Instîtûta Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Elmanya, di çarçeweya “projeya xwe nas bike û xwe bide nasandin” de, bi hevkariya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), dê li seraserê Elmanya li zanîngeh û li derveyî zanîngehan, li ser dîrok, ziman, rojnamegerî, kesayetiyên Kurd, bi giştî  û di zikhev de, li ser paketeke bîsttemayî ku wê li dora salekê dewam bike, zincîreke ders li dar bixe.

Ev ders, wê ji aliyê kesayetiyên pispor, şareza û serwextê dabaşên dersê bêne pêşkêşkirin. Dersa yekem, li ser zimanê kurdî ye û dersdar jî Serokê PEN a Kurd  Dr. Zerdeşt Haco ye. Hûn bi xêr bên.

Navnîşan:  Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Elmanya, Vogelsanger Str.10, 50 823 Köln- Tel: 0221 16 89 62 17. Roj: 28 / 11 / 2009, Katjimêr : 13.00

EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K