A- Konferans, semîner, civîn…

– 24 -01- 2010, Konferansa Navnetewî ya li ser jenosîda li Dêrsimê 1937-38, li ABF a Stockholm, bi hevkariya CHAK  Swêd.
Jenosîda Dersimê li bakurê Kurdistanê di 1937-38 an de pêk hat. Bi hezaran Kurd hatin kûstin, gund hatin bombebarankirin. Bajarê Dersimê kete ber pêla êrîsa rejîma Turkiyê û navê bajêr hate guhartin. Ji bo ronîkirina pirsê û niqasa wê li derveyî welêt konferans pêk hat. Di dawiya konferansê de beyanek hevbes li ser pirsê hate belavkirin.
Kesên axifîn: David Gaunt, professorê dîrokê li Zanîngeha Uppsala,  Evin Cicek, nivîskar ji Swîsrê, Parlementerê BDP/BTP yê Dersimê Serafettin Halis, sahidê buyera Dêrsimê Ali Gultekin. Håkan Blomqvist, ji enstîtuya Samtidshistoriska, Filozof Doktorê dîrokê. Dr. Ismail Besikci, Sosyolog (bi nivîsekî), ji  partiya Sosialdemokratan: Anders Lago, Partiya Çep: Jakob Jonsson, Partiya Kesk: Bodil Ceballos, Moderatan: Fahmi Mahmod, Partiya Gel: Gulan Avci, demokratên mesîhî: Désiré Pethrus Engström, Seyidxan Anter kordînatorê CHAK ê…

– 2 Nîsan 2010, Panela li ser jenosîda Enfalê, li zanîngeha Stockholm, bi hevkariya KSAF Stockholm (Komela Xwendevan û Akademisyenên Kurd)
Enfal di dîroka Kurdan de jenosîda herî mezin e ku bi destê rejîma baas li Iraqê hatibû plankirin û li basûrê welêt hate pêkanîn. Armanca wê tunekirina Kurdan ji koka wan bû. Bi deh hezaran Kurd bûn qûrbanên plana rejîma Iraqê ye. Di salvegere destpêka jenosîda Enfalê bi pisporên pirsê re, panel hatibû organîzekirin.
Program: Monologa sanoger Kemal Gorgu bi navê ”Enfals barn”, Endamê Komîteya Navendî ya CHAK ê Gabar Ciyan bi nivîskar Bube Eser re li ser pirtûka wî “Boken om Enfal” hevpeyvînekê pêk dihêne. Rojnamevan Sîlan Saidi bi Prof. David Gaunt û pisporê hiqûqê Ove Bring re pirsê niqas dike. Pirsa jenosîdê û mafê hiqûqî di dadgehên navnetewî de hate ronîkirin.
– 3 Gulan 2010, Zanîgeha Sodertorn li Stockholm, Civîna agehdariyê li ser kampanya ”Azadiya Abdullah Demirbas”, saredarê SUR/Amed ê
Abdullah Demirbas bi nexwesiyek giran re ser dike. Turkiyê dixwaze wî di hespê de bigire. Tedawiya wî tenê li derve mumkun e. Di çarçoveya kampanya CHAK ê ji bo azadiya wî, civîn pêk hat. Hejmarek polîtîkerên swêdê besdar bûn. Biryar hate dayîn ku kampanya ji bo azadiya Demirbas xurtir bê rêvebirin.
Besdarên civînê: Evin Cetin (polîtîkara Sosyal demokratan), Yilmaz Kerimo (parlamenterê Sosyal demokratan), Leyla Tarhan (politikara sosyal demokratan), Yekbun Alp (politikara partiya çep) û nûnerên CHAK ê.

– 21 hezîran 2010, ABF Stockholm, Semînera ”Pirsa Kurd li Turkiyê, bi hevkariya Sosyal demokratan
Heyetek ji BDP ji aliyê parlementerê sosyal demokratan Peter Hultqvist ve hate dawetkirin. Heyeta BDP li Swêdê hejmarek civîn li deverên cewaz pêk anîn. Her wisa civînek ji raya gistî re, bi hevkariya sosyal demokratan û CHAK ê pêk hat. Besdarên semînerê li ser nêzîkbûna Turkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurda dîtinên xwe anîne zimên, li ser pirsgirêk û çareseriyê pêsniyaz hatin kirin, ji bo xebata li ser pirsê biryara hevdudîtin û xebatê hate dayîn.
Kesên  axifîn ev in: Peter Hulqvist (parlamenterê sosyal demokratan), Selahattin Demirtas (Rêvebirê BDP), Nuri Yaman (parlamenterê BDP), Dr. Nemrud Buyukkaya (Endamê CHAK ê), Evin Cetin (polîtîkara sosyal demokratan)…

– 5 tebax 2010, ABF Stockholm, konferansa zarokên Kurda di zindanên Turkiyê de
Îstatîstîkên li ber destan qala bi sedan zarokên Kurda di zindanê Turkiyê de dikin. Hejmarek ji wan nexwes in, bi gistî bêsuc in û qûrbanên qanûna terorê li Turkiyê ne. Di çarçoveya kampanya CHAK ê û hevkariya bi partiya çep, konferans pêk hat. Biryara berdewama xebatê hate dayîn.
Kesên axifîn: Jacob Johnson (parlamenterê partiya Çep), Hediye Güzel (siyasetvana partiya çep ), Keziban Yilmaz (awukata zarokên girtî li amedê, bi têlê besdar dibe) Berivan Sayaca (15) xelata CHAK ê ya mafê mirovan girt, saredarê SUR ê Abdullah Demirbas (bi têlê besdar bû). Dr. Nemrud Büyükkaya (endamê CHAK ê) li ser rewsa zarokên di zindanê de raporek pêskês kir.
Ji bo berdewama kampanya CHAK ê pistgirî hate pêskêskirin.

– 6 îlon 2010, ABF Varbygard/Stockholm, Semîner li ser rewsa girtiyên nexwes di zindanên Turkiyê de
Zêdeyî 50 girtîyên Kurd pir nexwesin, besek ji wan li ber mirinê ne û divê li derveyî zindanên tedawiyê bibînin. Her wisa bi qasî 250 kesên din jî bi nexwesiyên xedar ketine û di hepsênTurkiyê de ji ber bê tedawiyê roj bi roj ber bi mirinê ve diçin. Ji bo pirsgirêk bê ronîkirin û pêsniyazên çareseriyê destpêkirin, semîner hate pêkanîn.
Kesên axifîn: Dr. Kamiran Yildirim ji Mardinê, Caroline Syzber (ji partiya Mesîhiyên Demokrat), Emin Maskan (ji partiya keskan), Rebuar Fredon (ji partiya Moderatan), Evin Cetin (ji partiya sosyal demokratan), Bawer Kevir (ji partiya sosyal demokratan), Hediye Guzel (ji partiya Çep), kordînatorên CHAK ê Gabar Ciyan û Azad Heyder…

– 7-10-2010, Stadsbiblioeteket Gavle, Civînên agehdariyê li ser rewsa dadgeha li Amedê ya li dijî saredar û siyasetvanên Kurd, bi hevkariya nûnerên sosyal demokratan
Ji sala 2009 heta niha hejmarek bilind ji siyasetvan, saredar û parêzvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê hatin girtin. Dadgeha 151 kesan di 18 cotmehê dest pê kir. CHAK bi delegasyona xwe bi sêweyekî fermî besdarî dadgehê bû. Di rêzecivînên agehdariyê li Swêdê de, partî û dezgehên çûbûn Amedê dîtina xwe li ser pirsê anîn zimên û ji bo encama dadgehê bi erênî be, plana xebatê hate pêskêskirin.
Besdarên civînê: Leyla Tarhan (ji sosyal demokratan), Ramazan Kizil (ji sosyal demokratan), Emin Maskan (ji partiya kesk), kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter û  Gabar Çiyan…

– 8-10-2010, ABF Uppsala, Civînên agehdariyê li ser rewsa dadgeha li Amedê ya li dijî saredar û siyasetvanên Kurd, bi hevkariya KSAF-Uppsala
Ji sala 2009 heta niha hejmarek bilind ji siyasetvan, saredar û parêzvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê hatin girtin. Dadgeha 151 kesan di 18 cotmehê dest pê kir. CHAK bi delegasyona xwe bi sêweyekî fermî besdarî dadgehê bû. Di rêzecivînên agehdariyê li Swêdê de, partî û dezgehên çûbûn Amedê dîtina xwe li ser pirsê anîn zimên û ji bo encama dadgehê bi erênî be, plana xebatê hate pêskêskirin.
Kesên axifîn: Emin Maskan (ji partiya keskan), Jacop Johnsson (ji partiya çep), Evin Incir (KSAF-Uppsala), kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter, Gabar Ciyan, Azad Heyder.

B- Serdana Turkiyê û Kurdistanê

– Rewsa Kurdên li Anadolê, li istanbul, izmir û Mersinê, 2-11 tebax 2010.
Di van demên dawiyê de li bajarên Turkiyê êrîsa li dijî Kurda bêhtir bû. Kordînatorê CHAK ê Gabar Çiyan li ser êrîsên li dijî Kurda û rewsa Kurda li bajarên Anadolê lêkolînek pêk anî.

– Pistgiriya siyasetvan û saredarên Kurd di zindanan de û raçavkirina dadgeha li dijî wan li Amedê,
15-19 cotmehê 2010 de kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter û Gabar Çiyan li Amedê bûn, qonaxa dadgehkirina 151 nûnerên Kurda ji nêz ve sopandin, hevdîtin pêk anîn.

C- Belavkirina raporan li ser mafê mirovan li Kurdistanê

– 12 nîsan 2010, li ser rewsa siheta saredarê Surê Abdullah Demirbas
– 28 nîsan 2010, Rewsa Kurdên Feylî
– 12 Hezîran 2010, zarokên Kurda di zinadnên Turkiyê de
– 13 hezîran 2010, rewsa 3000 zarokên di zindanên Turkiyê de, ji aliyê hiqûqî û sihetê
– 10 cotmeh 2010, dadgehkirina saredarên Kurd û parzêvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê
– 20 cotmeh 2010, rewsa parêzvanê mafê mirovan awuqay Muharrem Erbey di zindana Amed ê de
– 13/10-2010, jenosîda Sînema Amûdê
– 23/10-2010 Rewsa rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê

Kurdocide Watch-CHAK Bakur/Rojava

Amadekar:
Kemal Gorgu, Azad Heyder, Seyidxan Anter, Gabar Çiyan

F
E
E
D

B
A
C
K