola xwendegeha jimara 664 (Kolêja Navneteweyî) kir û gelek tiştên balkêş peyda kir. Nêzî bîstûçar ‘mamosteyên’ ku ji Turkiyê ji bo “dersdayinê” hatibûn bê dîplomayên pêwîst bûn. ‘Dîploma Lîse jî bi wan re nebû’. Xuya bû ku ew ‘mamoste’ ji perwerdekirinê zêdetir bi tiştên din meşgûl bûn. Biryar ew e ku heta destpêka Îlonê yek ji wan xwendegahn li Rusya nemînê. Deriyê giştan têne girtin û ‘mamoste’ û berpirsiyarên wan ji welêt têne avêtin

Bi awayekî giştî em Kurd dizanin û dibêjin jî, armanc û hedefên van xwendegehan ne paqij û ji bo me Kurdan xeter  e. Armanc û hedefa dewleta Tirk û hêzên Turkî ji bo me Kurdan jî heşkere ye. Pêwîst nake ku em carekî din wan li vê derê minaqeşe bikin.

Li gora agahdariyên heşkere, li Başûrê Kurdistan dewleta Turk bi her awayî kar dike ku Kurdistana ku îro ava dibe bixe tengasî û bi carekê wê hilweşîne. Heta niha serok û berpirsiyarên Kurdan bi zimanekî qirêj, kîn û nefret bi nav dike. Planên kuştina wan dike. Dezgeh, hêz û hebûna Kurdan nas nake.

Tiştê ku ji min re pirseke bingehîn e ev e ku berî çend salan Cemaat a Fethullagh Gïlen li Hewlêr yek xwendegeh ava kir. Paş re duyemîn, …, û pêncemîn û sê jî li Suleymanî ava kir. Ango niha heşt xwendegên Turî serê zaorokên Kurd dişon! Di van xwendegehan de pewerdeya Pan Turkîst û Îslamî tê dayin. Turkîzm jî û Îslamîzm jî di bingeha xwe de dijminahiya hebûna Kurd e. Her kes jî dizane ku karê casûsiyê ji bo dewleta Turk dimeşînin. Û tiştê balkêş jî ev e ku di van xwendegehan de ‘Turk im, dogruyum, çalişkanim…’ ji aliyekî û ‘Korkma, sönmez bu şafaklar da yüzen al sancak…’ ji aliyê din ve her roj û hefte tê xwendin. Yên ku di van xwendegehan de dixwênin û dikevin bin tesîra vê perwerdeya xetera mezin jî bi pirranî zarokên berpirsiyarên dereceyên bilind yên îdare, hikûmet û Parlementoya Herêma Kurdistan in! Ya bi xêr!

Pirraniya şîrketên ku li Kurdistan karên mezin ji Kurdistan stendine, şîrketên împort û bazirganiya mezin jî di bin kontrola MIT û Leşkerê Tirk de ne, yan na? Heta bi dermanê saxiyê ku dema wan dibihure û bi qestî dixin nava Kurdan ji aliyê van hêzan dibe. Bi zanebûn û bi qestî neteweyek tê jahrdan! Ya sitar! (Zarathustra News)

F
E
E
D

B
A
C
K