Vexwendineke giştî ji bo Komcivîna Protestokirinê

Hejmarek deste û saziyên yasayî we vedixwînin ku bi hev re beşdarî komcivîna protestokirinê bibin ji bo şermezarkirina kuştina parêzer Luqman Henan di bin îşkenceyê de li ser destên komên çekdar ên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê.

Komcivîna protestokirinê, roja înê 06.01.2023an di navbera saet 13:00 û 15:30 de , li pêş avahiya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li Bruksel – Belçîka tê li dar xistin.

Daxuyanî derbarê Komcivîna Protestokirinê

Komên çekdar ên têrorîst li bajarê Efrînê yê dagîrkirî, parêzer Luqman Henan, bi xwîneke sar û bi îşkenceyeke herî hovane kuştin; ev tewana ne tewana yekem e, lê belê berdewamiya gelek sûcan e di derheqê şêniyê me de li bajarê Efrînê û giha asta hovîtî û metirsîdariya herî bilind, ji me re jî xuya dibe weke nîşaneke pir xeternak, ji ber ku yê bûyê qurban vê carê parêzerek e û yek ji dengên azad e ku koka xwe û doza xwe ya rewa diparêze, loma destên qirêj xwestin vê mûmê vemirînin da ku hemû êş û azaran veşêrin û ji bo ku her hêviyekê binax bikin.

Divê cîhan ji bîr neke ku xwîna me nayê jibîrkirin, û divê zanibe bêdengiya xwe bobelata bi ser me hatî duqat dike, û ji me tê xwestin jî ku em ji civaka navnetewî re xuya bikin çendî em hevkarî û piştevaniya gelê xwe dikin, li bajarê me yê dagirkirî û di bobelata de, ew bajarê ku tê de sivîlên aştiyane û bêparastin ji aliyê komên çekdar ên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve rastî hemû cûreyên stem, zor û azaran tên.

Parêzer Luqman weke dara zeytûnê ya berz li ser axa xwe ma, berevaniya xelkê xwe yê mayî yê qels dikir di rûyê zordarên cîhanê de, û tawanên wan bi berpirsiyariyeke bêhempa belge dikir. Ji ber vê yekê, tê xwestin em bêdeng nemînin, divê em dengê xwe bilind bikin, hinek ji deynê wî yê di stûyên me de lê vegerînin û ji bîra nekin ku ew xwedî hestekî wijdanî yê kûr û hişmendiyeke siyasî bû ku têdigihîşte girîngiya mayîna xwe bi xelkê xwe re ji bo ku wan bi mêrxwezî biparêze, bêyî ku xembarê xwe û malbata xwe be, û ti baldarî qet neda nexweşiya xwe ya giran û lawaziya laşê xwe.

Ka em doza Luqmên bikine pirgirêkeke raya giştî, hildine astên herî bilind û em hewl bidin ku tiştê tê rizgarkirin rizgar bikin. Bi riya zorkirinê li saziyên navnetewî û ji wan bixwazin ku guh bidin dengê me , çavan danemirînin li ser sûcdarên vê tewana hovane û yên weke wê, lêpisîna kujerên parêzer Luqman û welatiyên din ên bêguneh piştguh nekin û çarenûsa bi hezaran girtiyên kurd ên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de aşkere bikin û wan azad bikin.

Têkçûna herî metirsîdar ne tenê di şer û siyasetê de ye, lê belê têkçûna xweser e, ya di bêdengî û serîdanînê li hember rewşa kambax de ye, ew rewşa ku dewleta dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê peyda dikin.

F
E
E
D

B
A
C
K