Piştî avabûna komara Turkiyê (1923) mînorîtetên li Turkiyê li dijî dewletê weke tehdît hatin nîşandan. Mînorîtet ji aliyê rêvebiran ve ji bo `netewe û sînorên ku nikare bê dabeşkirin`, weke xeter hatin danasîn. Nêzîkbûn û pêkanîna sîstemek wisa li Turkiyê, bandorek mezin bi şêweyekî neyênî li mînorîtetan kir, û rê li ber mafên wan yên bingehîn û mafê wan yê perwerdê kir.  

Li hemberî cewaziya çand, olan û înkarkirina wan, nasname û neteweperestiya Turka weke nirxên bingehîn pêşkêşî civatê dibe. Ji ber dîskirîmînekirin, biçûkxistin û henekpêkirina bi mînorîtetan, mirov mecbûr dimînin ku nasname û ola xwe ya etnîkî eşkere nekin.

Turkiyê hejmarek peymanên navnetewî pejirandine. Li ser bingeha wan, mînorîtet dikarin mafê perwerdeya xwe pêk bihênin. Bi Yekîtiya Ewropayê re peymanên hene, hetanî cihekî mafê mînorîtetan yê perwerdê bi dest xist. Lê jibo tekûzbûna mafê wan perwerdê, rê dirêj e û dive gelek guhertin û xebat bê kirin.

Di dema amadekirina vê raporê de, bi hejmarek mamoste, xebatkar û dezgehên însanî yên mînorîtetan re hate qisekirin. Dîskirîmînasyona ziman û olê ji awira perwerdê ve hate ronîkirin. Di dawiya raporê de pêşniyarên me jibo hikumeta Turkiyê hatine pêşkêşkirin. “

Rapor ji aliyê Nurcan Kaya ve hatiye amadekirin, û ji 133 rûpelan pêk tê. Kesên bixwazin bixwînin dikarin bi rêya vê lînkê bixwînin: http://www.minorityrights.org/7732/reports/forgotten-or-assimilated-minorities-in-the-education-system-of-turkey.html

Wergêr: EuroKurd Human Rights

F
E
E
D

B
A
C
K