Di nava 20 salên borî de dadgehên federal û yên herêmî bi dehan komele û saziyên kurd qedexe kirine, dest dane ser hebûna wan. Di heman demê de bi sedan jî rêveberên heman saziyan û herwiha xebatkarên û qadroyên PKK’ê hatine girtin û bi salan di zîndanan de man in. Mirov dikare bêje ku dadgehên alman hevkariyekê mezin danin dadgehên tirk. Pir caran dozgerên her du welata n bihev re kar kirine.

Digel hemû zexta dewleta alman, li heman welatî Kurdan bi sedan hezaran îmze berev kirin û xwe weke endamên PKK’ê êlan kirine. Bê guman dewleta alman jî bêdeng nemaye, lidijî heman Kurdan cur be cur doz vekirine û cezayên pere li wan birîne. Hê jî Kurdên ku di zîndanan de ne û yên ku perê ceza didin hene.

Divê were zanîn ku biryara qedexekirina PKK tenê di bin înisiyatîfa dewleta alman de pêk nehat.  Di salên 1990’î de welatên Ewropa Navîn, bi taybetî Fransa, Îngilîstan, Holanda, Belçîka û Almanya di nava xwe de karê lidijî PKK parve kirin. Ji bo ku bala Kurdan tenê nekêşe ser welatekî her demê welatekî ket nava tevgerê. Di sala 1993’an de bûyera qedexekirina PKK’ê ji aliyê dewleta alman de weke wezîfeya hevbeş pêk hat. Lewre divê heman biryar weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bê dîtin û nirxandin.

Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê  bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.

Beriya her tiştî welatên Ewropa Navîn pirsgirêka kurd ji xwe re weke hacetekê bikar tînin. PKK di mijara pirsgirêka kurd de xwedî cihekê girîng e. Lewma heman kart wisa bihêsanî ji nava destê Ewropiyan dernakeve. Nêzîkatiya dewleta tirk jî di vî warî de bandorê çê nake. Çendî di navbera PKK’ê û dewleta tirk de pêvajoyekê diyalogê hatibe destpêkirin jî ew li ser nêzîkatiya siyasî ya ewropî de tesîrê çê nake. Wisa dixûyê ku rojekê li Tirkiye’yê PKK serbest bibe jî ew ê hê li Almanya’yê qedexe be. Jiber ku siyaseta Ewropiyan, ya derbarê Kurdan de herdem ji ya Osmaniyan û pişt re jî ji ya Komara Tirkiye’yê cuda hatiye lipêşxistin.

Ji bo ku nêzîkatiya Ewropiyan ya li Kurdan baştir bê fêm kirin divê analîzên dîrokî bên kirin. Bê naskirina dîrokê heman mijar  baş nayê  fêm kirin.

18.11.2013

F
E
E
D

B
A
C
K