Qanûnên azadiya hizirkirinê li Turkiyê bersiva raya giştî nade. Qelsbûna qanûnan rê ji dadgehan re vedike ku mirov bêne cezekirin.

Azadiya Welat yekem rojnameye ku bi kurdî û rojane weşana xwe didomîne. Xwedî û rêvebirê wê Ozan Kilinç, li Amedê bi 21 sal hepis hate cezekirin. Bêguman e ku, bi qedexe kirina azadiya hizirkirinê û nedîtina daxwaziya mînorîtetan li Turkiyê, rê li ber hişkiya didome nikare bê girtin.

Kilinç ji ber propogande kirina PKK ê sûcdar hatibû dîtin û dadgehê di 9 sibatê de jê re ceze birî. Kilinç roja dadgehê li wir ne amade bû. Lê dadgehê biryara cezekirina wî da. Bi biryara dadgehê mafê wî hate binpêkirin. Heman demê parezgerê wî, ji bo temyîzê nivîsek pêşkêşî dadgehê kir.

Kilinç mîna gelek kesan bû qûrbana qanûna terorê ya 3713 an. Qanûn bûye navgîn û aletek herî xurt di destê dewletê de ku mirovan bêdeng bike. Li gorî Bianetê, di 2009 an de 47 kes ku 22 ji wan rojnamevan in, bûne qûrbana qanûna terorê. Ji wan re 58 sal hepis û bi qasî 9 740 lirayên Turkiyê ceze hatiye birîn. Kilinç ji heman qanûnê, bi benda 220 an hatibû ceze kirin.

Li gorî parêzvan Servet Ozen, di dadgehkirina Kilinç de ji awira pêşkêşkirina dokumentan ve kêmasiyên hene. Dadgeh kêmasiyên xwe nabîne û ji Kilinç re ceze dibire. Biryara dadgehê, bêqanûnî ye. Em ê li dijî biryarê gavên pêwîst bavêjin.

Rojnameya ku ji Amedê tê îdarekirin, ji 1994 an ve gelek caran ketiye ber taqîbatên qanûnî. Hamdullah Yilmaz rêvebirê berê yê rojnamê bû. Li dijî wî 21 caran doz hatin vekirin. Mecbûr ma derkeve derve. Redaktorek din, Vedat Kurşun bi propogande kirina PKK ê hatibû sucdarî kirin û zêdeyî salekê girtî ma. 18 ê sibatê dagehkirina wî tê plankirin. Redaktorê niha Tayip Temel ji ber qanûna terorê bi 14 mehan hat cezekirin.

Dadgehkirina Kilinç didome û li dijî wî du (2) daweyên din jî hatine vekirin, jê re 5 sal cezeyên din tê xwestin.

EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K