Derwês M. Ferho Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê ye. Xebatên wî yên li ser ziman, derxistina kovaran, birêvebiriya enstituyê, têkiliyên bi kes û dezgehên navnetewî û netewî hinek ji wan in ku tê bîra mirov. Lê bêhtir helbestvaniya wî bala min diksîne. Têra xwe bêhna evînê ji wan tê. Kûr in. Ji kaniya wêjeya kurdî av vexwarine…Hugo1_245721089.jpg
Weke tê zanîn berî niha bi demekê dê û bavê Ferho li Kurdistanê hatin sehîd kirin. Qatilên wan hîna jî nehatine peyde kirin. Ji bo ku bûyer bê jibîrkirin, hêzên dewleta Tirkiyê hewildanên pir alî dike.
Li ser pirsa hewcedariya avakirina enstituyê, xebatên enstituyê, qetilkirina dê û bavê Ferho û wêjeya kurdî em pê re axifîn. Ferho ji bilî pirsên di rojevê de dîtina xwe li ser evîn û evîndariyê û di `wêjeya kurdî de erotîzma xwezayî`  jî anî zimên. Bersifên balkês da me.

– Di meha çileya pasî a 1989 de Enstîtu hatibû avakirin. Ji kerema xwe re bi kinahî nirxandinek tevayî bike: Çi hewcedarî hebû ku gavek wisan bê avêtin? Çawa ava bû?
Wek tê zanîn bingehê Enstituya Kurdî ya Brukselê ‘Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka – Têkoser – e ‘. Di avakirina vê komelê de 7 kes ji navçeyên cihê ji Kurdistan hebûn. Ne ku me nedixwest zêde kes hebin. Kurdên ku ji bo Kurdbûna xwe hessas bûn kêmbûn. Di nav 10 heta 15 hezar Kurd de heft Kurd xwe dane ber avakirina komeleyeke Kurdî. Sal 1978 bû û xelk ber bi Kurdbûna xwe nedihat. Dema me Yekîtî damezrand û dest bi xebata xwe kir berî her kesî Kurd ji me direviyan. Di yekemîn Newroza ku me amade kir (1979) dor heftê kesî hebû. Ji nîvî bêhtir Beljîkî bûn. Serokê Senatoya Beljîka, Edward Leemans, besdar bû û axaftinek kir. Kurdên li wira besdar malbatiyên hîmdarên Yekîtiyê bûn.
Dema em diçûna nav malbatên kurdan ku em ji wan re bêjin ku divê em bi Kurdbûna xwe serbilindbin û dîsa em dostên miletên din in, serê xwe dihejandin û erênî dikirin. Lê belê di tewra wan de xuya dikir ku di dilê wan de tirsek heye. Zû bi zû ber bi xwedîderketina Kurdbûna xwe nedihatin. Kurdî diaxaftin, digotin ’em Kurd in’, lê besdarbûna Newrozekê yan besdarbûna mesekê dijî zordariya dewletê xwe nedidane pês. Dema em li wan dibûne mêhvan her tist dikirin ku pirsa Kurdbûnê neyê ser masê. Zû zû çay didanîn ku em ji mala wan derkevin.
Lê dîsa rûyê Kurdbûna me qewîn bû û em bê rawestan xebitîn, me Kurd dîtin û li wan bûn mêvan. Me ew kirin mêhvan. Wan bi Tirkî axaft me bi Kurdî bersiv da wan. Wan got em misilman in, me got îhtîrama me ji bahweriya we re heye. Em Kurd in. Misilman jî hene, Êzîdî jî hene, Xiristiyan jî hene. Bahwerî nabêje netewetiya xwe înkar bike. Hêdî hêdî û bi sebir me xebata xwe berdewam kir.
Di aliyê din de me giranî da ser agahdarkirina Beljîkiyan û Ewropiyan jî. Me ti car  xebata ber bi wan îhmal nekiriye. Tu bîr bike ku di yekemîn Newroza ji aliyê me de hatiye pîrozkrin me serokê Senatoya Beljîka aniye û di Newrozê de axaftiye. Ji destpêkê ve me giranî da ser wesanên bi zimanên Beljîka, Frensizî û Holandî (Flamanî), me xebat ber bi wan kir lê me xebat bi wan re jî da mesandin. Me ew kirin sîrîkê xebata xwe. Ew tist bû sedema serketina xebata me ya dûr û dirêj.
 Di 1989 de me pêwîstiya guhertina nav dît. Ji ber ku navê Yekîtîya Karker û Xwendekaran “Têkoser” êdî bersiva naverok û prtûka xebata me nedikir. Xebat li ser eynî bingeha avabûnê dimesî lê berferehtir û zêdetir bû. Hem di warê xabatê de hem jî ji aliyê endaman de guhertineke mezin peyda bûbû. Hestê û pênc li ser sedî ji endaman ti peywendiyên wan bi xebatkarî û xwendekariyê re nebûn. Di demekê de hejmara endamên me di ser çarsed kesî re bû. Li hemû cîhanê endam hebûn û pirraniya wan nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, rewsenbîr bûn. Bê goman ji nîvî bêhtir kesên me li Beljîka bûn û xelkê Beljîkî jî di nav me de zehf bûn.
Di aliyê din de jî Enstituya Kurdî ya Parîsê vebûbû û em bi hevra dixebitîn. Ez bi xwe neh salan endamê Heyeta  Îdarî ya Enstituya Parîsê bûm. Enstituya Bonn’ê vebû. Em bi hevra dixebitîn. Pas demekê me biryar stend ku em nav biguherin û xebata xwe berdewam bikin. Ji 1989 û vir de jî em di bin navê Enstituya Kurdî ya Brukselê de karê xwe didomînin.
 
– Giraniya xebatên enstituye çine? Nirxandinek tevayî li ser xebatên xwe bike…
Wek ku min li jor jî zelal kir xebata me dualî ye: Xebata ber bi Beljîkî û Ewropiyan de û xebata ber bi Kurdan de.
Xebata ber bi Beljîkî û Ewropiyan de giranî li ser agahdarkirinê û sensibilîzekirina wan ji bo pirsa Kurdan e. Amadekirina çalakiyên agahdariyê, mîna konferansan, semîneran, demên minaqeseyan, wesanên cihê, amadekirina pirtûkxanê li ser pirsa me û hwd … Ji sêst hebî zêdetir pirtûkên me bi zimanên cihê hene. Bi Frensizî, Holandî, Ingilîzî, Danîmarkî, Tirkî…. Du kovarên me hene ku bi zimanê Holandî (De Koerden) û Frensizî (Les Kurdes) hene. Redaksiyona her du kovaran ji Kurdan û Beljîkiyan pêk tê. Xaseten ya bi Holandî (De Koerden) di Beljîka de bû ye xwedî ciyekî giran. Li ser pirsa Kurdan yekemîn organ e ku weke ferhengê lê dinêrin.
Peywendiyên me bi xwendegeh, siyasetmedar, akademisyen, rewsenbîr, rojnamevan, nîskar û rêxistinên cihê re pirr xurt in. Ji xwendegehên cihê xwendekar têne Enstituyê û li ser pirsan xebatan dikin. Di gelek waran de li gelek deman em bi hevra hin xebata pêk tînin.
Di aliyê din de kursên ziman li Enstituyê hene. Her roj biqasî sîûpênc xwendekar têne kursên ziman. Ev kursên zimanê Frensizî ne; Ji bo zimanê Kurdî di salê de bes çar meh kurs hene û ew jî bes ji bo Beljîkiyan e. Kurd heta niha ne daxwazvanên kursên ziman in. Ji bo zimanê Holandî jî heta sala bihurî kurs hebûn. Lê Wezareta Perwerdeyê biryar stend ku hemû kursên zimanê Holandî ji aliyê wan ve werin amadekirin û merkezî bikin. Lê Em û saziyên din xwendekaran ji wan re peyda dikin. Ev jî yek ji xebata me ya bingehîn e.
Xebata me ber bi Kurdan de jî xuya ye. Agahdarî, çalakiyên kultûrî, xebata li ser wesana pirtûkan, amadekirina konferansan û hwd.
 
– Projeyên xebatê yê vê kêliyê çine?
Di vê kêliyê de em li ser projeyên cihê dixebitin. Xebata rojane ku berdewam e, kurs, kovar, agahdarî, … û amedekirina konferansên li ser mijarên cihê : Pirsa Kerkûkê di Parlementoya Ewropa de, pirsa Kafkasê di senato de, û pirsa Kurdan, astî û demokrasiyê di Rojhilata Navîn de li Parlementoya Ewropa de… Niha em xebata amadekirina van her sê konferansan dikin û di dawiya vê salê de û destpêka sala were de çêbibin.

– Kî dikare bibe endamê enstîtuyê? Hejmara endamê we çend in?
Pas demeke dirêj û minaqeseyên kûr me awayê xebatê û sertên endametiyê jî guhert. Nêzî sedûbîst endamê me heye û bes ji kesên kû di warê rewsenbiriyê de (akademisyen, rojnamevan, nivîskar, berpirsiyarên rêxistinên civakî-kultûrî, …) dikarin bibin endamê Enstituyê. Pirraniya caran em ji kesên xwedî berhem û xwedî ciyekî girîng yan xwedî giraniyekê hêvî dikin ku bibin endam. Sedem jî ev e ku ew kes dibin pale ji bo amancên me li ser esasê destûra me. Awayê ku her kesê ku dilê wî xwest û bibe endam ji zû de nema ye. Ji ber ku em ne komeleyeke klasîk in. Enstituya Kurdî ya Brukselê yek ji mezintirîn rêxistinên li Beljîka ye û xwedî navekî giran e. Wezaretên Beljîka, Parlementoyên Beljîka û saziyên Beljîka qedrekî mezin didin Enstituyê û ti maneya tistên nepêwîst nîne. Ses xebatkar bi meas her roj (semî û yeksem girtiye) li Enstituyê kar dikin û yanzdeh kes di Heyeta Îdarî de ne ku her roja pêwîst be li Enstituyê dikarin amade bibin.

– Berî niha bi demeke kin bavê te û diya te bi destê hinek kesan hatine kûstin. Em dizanin ku bi malbatî hûn welatperwer in û xebatên hêja dikin. Qetilkirina wan girêdana xwe bi xebatên we hene an na?
Bê goman. Dê û bavê min ji aliyê kesên ku pêywendiyên wan bi dewletê re xurt in hatine kustin. Emrê kustina wan ji aliyê hêzên bi dewletê re kar dikin hatiye dayin. Ji ber ku hem dê û bavê min welatperwer bûn û bi Kurdbûna xwe serbilind bûn û hem bi xebata zarokên xwe jî tim û tim serbilind bûn. Ev yek bû sedema kustina wan.
Heta niha dewlet her qirêjiyê dike ku sopa qatilan nede zelalkirin. Tehdîd li ser tehdîdan, her roja diçe zora li ser pismam û gundiyên me zêdetir dibe ku ev pirs were temirandin. Ev bû salek ku em û avokatên me li otopsiyan dipirsin. Heta niha dewlet naxwaze otopsiyan bide. Çima? Çi dixwazin vesêrin? Êdî otopsiyan jî bidin me û ji me re qatilan jî bibînin sika me heye. Ji ber ku heta niha her tist vesartin ku em aghadariyeke ciddî nestînin.

– Em dizanin ku hun ji bilî xebatên enstîtuyê bi edebiyatê dadikevin. Pirsek bala min diksîne. Dema mirov li wêjeya kurdî ya devkî dinêre, pir caran erotîzmek bi pîvan heye. Ku etîka di erotîzmê de bi xetên zirav hatiye kisandin, nirxê dîlberan bi saya serê wan berheman bilindtir dibe. Ev aliyê xurt di xebatên nivîskî, anku di wêjeya nivîskî de pir qels xuyanî dike. Bi çarsefên erebî hatine pêçan. Sedem çine? Cihê te li çi deverê ye?
Ew tê wê wateyê ku pirraniya nivîskarên me (herçend e ew tistekî din dibêjin) ji wê bilindiya qedrê wêjeya Kurdiya devkî nîne. Bi wê nejiyane. Bi Kurdî diaxivin lê bi Tirkî difikirin. Xewn û jiyana rojane ne bi Kurdî ye û di nav wê cîhana fereh ya Kurdî de najîn. Pirsa herî mezin ev e. Kurdbûn û nivîsandina Kurdî, sitrana Kurdî, folklora Kurdî ne bes axaftin yan nivîsandina zimanê Kurdî ye. Divê ew temamiya jiyanê be. Divê haya me ji her awayê axaftin, sitran, xewn, raman, lîstik, rabûn, rûnistin, avvexwarin, xwarin, tewra civakî hebe. Dema di sitranên me de yan di çîrokên me de ‘bejna ziravê weke tayê têla kemança min e’ dibêjin, yan ‘min devê xwe xiste nav sîng û berê gewra xwe’, xelk sah dibe. Lê di nivîsa Kurdî de kêm nivîskar hene ku di berhemên xwe de cesaret dikin binivîsin. Ew jî tê wê wateyê ku haya wan ji Kurdî (bi gistî) kêm e.

– Dîtina Derwês M. Ferho li ser evînê û evîndariyê çiye? Evîn û nivîsîn bandora wan li ser te çiye? Qala evîndariyê li Torê bike…
Evîndarî li ba Derwês M. Ferho eynî mîna ya li gundê Mizîzexê yan jî li Torê ye. Hezkirina kesekî di dilê meriv de ye, vesartî û durust e. Ew hezkirin di navbera du kesan de ye lê dibe ku çend kesên din pê dihesin. Lê ew jî di nava xwe de vesartî dihêlin.
Di her halî de evîndariya ku ez dizanim û bi serû min hatiye meriv nikare ji orf û adedên civakê veqetîne. Orf û adedên civaka Torê jî (besa Hevêrkiya) girêdayê evîna gel û welat e. Serketin û neserketina evînê, bixwaze nexwaze, ji sê faktoran tesîrê distîne: meriv bi xwe, civak û welat.
Eger meriv li helbestên min binêre van her sê tistan vekirî der dixe meydanê. Heta niha jî ez di bin vê bandorê de dijîm.

– Em dizanin ku kovara enstîtuyê heye. Danûstandiniya we bi kovaran re heye. Li ser rojnamevaniyê tecrûbeyên we hene. Rewsa rojname, kovar, malper, tv kurdî ji dohtir pir bastir in. Dostaniya nav wan de xurttir dibe. Lê sansûrek sergirtî li hember hinek nivîskaran, hinek rojnavanan mixabin e ku didome? Hûn sansûrek wisan dibînin an na? Dîtina we li ser pirsê çi ye?
Kovarên Enstituyê, De Koerden (Kurd) bi zimanê Holandî û Les Kurdes (Kurd) bi zimanê Frensizî têne çapkirin û di nava Beljîkiyan de belav dibin. Her du jî bi awayekî fereh agahdariyan li ser pirsa Kurdan dinivîsin. Nivîskarên her du kovaran jî bi pirranî ji nivîskar û rojnamevanên Beljîkî pêk tên.
Rojname, kovar, malper, tv û radyoyên Kurdî ji berê pirrtir in û divê serê me bi vê yekê bilind be. Lê tistê ku kêmasî ye tistekî ku li ser wêjeya Kurdî û rûhê wê wêjeyê dixebitîne nîne. Dibe ku bi Soranî pirr in lê çi fêdê dide Kurdên din. Bi alfabeya Latînî kêmasî pirr mezin e.
Sansûra li ser nivîskar û rojnamevanên me jî girêdayê rewsa me ya politîk e. Hemû sertên aborî ji van hêzên politîk der tê û ew jî heta niha ne amade ne rê bidin kesên ku ji bo xeta wan ya politîk ne sazkar in. Ev yek ne bes tewanbariya hêzên me yên politîk e lê ya rewsenbîrên me ye jî. Pirraniya rewsenbîrên me heta niha xwe ji bin bandora politîk û aboriya hêzên politîk azad nekiri ye.
Yek ji kêmasiyên pirraniya rewsenbîriya Kurdî jî ev e ku tistekî di navbera res û sipî de nabînin. Yan ew kerr û lal li dij in yan jî kerr û lal pê re ne. Ev heta niha weha ye û mezintirîn xeter e.

– Çi xebat di destên te de hene?
Mîna her car di programa paseroja me de wesana pirtûkên cihê hene. Helbest, roman, çîrok û lêkolînên cihê, bi zimanên cihê û nivîskarên cihê. Wek tê zanîn Enstituya Kurdî ya Brukselê pirralî dixebite. Eger tistek nekeve pês me emê di vê salê de romana Orhan Mîroglu, bi Frensizî, Dijwar, romana Medenî Ferho, Sûrê Demokles, bi Frensizî, lêkolîna Andrea Allen li ser Kurdan, bi Ingilîzî,  û hwd… biwesînin.

Derwês M. Ferho
Ji Tora Evdînê ye. Tor dikeve jêra Botanê. “Tor Evdîn“ tê wateya “Çiyayên Evdên Xwedê“. An ku cîh û warên ku hez ji Yezdan dikin. Li wir, berê keseyên rûhanî li dêran, yê seydayên hêja jî li mizgaftan e û duayên xêrê dikin. Xwedayê bêsirîk jî, rehm û bereketa xwe li Torê barandî ye. Çiyayên Evdên Xwedê, bi darên fêkî û sinayiyên cewaz; bi çem, bîr û kaniyên avhênik û sêrîn; bi heywanên kedî û berrî û pirceleb; bi dewlemendbûna sererd û binerd; bi reng, çand, tore û zimanên cewaz xemilandiye. Ji dilê xwe re bi xetên hûr û rengîn neqisandiye û diyarî gelê li wir kiriye.
Derwês M. Ferho li cihekî wisan, li Torê, li gundê Mizîzexê hatiye dinyê. Gund ji awira çand û olên cewaz dewlemend e. Mesîhî, bi qasî kurdan rêzê dibînin. Di dema fermanê de Mesîhiyên Mizîzexê hatine parastin û ji gund bar nekirine. Lewma ye ku Mizîzexî di dîrokê de xwedî pelekî spî ne, hêja ne.
Derwês di sala 1977 de derketiye derveyî welêt. Niha li Belçîkayê dijî. Gelek nivîs û wergerên wî belav bûne. Berhemên wî yê nasdar “Dengê Roja Dîl“, “Evîna Reben”, “Evîn û Jiyan” û “Ferhengoka kurdî-hollandî-hollandî-kurdî “ ye. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê ye (Zarathustra News).

F
E
E
D

B
A
C
K