Rayedarên Başur ji paşerojê ji Kurdan re çi amade dikin?   

Berê niha du caran min li ser mijara saziya Islamo-Turk, Cema’at u xeterên wê ji bo Kurdan nivisibu. Di hin nivisarên din de me behsa rewşa Başurê Kurdistan kiribu.

Serekê Cema’etê Fethullah Gulen e u li derdorê wi gelek şewirmendên nijadparêzên Turk hene. Pirraniya wan xwedi diplomeyên xwendina bilind in, di qadên bilind de li nav dewleta Turk cikiri ne. Yan li dewletên cihê di ciyên giring de kursiyên wan hen.

Amanca Cema’etê Turkitiyê bi rêya Islamiya nerm di cihanê de belav bike. Awayên belavkirina Turkitiyê cihê ne u hemu ji girêdayê yak navendê ne. Ew navend di vê kêliyê de li Amerika xuya ye lê li Turkiyê bi xwe ji (Ankara) organize ye. Di nava her qada civakê de peyda dibe, di nava her saziyê de heye. Ji parlemento u leşkeri bigre heta saziyên mamosteyan, textoran, bazirganan (tuccar), xwendekar u dergehvanan organize ye. Amanc yek e u ji bo vê amancê desteka dewletê bi xwe jê re mezin e.

Berê niha me gotibu ku ev Cema’et li dewletên temamiya cihanê organize kiri ye. Rojhilata Navin, Asya, Ewropa, Amerika, u hwd. Di van her du salên dawin de li Rusya u chend dewletên Afrika ev rêxistin u saziyên cihê ku peywendiyên wan bi rêxistinê re hene hatin qedexe kirin. Bi teybeti li Rusya ev sazi u hemu rêxistinên din ku pê ve girêdayi ne ji aliyê Dadgeha Bilind bi tewanbariya “ji dewletê u navneteweyi re xetereke mezin e” hate qedexe kirin. Heta bi pirtuk u kovarên wan ji ji bazarê re qedexe kirin. Li gora ajansa nuçeyan RIA, ev sazi heri zêde bi Bozkurtçuyan re di têkiliyan de ye. Loma sazi dive were girtin u ti mecal neyê dayin ku li nava wi welati zêde bibe. Baş e, ew li Rusya dibe u xetera vê rêxistinê ji dewleteke weha mezin re “xeter e”. Li nav dewletên li Afrika hin dewletan ev sazi nedane ava kirin u dezgehên bazirgani dane kêmkirin. Xwendegehên ku vê rêxistinê dabune vekirin yan hatin girtin yan ji ji bin bandora vê saziyê derxistin. Disa li 35 dewletan bi qasi 400 heb xwendegeh heye.

Rayedarên Başur çi dikin? Dezgehên bazirganên Turk zêdetir dikin. Xwendegehên vê Cema’atê zêdetir ava dibin u şagirtên van xwendegehan bi pirrani ji zarokên rayedarên Kurdistan pêk tên ! Siyaseteke başur ji bo vê êrişa bazirgan u serdestiya planên Turkan nine. Lê siyaseta dewleta Turk, bi rêya cema’etê di hember Kurdan de hey. Minak :Di destpêka sala 2007 de gelek bazirganên din xwestin ku li wira firmayên xwe vekin. Yên bi cibuyi « xebata xwe » didomandin. Gelek bazirganên din dixwestin dezgehên xwe li wira ji bo « bazirganiy ê » vekin. Lê pirr enteresan e ku ji qada bilind ya nav dewleta Turk, bi teybeti ji navenda Cema’et, ferman hat ku yên nuh divê demekê rawestin. Ew bazirgan bi hevra rawestan. Plana xwe paş xistin.

Dema ku meriv li wê demê dinêre tê xuyanikirin ku dewleta Turk ji bo haziriya ketina nav Başurê Kurdistan lebiki ye. U Cema’et ji di xwe de dibine ku bi dewletê re mudaxela bazirganên xwe bike. Loma ew dizane ku wê şerr derkeve.

Eriş li hêviya erêkirina emrê serokatiya Turkiye ye. U ew dema êrişan kete nav mehên Mijdar u Kanun 2007. Leşkerê dewletê şikest. Bi bayê bezê vegeriya. Ev şikestin bu sedema êrişên nav sinorên Turkiyê. Li her aliyê Bakurê Kurdistan zilm u zoreke mezin li ser gelê Kurd tê meşandin. Chengê zarokan li kuçeyên bajerên Kurd li ber kamereyan têne şikandin, pirejinên Kurd li nava sikakan têne êşkencekirin, malên kurdan têne şewitandin, li Kurdan heqareteke mezin dibe!

Cihana “demokrat” bêdeng” e u Başurê Kurdistan xwe kerr kiri ye? Halbuki Kurdên ku li bakur Newroz di bin her awayê zor u zilmê de, bi gelek bedelan, piroz kirin ji tememiya nufusa Başurê Kurdistan zêdetir bu!!!

Li Rojhilat u Rojavayê Kurdistan ji bi eyni coşê u bi eyni bedelan Newroz hate pirozkirin. Newroz, isal bu roja ispata Kurdbunê. Roja xwe naskirinê. Roja biryara hebun u nemanê. Roja biryara qewin ya “Em Kurd netewe ne u em wek netewe ji dixwazin bijin”.

Di sê televizyonên başurê Kurdistan de yek nuçeyeke ciddi nehate dayin??? Di êvara newrozê de programên muzika erebi dihate weşandin. Reqqasên jinên ereb hebun!!!

Gelo dema ku Enfal u komkujiyên li Başur dibun u Başuri direviyan nava pêsira Bakuri, Rojavayi u Rojhilatiyan ji bira Başuriyan çuye?

Xwedê xêr ke, nuçedayin ji kete bin bandora berjewendiyên sivik u rojane? Eger em kurd li ser hev nexeyidin ki li ser me bixeyide?  Chi birre birra me ye ku em ji xelkê dixwazin li ser me bixeyidin? 

Ev dem ji bo paşeroja Kurd u Kurdistanê geleki giring e. Pirrbun u cihêbuna parti, bir u ramanan tişteki xwezayi ye. Lê gerek e her Kurd, her parti u her saziya Kurd bizane ku vê demê Kurd di bin kontroleke navneteweyi de ne. Hêzên xwedi karina ji nuh ve cihan parvekirin heye Kurdan tenik tenik u bi agahdari dişopinin. Dinêrin ka Kurd xwedi cewher in xwe bi xwe idare bikin yan na? Ka ew dikarin siyaseteke Kurdi u Kurdistani bi rêve bibin yan na? Ango, projeya Kurdan neteweyi ye yan herêmi ye?

Hêzên navneteweyi dixwazin bibinin ka ji bo buyereke li Amed, Mehabad, Hewlêr yan Qamişlo diqewime ji hawirdorê Kurdistan Kurd dirabin u li ser xwe dixeyidin yan na? 

Gelo ewê ji zor u zilma li ser xwişk u birayên xwe re bêdeng diminin yan na?  Eger Kurd li ser hev xeyidin u serê xwe li hember bandora derve rawestan ewê paşeroj weki din be. Yan na ev bindesti u sefalet dewam e! Ango, dema cihan bibine em li ser hev dixeyidin u ji dijmin destdirêjiyan qebul nakin ewê xwe neziki me bikin. Ne ku ew hez ji me bikin. Na, ewê ji bo berjewendiyên xwe nêziki me bibin. Divê em vê di mêjiyê xwe de bikolin!

F
E
E
D

B
A
C
K