Lêkolînêr Beth-Sawoce:
Rewsa Suryaniyan têra xwe tevlîhev e

Gabar Çiyan

– Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Sawoce kî ye?
Navê min Jan-Beth Sawoce ye. Ez di sala 1955 an de li bakurê Mezopotamya, Tora Evdînê hatime dinyê. Pistî derketina derveyî welêt, di gelek komeleyên Mezopotamyayê de xebatên min çêbûn.

– Enstîtuya Mezopotamyayê çi demê ava bû û armancên wê çi ne?
Enstituya Mezopotamyayê di sala 1998 an de ava bû. Vê kêliyê di arsîva me de hejmarek bilind pirtûkên li ser gelên Mezopotamyayê hene. Cihê me li Flemingsberg a Stockholmê ye.

Armanca me ya sereke ew e ku tevayê pirtûkên nû û yên kevnare li ser Mezopotamyayê kom bikin. Her wisa li ser li ser ziman û dîroka Mezopotamyayê jî pirtûkên me bi swêdî belav dibin.

– Hejmara Asurî /Suryaniyan li Turkiyê çiqas e? Pirsgirêka herî mezin çi ye? Nêzîkbûna Turkiyê li pirsê çawa ye?
Hejmara Asuriyan (Suryani-Kildani) li Turkiyê nêzî 20 hezaran e. Besek mezin ji wan li Stenbolê, yên din jî li aliyê Tora Evdînê û Botanê dijîn. Ew jî mîna gelên din ji awira fermî ve nayên nasîn. Pistî avabûna Komara Turkiyê ji bilî turkî pê ve tevayê zimanên din hatin qedexekirin. Tevayê gelan weke turkan hatin hejmartin, weke mîsal Asurî / Suryanî weke "turkên mesîhî", kurd jî "turkên çiyayî" hatin binavkirin.

Zilm û tadeyiya rejîmên Kemalîst li hemberî gelên din hetanî roja me bê westan û bi hemû hiskiya xwe domiya ye, didome. Rejîmên Kemalîst ji bo ku zilm, heqaret, sirgon, talan û qetilkirinên xwe bi cî bînin û bighêjin armancên xwe, sergirtî anjî eskere, hêz û dezgehên sivîl û leskerî ava kirine/dikin.

– Li Îranê rewsa Asuriyan çawa ye?
– Hejmara Asuriyên li Îranê 30 hezar e. Ew li gelek aliyên Îranê belav bûne, lê bêhtir li Tehranê dijîn. Pistî rejîma îslamî ya fasîst li Tehranê hate ser hikum û iqtîdar xiste destê xwe, hejmara Asuriyan kêmtir bû. Li tevayê Îranê tenê qanûnên îslamî bandora xwe hene. Li wir, kesên ne îslamî ne sensê xwe û jiyanê holê rabûye. Mirovên ne misilman bi rêya zorê toreya misilmantiyê dipejirînin.

Di demên berê de hejmara Êzîdî û Cuhuwan li dora Urmiyê û cihên wan, bilind bû. Lê îro li ber tunebûnê ne. Kes nema ye. Êzîdî, ji ber ku baweriya wan ji aliyê ola dewletê ve nayê pejirandin, ji sala 1979 pê ve bûne hedef ji rejîma Îslamî ya Îranê re…

Kesên baweriya xwe ne îslam be, nikare bibe wezîfedarê bilind yê dewletê. Qanûnên dewletê rê li ber wana digire ku ji awira wezîfeyên leskerî û polîtîk ve werin cihekî bilind. Asurî, anku li ser navê olên derveyî îslamê, niwênerekî xwe di meclîsê de heye. Lê çi hêza wî niwênerî tune ye ku karîbe bandorê li parlementoyê bike. Gelek ji Asuriyan bi rêyên dizî anjî eskere Îranê bi cî dihêlin û derdikevin derveyî welêt.

– Li Iraqê rewsa Asuriyan çawa ye?
Heta sala 1990 î, hejmara Asuriyan li Iraqê zêdeyî 1 milyonî bû. Pistî serê Kendavê hejmara wan herku çû kêmtir bû.
Di nava Asuriyan bi xwe de nakokiyên olî û herêmî hene. Nakokiyên navxweyî herdem rê li ber yekîtiya wan ya ji bo daxwaziyên netewî yê polîtîk girt. Keseyên pasverû û rêvebirên din yên olî li pêsiya yekîtî û polîtîzebûna Asuriyan herdem bûne kelem.

Pistî têkçûna Sadamî jî, Asurî di gel nakokiyên navxweyî jiyana xwe domandin. Perçebûn û nebûna yekîtiyê di nava Asuriyan de bû sedem ku, desthilatdarên Iraqê karîbin wan li gorî berjewendiyên xwe rêve bibin, kontrol bikin. Ev tev bûn sedema tevluheviya îro.

– Li Suriyê rews çawa ye?
Pistî ku di sala 1973 an de partiya ereb, Baasiyên neteweperest û fasît iqtîdar xistine destê xwe, hejrama Asuriyan li Suriyê kêmtir bû. Asurî jî mîna neteweyên ne ereb, çi mafê xwe yên netewî tune ye.

Li herêma "Gozarto"yê (el Cezîra) 20 sal in ku rejîma navendî ya Suriyê, fesadî û gelaciyê dike da ku nabêra kurd û Asuriyan xirab bike û wan têxe hemberî hev.  Lewma li wê herêmê di navbêra kurd û Asuriyan de buyerên nexwes pêk hatin..

Îro hejmara Asuriyên li Suriyê 1 milyon e. Bi fermî weke "Erebên Mesîhî" têne nasîn. Zimanê wan tenê li Gozartoyê tê axaftin.

– Hejmara Asuriyan li cîhanê çiqas e? Li çi deveran dijîn û bi çi pirsgirêkan têne hemberî hev?
Assuri/Suryani/Kildani li gelek deverên cîhanê belav  bûne û hejmara xwe zêdeyî 7 milyona ne. Bêhtir li bakur û basurê Emerîka, Awustralya, Ewropa û Rûsyayê dijîn.

Asuri li welatê xwe, di nava sîstemek pasdemayî ya feodalî de jiyana xwe didomandin. Mirov li wir bi baweriyên rejîmê, sîstema feodalî û olî ve dihatin îdarekirin. Nexwendinî, pasdemayîn, nezanî di nava xelkê de pir kur bû. Dîrok, ziman, çand û ola wan bi rêyên qanûnî hatibû qedexekirin. Lewma nikarîbin pês bikevin û ji cîhanê îzole dibûn. Avakirina komeleyekî li dora hizirkirinekî qedexe bû. Qet mecalên wan çênebû ku karîbin pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin.

Asurî bi mantiqek wisa, ji gelek dever û ber sedemên cewaz derketin welatên xerîbiyê. Li derveyî welêt, 30 40 salên dawiyê bi gelek pirsgirêkan hatin hemberî hev. Îro jî ji ber pirgirêkên navxweyî ku karakterên xwe olî, ziman û herêmî ne, pir diksînin.

Ji ber nakokiyên wisa yên navxweyî, di nava ciwanan de bêhêvîbûn, bêhurmetî, û asîmîlasyon pêk hat/ tê. Îro bi rastî rewsa me têra xwe tevlîhev e. Lewma di nava ciwanan de bêserûberî heye. Û ciwanên me ji ber pirsgirêkên wisa, ji pirsê sar bûne û berê xwe ji pirsgirêkên me guherandine.
Berê me li çi deverê ye? Çi kes nizane!

– Ji awira mafê mirovan ve pirs çawa dikare bê çareser kirin? Hêviyên we ji dezgehên însanî yê EU û USA yê çi ne?
Mixabine ku li ser cî û nirxên xebatên mafê mirovan çi dezgehên me tune ne ku me perwerde bikin û da ku em jî sûdê ji xebatên wisa bigirin…

Belê, hejmarek dezgehên me yên netewî û navnetewî dixebitin hene. Ji bo buyerên polîtîk li welêt, car caran alîkariyê ji dezgehên însanî dixwazin. Lê ji derveyî vê gavên din nehatine avêtin…

Zarathustra News – [email protected]

 Jan Beth-Sawoce

—————————————————————————————————–

 

 

EuroKurd Human Rights

EuroKurd Human Rights dezgehek însanî ye û li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê dixebite. Dezgeh bi çi hêz û îdeolojiyan ve ne girêdayî ye, ji awira aborî ve serbixwe ye. Xebata xwe li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînî pêk dihêne û pirsa mafê mirovan li ser esasê qanûn û peymanên navnetewî disopîne.

EuroKurd rapor û nûçeyên li ser pirsê berhev dike û yên giring werdigerîne kurdî. Pasê ji bo ronîkirina raya gistî bi rêya malpera xwe belav dike.

EuroKurd bi dezgehên navnetewî /netewî yên însanî re têkiliyan datîne.

Zarathustra News ji bo berhevkirina nûçeyên li ser pirsê, di xizmeta EuroKurd Human Rights ê de ye. www.eurokurd.net li ser bingeha armancên EuroKurd ê wesana xwe dike. Naveroka malperê giraniya xwe li ser pirsên mafê mirovan li Kurdistanê û ewlekariyê ye.

Bi silavên dostanî û biratiyê
EuroKurd Human Rights
Stockholm

 

F
E
E
D

B
A
C
K