Beré niha du caran min li ser mijara saziya Islamo-Turk, Cema’at u xeterén wé ji bo Kurdan nivisibu. Di hin nivisarén din de me behsa rewsha Bashuré Kurdistan kiribu.
Sereké Cema’eté Fethullah Gulen e u li derdoré wi gelek shewirmendén nijadparézén Turk hene. Pirraniya wan xwedi diplomeyén xwendina bilind in, di qadén bilind de li nav dewleta Turk cikiri ne. Yan li dewletén cihé di ciyén giring de kursiyén wan hen.
Amanca Cema’eté Turkitiyé bi réya Islamiya nerm di cihané de belav bike. Awayén belavkirina Turkitiyé cihé ne u hemu ji girédayé yak navendé ne. Ew navend di vé kéliyé de li Amerika xuya ye lé li Turkiyé bi xwe ji (Ankara) organize ye. Di nava her qada civaké de peyda dibe, di nava her saziyé de heye. Ji parlemento u leshkeri bigre heta saziyén mamosteyan, textoran, bazirganan (tuccar), xwendekar u dergehvanan organize ye. Amanc yek e u ji bo vé amancé desteka dewleté bi xwe jé re mezin e.
Beré niha me gotibu ku ev Cema’et li dewletén temamiya cihané organize kiri ye. Rojhilata Navin, Asya, Ewropa, Amerika, u hwd. Di van her du salén dawin de li Rusya u chend dewletén Afrika ev réxistin u saziyén cihé ku peywendiyén wan bi réxistiné re hene hatin qedexe kirin. Bi teybeti li Rusya ev sazi u hemu réxistinén din ku pé ve girédayi ne ji aliyé Dadgeha Bilind bi tewanbariya "ji dewleté u navneteweyi re xetereke mezin e" hate qedexe kirin. Heta bi pirtuk u kovarén wan ji ji bazaré re qedexe kirin. Li gora ajansa nuçeyan RIA, ev sazi heri zéde bi Bozkurtçuyan re di tékiliyan de ye. Loma sazi dive were girtin u ti mecal neyé dayin ku li nava wi welati zéde bibe.
Bash e, ew li Rusya dibe u xetera vé réxistiné ji dewleteke weha mezin re "xeter e". Li nav dewletén li Afrika hin dewletan ev sazi nedane ava kirin u dezgehén bazirgani dane kémkirin. Xwendegehén ku vé réxistiné dabune vekirin yan hatin girtin yan ji ji bin bandora vé saziyé derxistin. Disa li 35 dewletan bi qasi 400 heb xwendegeh heye.
Rayedarén Bashur çi dikin? Dezgehén bazirganén Turk zédetir dikin. Xwendegehén vé Cema’até zédetir ava dibin u shagirtén van xwendegehan bi pirrani ji zarokén rayedarén Kurdistan pék tén ! Siyaseteke bashur ji bo vé érisha bazirgan u serdestiya planén Turkan nine. Lé siyaseta dewleta Turk, bi réya cema’eté di hember Kurdan de hey. Minak :Di destpéka sala 2007 de gelek bazirganén din xwestin ku li wira firmayén xwe vekin. Yén bi cibuyi " xebata xwe " didomandin. Gelek bazirganén din dixwestin dezgehén xwe li wira ji bo " bazirganiy é " vekin. Lé pirr enteresan e ku ji qada bilind ya nav dewleta Turk, bi teybeti ji navenda Cema’et, ferman hat ku yén nuh divé demeké rawestin. Ew bazirgan bi hevra rawestan. Plana xwe pash xistin.
Dema ku meriv li wé demé dinére té xuyanikirin ku dewleta Turk ji bo haziriya ketina nav Bashuré Kurdistan lebiki ye. U Cema’et ji di xwe de dibine ku bi dewleté re mudaxela bazirganén xwe bike. Loma ew dizane ku wé sherr derkeve.
Erish li héviya erékirina emré serokatiya Turkiye ye. U ew dema érishan kete nav mehén Mijdar u Kanun 2007. Leshkeré dewleté shikest. Bi bayé bezé vegeriya. Ev shikestin bu sedema érishén nav sinorén Turkiyé. Li her aliyé Bakuré Kurdistan zilm u zoreke mezin li ser gelé Kurd té meshandin. Chengé zarokan li kuçeyén bajerén Kurd li ber kamereyan téne shikandin, pirejinén Kurd li nava sikakan téne éshkencekirin, malén kurdan téne shewitandin, li Kurdan heqareteke mezin dibe!
Cihana "demokrat" bédeng" e u Bashuré Kurdistan xwe kerr kiri ye? Halbuki Kurdén ku li bakur Newroz di bin her awayé zor u zilmé de, bi gelek bedelan, piroz kirin ji tememiya nufusa Bashuré Kurdistan zédetir bu!!!
Li Rojhilat u Rojavayé Kurdistan ji bi eyni coshé u bi eyni bedelan Newroz hate pirozkirin. Newroz, isal bu roja ispata Kurdbuné. Roja xwe naskiriné. Roja biryara hebun u nemané. Roja biryara qewin ya "Em Kurd netewe ne u em wek netewe ji dixwazin bijin".
Di sé televizyonén bashuré Kurdistan de yek nuçeyeke ciddi nehate dayin??? Di évara newrozé de programén muzika erebi dihate weshandin. Reqqasén jinén ereb hebun!!!
Gelo dema ku Enfal u komkujiyén li Bashur dibun u Bashuri direviyan nava pésira Bakuri, Rojavayi u Rojhilatiyan ji bira Bashuriyan çuye?
Xwedé xér ke, nuçedayin ji kete bin bandora berjewendiyén sivik u rojane? Eger em kurd li ser hev nexeyidin ki li ser me bixeyide? Chi birre birra me ye ku em ji xelké dixwazin li ser me bixeyidin?
Ev dem ji bo pasheroja Kurd u Kurdistané geleki giring e. Pirrbun u cihébuna parti, bir u ramanan tishteki xwezayi ye. Lé gerek e her Kurd, her parti u her saziya Kurd bizane ku vé demé Kurd di bin kontroleke navneteweyi de ne. Hézén xwedi karina ji nuh ve cihan parvekirin heye Kurdan tenik tenik u bi agahdari dishopinin. Dinérin ka Kurd xwedi cewher in xwe bi xwe idare bikin yan na? Ka ew dikarin siyaseteke Kurdi u Kurdistani bi réve bibin yan na? Ango, projeya Kurdan neteweyi ye yan herémi ye?
Hézén navneteweyi dixwazin bibinin ka ji bo buyereke li Amed, Mehabad, Hewlér yan Qamishlo diqewime ji hawirdoré Kurdistan Kurd dirabin u li ser xwe dixeyidin yan na?
Gelo ewé ji zor u zilma li ser xwishk u birayén xwe re bédeng diminin yan na? Eger Kurd li ser hev xeyidin u seré xwe li hember bandora derve rawestan ewé pasheroj weki din be. Yan na ev bindesti u sefalet dewam e! Ango, dema cihan bibine em li ser hev dixeyidin u ji dijmin destdiréjiyan qebul nakin ewé xwe neziki me bikin. Ne ku ew hez ji me bikin. Na, ewé ji bo berjewendiyén xwe néziki me bibin. Divé em vé di méjiyé xwe de bikolin!