Ez jî wek neferekî Botî, Cizîrî bejna xwe ji emîre Sînemxan keça mîr Celadet Bedirxan re xûz dikim û bi çavekî dîrokî li vê hatina wê a bajarê Cizîra Botan mêze dikim..
Li ser daxwaza saredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê, birêz Aydin Budak, wekîlê saredariyê birêz Ahmed Dalmis ku ziman rûmet e û rûmet ziman e… Li ser daxwaza xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê, û serboriya wê a dîrokî ku landika saristaniyê ye… Li ser daxwaza sêxê nêçîrvanan mîr Mihemad û herdu pezkoviyên wê; Efno û Hejale û herdu binemalên dêrîn; Bêgo û Zeydîn… Li ser daxwaza Mîr Seref û medreseya Sor… Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê… Li ser daxwaza Feqehê Teyran û Ava Dicle… Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê… Li ser qêrîna mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de û Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayê hevin û Peymana Pîroz… Ewê ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: Bedirxan edalete û edalet Bedirxan e.. Li ser hawara Xelefê Sûvî û
Ez Xelef im Xelef im Haware mîro hawar e
Ez xelefê Sûvî me Ezdînsêr begê Botan e
Xweyê sûrê sedef im Haware mîro hawar e
Gel esîra ser dikim Deng, dengê mîrê Botan e
Ez Xelefê kinik im Haware mîro hawar e
Xweyê sûrê çirik im Ezdînsêr begê Botan e
Ez Xelefê Botî me Haware mîro hawar e
Ji esîra bi hevî me Deng dengê mîrê Botan e…
Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin sert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêseya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewsenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêsxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname wesandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
Pistî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868 an de li Samê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û sopa bavê xwe kir qêrîn û gazî… Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû.
Di roja 22ê nîsana 1898"an de, wî yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN wesand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:
((Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe sûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..))
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya " Kurdistan" jimar 4"Qahîre 1898.
Neviyê mîr Bedirxan jî, mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 – 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehistin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932 an de hejmara pêsîn ji kovarare xwe ( Hawar )a bi tîpên latînî, li Samê çapkir û di nav kurd û biyanyan de belavkir.. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand kurdan û got:
((Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xwesiyê vedike. Hawara me berê her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman serta heyînê ya pêsîn e…))
Mîr Celadet Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar,1 Sam, 1932.
Hem jî;
(( Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro ! Eybe, serme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewsiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin..))
Mîr Celadet Ali Bedirxan, kovara Hawar, jimara, 27 Sam,1941
((Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke sexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.
Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..)).
Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40 Sam,1942
An jî;
((Bavo li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi sênde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok…Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê… )
Mîr Celadet Bedirxan, kovara" Roja Nû " jimar "1" Beyrût, 1943
De werin em ê li vê Qêrîna mîr Bedirxan mêzebikin û pêlekê di nav komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku zarok û neviyên wî, xwe di ber wan de westandine mijûl bibin:
A. Komele:
1 – Kurd teawin û tereqî cemiyetî:
Ev yekemîn komeleya kurdî ye ku tê damezirandin; yek ji hîmdarên wê yên sereke Emîn Alî Bedirxan bû, ev komele di sala 1908an de li Stembolê hatiye vekirin.
2 – Komeleya "Kurd teskîlat ictîmaiye cemiyetî:
Hîmdarên vê komeleyê xurû Bedirxanî bûn, ev komele di sala 1911-1910an de li Stenbolê vebûye.
3 – Komeleya "Kurd nesrî mearif cemiyetî":
Yek ji hîmdarên vê komelê Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, ev komele di sala 1910an de li Stenbolê hatiye damezirandin.
4 – Komeleya "Gihandin":
Komeleya kurdî ya rewsenbîrî bû ji bo belavkirina zanînê, ev komele di sala 1912an de li bajarê Xoyê li Kurdistana Îranê, ji rex Mîr Ebdirezaq Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Sikakî hatiye vekirin.
5 – Komeleya "Kurdistan Îstiqlal komîtesî":
Ev komele di sala 1920an de li Qahîre ji rex Mîr Sûreya Emîn Alî Bedirxan ve hatiye damezirandin.
6 – Komeleya "Xoybûn":
Ev komele di sala 1927an de li Beyrûtê hatiye damezirandin, yek ji hîmdar û serokên wê Mîr Celadet Bedirxan bû.
7 – Komeleya "Dostaniya Kurd û Ermeniyan":
Ev komele di sala 1914an de li Sant Peteresborgê ji rex Mîr Ebdirezaq Bedirxan ve hatiye ava kirin.
8 – Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê:
Ev komele di sala 1931ê de li Samê hatiye damezirandin, yek ji hîmdarên wê yên sereke Mîr Celadet Bedirxan bû û wî bi xwe nîzmnama bingehîn û hûndirîn jê re danî û di sala 1932an de bi kurdî û fransî û erebî çapkir.
B. Dibistan:
1 – Dibistana Stenbolê:
Ev dibistan di sala 1910an de li Stenbolê ji rex Komeleya "Kurd nesrî mearif cemiyetî" û "Komeleya Kurdî ji bo belavkirina zinînê" hatiye vekirin, bi alîkariya diravî ji Mîr Ebdurehman Bedirxan û rêvebiriya wî.
2 – Dibstana Xoyê:
Ev dibistan di sala 1913an de li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Xoyê, ji rex Mîrê sehîd Ebdirezaq Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Sikakî hatiye vekirin.
3 – Dibistana Teblîsê:
Ev dibistan di sala 1929an de li bajarê Teblîsê ji rex Mîr Kamil Bedirxan ve (1934-1872) hatiye vekirin.
4 – Dibistana Beyrûtê:
Ev dibistan di sala 1943an de ji rex Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ve li Beytrûtê ji bo fêrbûna zimane kurdî ji misextî û sirgûnkiriyên li Libnanê hatiye vekirin.
5 – Dibistana Samê:
Di salên 1930î de di ber wesandina kovara Hawarê de, Mîr Celadet Bedirxan dibistanek li Samê vekiribû bi navê dibistana (Kurdistan). Ev dibistan li taxa Kurdan bû, nêzîkî mala Xalid Bekdas. Hêjayî gotinê ye ku wê hingê bi saya Mîr Celadet çend dersexane û dibistan li Cizîrê jî vebûn wek: Tilsiîrê, Talikê, Qeremanê û Endîwerê.
6 – Besê kurdî di Instîtuya Rojhilatnasan li bajarê Saint Petersburgê:
Ev bes bi saya sehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan hatiye vekirin. Mîr Ebdirezaq Bedirxan (1918-1864) di sala 1918an de ji rex waliyê Mûsilê Silêman Nezîf ê kurd ve hat bi dar vekirin û ew di goristana biyaniyan de hatiye vesartin.
7 – Instîtuya Kurdî li Parîs:
Di sala 1974 an de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Komeleya "Frensa-Kurdistan" ava kiribû, ji dostên vê komeleyê gelek rewsenbîrên bi nav û deng hebûn, wek: Jean Paul Sartre, Sîmon Dîbavor, Maxime Rodinson û gelekên din. Pistî koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di sala 1978an de û hatina partiya sosyalîst a fransî li ser hûkm di sala 1981ê de, rê li ber komeleya (Fransa-Kurdistan ) hat vekirin ku bibe Instîtuya Kurdî û wiha Instîtuya Kurdî li Parîs hat vekirin, ew jî bi saya Dr. Kamîran Bedirxan.
8 – Komeleya xeyrî ya kurdî li Beyrûtê:
Ev civata xeyrî di sala 1968an de li Beyrûtê bi saya peywendiyên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û dostaniya wî bi malbata (Elsulih) re hat vekirin.
9 – Instîtuya Wasington a Kurdî:
Ev instîtu ji berî çend salan ve hatiye vekirin, yek ji hîmdarên vê instîtuyê yek ji neferên malbata Mîr Bedirxan e, saxê Yezdan Sêr, navê wî Seyfidî ye.
10 – Civata Selahedîn Eyûbî li Emmanê (Urdin):
Yek ji hîmdarên vê civetê jî Selîm Bedirxan e, ew jî ji neviyên Yezdan Sêr e.
Dawî hêjayî gotinêye ku bi saya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan gelek komeleyên dostaniyê di navbera gelê kurd û yên ewropî de hatine ava kirin. Hem jî Dr. Kamîran Bedirxan di Soresa Êlonê de wek nûnerekî bû ji soresê re li Ewropa û bi navê soresê û Berzaniyê nemir diaxivî.
C. Kovar û Rojname:
1 – Kurdistan (1898):
Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê wesandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê wesandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3 ) di 14 ê nîsana 1902an de.
2 – Omîd (1900):
Rojnameye 15 rojî bû, cihê wesandina wê li Qahîra bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû( 1915 _ 1874), hejmara ( 1 ) ê di êlûna 1900 î de çapbûye.
3 – Kurdistan (1908):
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê wesandina wê li Stenbolê bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Emîn Alî Bedirxan bû, hejmara (1) ê di sala 1908an de, ya dawîn di 13ê nîsana 1909an de derketiye.
4 – Kurdistan (1912):
Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê wesandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê sehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1)ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de pistî ku Mîr Ebdirezaq çûye Saint Petersborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê rabûye.
5 – Yekbûn (1913):
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat wesandin; cihê wesandinê Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê Xanim Rewsen Bedirxan.
6 – Jîn (1916):
Kovareke 15 rojî bû; bi kurdî û tirkî bû; cihê wesandina wê li Qahîra bû; di sala 1916an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan bû.
7 – Hawar (1932):
Kovareke kurdî û fransî bû; her 15 rojan derdiket; cihê wesandina wê Samê bû; hejmara (1) ê di 15ê gulana 1932an de derketiye, ya dawîn (57) di 15ê tebaxa 1943an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû; yekemîn car li ser rûpelên vê kovarê kurdiya bi tîpên latînî hatiye bi kara nîn, û ji wê hingê ve Kurd bi kurdiya latînî dinivîsînin.
8 – Ronahî (1942):
Kovareke mehane bû, xurû bi kurdiya latînî bû; hejmara (1) ê di 1ê nîsana 1942an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû.
9 – Roja Nû (1942):
Rojnameyeke hefteyî bû, bi kurdî û fransî derdiket; cihê wesandinê li Beyrûtê bû; hejmara (1)ê di 3ê gulana 1943an de derket, hejmara dawîn (73)an di nîsana 1946 an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû.
10 – Stêr (1943):
Rojnameyeke xurû bi kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê wesandinê li Beyrûtê bû; hejmara (1) ê di çileyê berê de, sala 1943 an de derketiye, hejmara dawîn (3)an di 22ê çêrya berê de, sala 1945an de derketiye; bitenê 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatin wesandin; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Hezar silav li giyanê tev neferên malbata Bedirxaniyan bibare, buhist cih û warê wan be!
* Ev axaftina nivîskar Konê Res e ya li 2’yemîn Rojên Huner û Çandê di navbera 22-24’ê tebaxê de li Cizîra Botan hate lidarxistin, bi slogana "Rûmeta Ziman, Zimanê Rûmetê".