EuroKurd Human Rights dezgehek însanî ye û li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê dixebite. Dezgeh bi çi hêz û îdeolojiyan ve ne girêdayî ye, ji awira aborî ve serbixwe ye. Xebata xwe li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînî pêk dihêne û pirsa mafê mirovan li ser esasê qanûn û peymanên navnetewî disopîne.

EuroKurd rapor û nûçeyên li ser pirsê berhev dike û yên giring werdigerîne kurdî. Pasê ji bo ronîkirina raya gistî bi rêya malpera xwe belav dike.

EuroKurd bi dezgehên navnetewî /netewî yên însanî re têkiliyan datîne.

Zarathustra News ji bo berhevkirina nûçeyên li ser pirsê, di xizmeta EuroKurd Human Rights ê de ye. www.eurokurd.net li ser bingeha armancên EuroKurd ê wesana xwe dike. Naveroka malperê giraniya xwe li ser pirsên mafê mirovan li Kurdistanê û ewlekariyê ye.

Bi silavên dostanî û biratiyê
EuroKurd Human Rights
Stockholm

 

Hejmar: 5, Çileya Pêsîn 2008

 

 Human Rights Watch:
Li Turkiyê Hiskiya Polîsan zêde dibe

Dezgeha Raçavkirina Mafê Mirovan, HUMAN Rights Watch-HRW raporek 80 rûpelî di bin nave "Kelemên li pêsiya serê li dijî hiskiya polîsan" di 5 ê çileya pêsîn 2008 an de belav bû.
Di raporê de tê gotin ku, hiskiya polîsan li dijî hemwelatiyan zêde bûye. Sedema zêdebûna hiskiyê bi bêdengiya hikumetê ya hesab nepirsînê ve tê girêdan.

Rapora HRW ji sala 2007 an heta niha, bi tevayî 28 buyerên cewaz yên bi destê polîsan pêk hatiye hemêz dike. Hiskiya polîsan bi belgeyan ispat dike. Di raporê de buyerên ku bi kûstinê dawî hatine û helwestên neînsanî li hemberî xelkê jî cî digire. Li gorî raporê, kesên dixwazin li dijî polîsan lêpirsîn û daweyan bidin destpêkirin, bi îdîayên pasîvkirina polîsan têne sucdarîkirin.

Serokê HRW Kenneth Roth ji Turkiyê dixwaze ku, welêt xwe ji çanda hiskiya polîsan rizgar bike. Rêya vê, bi serê hiskiya wan dikare mûmkûn bibe. 

Hiskiya Polîsan pistî guhertin û pejirandina qanûna polîsan di hezîrana 2007 an de, zêdetir bû. Qanûn, polîsan teswîkî karên xirab dike û mecalên nû dide polisan ku hiskiyê bikar bihênin. Di dema amadekirina rapora HRW de jî, polîsan li bajarên Istanbul, Enqere, Edenê û Bursayê li dijî xelkê çek bikar dihanîn. Di heft buyeran de, gelek kes hatin kûstin.

Lêpirsînên li dijî polîsan tê destpêkirin qet kûr nabin, bê encam dimînin. Ev yek pirsgirêkê mezintir dike. Polîs mudaxeleya qonaxa lêpisînê dike, rapor û belgeyên li dijî xwe dide guhertin. Lêpirsînên dadgêran yên li dijî polîsan wextekî dirêj digire, gelek caran bê encam bi dawî tên. Cezeyê girtin û zindanîkirinê bo polîsan pir kêm in.

Li gorî kesên mexdur, polis pista xwe didin qanûna parastina polîsan û wezîfedarên fermî. Heta li dijî polîsên sucdar gavên ciddî neyê avêtin, ev bawerî dê bidome.

Turkiyê, di qonaxa berendamtiya EU de, di 5 salên dawî de, ji awira guhertina qanûnan û bendên binçavkirinê gavên erênî avêt. Kesên ji ber qanûna terorê hatin girtin, mafê wan li ber çava hate girtin. Lê bi taybetî, pistî guhertina qanûna polîsan, anku ji serê 2007 an pê de hiskiya polîsan zêde bûye û helwestên wan yên neînsanî têne dîtin.

Îskence û helwestên neînsanî bêhtir li kolanan, di dema girtinê, di timobîlê de û li cihên ne eskere dibin. Çekên polîsan ji bo kûstinê siwarkirî ne û kesên ku biya wan nakin, dikevin ber êrîsa wan, carna jî têne kûstin.

Tawsiyeyên HRW ji bo hikumeta Turkiyê wisa ne:

– Avakirina dezgehek serbixwe ya polîsî ji bo raçavkirina lêpirsîn û lêkolînên li dijî polîsan hatine destpêkirin
– Di dema kontrola polîsan de, nasnameya polîsan bê diyarkirin û sedema hiskiya wan û buyeran bê raporkirin
– Kûstina mirovan tenê li ser bingeha rizgarkirina jiyana mirovan bê kirin
– Lêpirsîn û dadgehkirina sucdarên fermî bi zutirin wextê bê kirin

Fermo bi zimanê Ingilîzî rapora mafên merovan di pêvekê de!

F
E
E
D

B
A
C
K