Pêvajoya nû di hemû welatên Ereban de dibe xwediyê bandorekê giran. Dibe ku rejîmên hin welatên Ereb li ber pêla vê pêvajoyê nekevin, lê belê ne mumkun e ku ew zerarê nebînin.

Ez naxwazim bi awayekê gistî li ser vê pêvajoya Bahara Ereb bisekinim, bi vê nivîsê ez dixwazim di derbarê rewsa Sûriyê û helwesta Kurdên vî parçeyê Kurdistanê de hin nêrînên xwe bînim ziman.

Beriya her tistî helwesta Kurdên Rojava hêdî hêdî dikeve xeta rast. Ji destpêka pêvajoya Bahara Ereb vir ve, rêxistinên vî parçeyê Kurdistanê nebûn xwedî nêzîkatiyekê rast. Digel têkosîna cur be cur hêzên muxalîf, Kurdan dengê xwe bilind nekirin. Di nava rêxistinên Kurdan de daxwazekê hebû ku ew bi rejîma Besar Esad re bikevin nava diyalogê û li ser esasê naskirina hin mafên Kurdan ew xwe tevlî têkosîna dijî rejîmê nekin. Di warê siyasî û herweha dîrokî de ev nêzîkatî pir sas bû û ne li gorî berjewendiyên gelê me bû.

Di helwesta nuqsan ya Kurdan de rola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pir mezin bû. PYD kete nava kêmasiyekê ciddî ya siyasî. Bêguman di nêzîkatiya PYDê de rola KCKê û perspektîfên wî jî heye. Lê belê, weke hêzêkê vî parçeyê Kurdistanê û xwedî hezaran sehîdan, PYD dikaribû zûtir pêserojê bidîta û li gorî pêdiviyên berjewendiyên Gelê Kurd bibûya xwedî xetekê têkosînê.

Kustina Mîchel Temo bû sedemê vegera ji kêmasiyan. Ji 7ê Cotmehê vir ve bi sedan hezaran kes tevlî serhildanan dibin. Bahara Ereb hêdî hêdî dibe Bahara Kurdên Rojava jî. Eger ji vê  serîhildanê re bas pêsengî were kirin, di nava mehekî de rejîma Besar Esad mesrûyeta xwe wenda dike û derî ji pêvajoyekê nû re vedibe. Bêguman di vê pêvajoya nû de wê Kurd bibin xwedî hêzekê xurt.

Digel kêmasiya ku hatî jiyîn, divê PYD hemû hêza xwe bikêsîne axa Rojava û bi hêzên din yên Kurdan re bikeve nava hevkariyekê bas. Ji vê demê bi sûnde ez tu wateyê nadim mayîna hêzên PYD ên li Qendîlê. Ez dikarim bêjim ku, di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ev cara yekem e ku fersend dikeve destê Kurdan, divê ev derfetan neyên wunda kirin.

Em dizanin ku di Rojavayê Kurdistanê de cur be cur hêz hene. Dibe ku hêzên ji PYDê mezintir û bihêztir jî hebin. Lê belê PYD xwediyê bi sedan, dibe ku bi hezaran, sehîdan e. Lewre divê ew ji hemû hêzên din zêdetir bikeve nava têkosînê. Encex wê demê mirov dikare bêje bîranîna sehîdan nehatiye jibîr kirin.

Di dawî de ez dixwazim vê jî bêjim; ji her demê zêdetir vê gavê pêdiviya Kurdan bi Yekîtiyê heye. Divê hemû hêzên Rojava nakokiyên xwe  jibîr bikin û bihev re bikevin nava karê gêskirina têkosînê. Ji hemû hêzan zêdetir jî divê PYD bibe xwediyê nêzîkatiyekê dilnifs û fedakar.

10.10.2011

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K