Wilo xuya dike ku pêvajo bandorê li gelek tiştan dike. Ev bandora şoreşê ye. Guhertin yanî!.. Şoreşên ku çavkaniya xwe ji pîroziya mirov distînin û ji bo rûmeta mirov û jiyana bi rûmet û azad têkoşînê dikin. Di encamê de, dilsozî û fedekariya tilmêz/şagirt/hawariyan derdikevê pêş. Guhertina hest, giyan û mêjî… Guhertina bîr û baweriyê… Di hest, mêjî, giyan û nêrînan de nûjenî… Bi ewlebûna degelî himbêz kirina jiyanê.
Di guhertinên wiha de, pêvajo wek pêl û şelqên bi hêz in, bi şiddih li sed û bendên statuko didin û dibine sedema teqînan. Şoreþ teqîn e û nîqaşên dawî jî, encama vê teqînê ne. Di paşerojan de ev nîqaş wê dijwartir bibin û encama bêjingkirinê jî wê bide.
Di pêvajoya çareseriya pirsgiêrka Kurd de, nîqaşên di qatman û baskên civaka Kurd de jî, wê li nav serûguhên hev bikevin. Ji ber ku di şoreşan de, şer tenê bi dagirkeran re nayê kirin. Dagirkerên hundir jî hene. Ev dagirker, ji yên derve dijwartir û dirrindetir in.
Şoreşa Kurdî, di vê qonaxê de; ji hişmendiya Kurd re, xelata herî mezin, jiyana bi rûmet û xwedî derketina li nirxan, li pîroziyan radest kiriye. Eger ciwan, zarok û jin, sirûda neteweyî di merasimên Nemirên Kurdistanê de, bixîwînin pêrên rimiya agirê azadiyê, ji serê çiyan daketiye û di mitikên dilê mirovan de germahiyê bela dike.
Di sînema şoreşa Kurdî de, bi hezaran lîstik, dek û dolab, sextekarî, dirûtî, demagojî razayî ne. Lê yek ji van xerabiyan jî, ji gel/cemawer nayê; ji çînên bijarte, wek feodalan, wek burjuwa, wek nivîskaran, siyasetmedaran, wek rewşenbîran tê. Lewma, serkêşên Şoreşa Kurdî, her dem mijara ‘rûmet û xîretê û exlaq’ tînine ziman. Rûmet, xîret û exlak,  ji her kesî re lazim e. Ji rojnamevan û nivîskarên ku destên wan, biqasî destên serfermandarê artêşa Tirk bixwîne re jî, lazim e. Ji nivîskar û rewşenbîrên ku navdariya xwe di rûniştina kêleka dijmin de dibînin re jî lazim e. 
Balkeş e ku demokrasiya li dijî gelê Kurd, terora bê exlak û rûreş kiriye ‘arma’ û di stuwê tevahiya gelê Kurd ve daleqandiye. Ev bextreşî,  ji gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd re, kiryareke “maqûl” e. Yanî kiryarên li Kurdistanê, ji kursiyê wan, ji karûxebata wan ya  di saziyên Tirk de, ne giringtir e.
Lewma nîqaşên di vê pêvajoyê de giring in, lê dive ku nîqaş di çarçoveya exlaqê nivîskariyê de werê kirin. Û em bêjin:
Berî çend salan me xwest ku derbarê dîrokê de nîqaşê bidin dest pê kirin. Xweş dest pê kir, zû tefiya. Piştre, mîna niha  nîqaşa li ser rewşenbîriya Kurd dest pê kir, olan veneda, çilmisî û dibin siya xwe de fetisî. Nîqaşa dawî ya li ser romana Kurdî jî, ji êrîşên kesayetî xelas nebû û di bêrma nezanînê de behitî ma. Mixabin sûdewariyek neda magazîna edebiyata Kurdî.
Hêvî dikim ku nîqaşa li ser rewşenbîriya Kurd, wê cûda be û bigihe encamekê. Ji ber ku, her kes ji rewşenbîriya Kurd nerazî ye û dilbiêş e. Nexweşiyek din jî heye, tukes newerê vî navî li xwe bike. Lê her kes bi vî navî li ser navika xwe dibire. Ev nav, pesindarî û  tirsê bi hev re diragire. Tirs jî, pesindarî jî,  ji rol û misyona rewşenbîrî tê. Lê  weqiya tirsê girantir e. Belkî berjewendî… 
Tirs hinekî  nezanîn û tênebgihiştin e. Nezanîn û tênegihiştin; bêbaweriyê diafirîne. Ev jî xeleka di kerika bêhvila rewşenbiriya Kurd de ye. Yanî têkiliya destîniya cografya Kurdistanê û destîniya rewşenbîriya Kurd e.  Mîna  ku destîniya romana Kurdî, bi destîniya civaka Kurd û destîniya cografya Kurdistanê ve girêdayî ye… 
Dîrok û cogrfaya, civak û cografya, kultur û cografya xelekên hevûdin teman dikin e.
Li tu welatên ku gelê wî welatî, şerê neteweyî  dikê de, rewşenbîr bêalî namînin û ji gelê xwe cûda haraket nakin. Min di nivîseke xwe de got, “rewşenbîrên Kurd tirsonek in. Li nasnameya xwe xwedî dernakevin, bi rol û misyona xwe ranabin. Revok in.” Helbet sedema gotina min; sedema dûrketina ji doza gelê Kurd e. Helbet baweirya min ya ku “rewşenbîrî ne bêdnegî ye, ne bêalîtiya felûş û felcoyî ye.  Lewma ez vê dîtina xwe dubare dikim. Ji ber ku ez rastî çar mil û heşt piştî rewşenbîr û nivîskar bûme ku, çûn û hatina xwe ya Tirkiyê derxistine pêş û ji imze kirina belavokekê, ji nameyeke vekirî û bangekê  reviyan e. Mirov dikare navekî çawa li van kesan bike?
Eger rewşenbîrî (di 10-11 xalên bijarte de) entelektuelî be; vijdan be, têgihiştin, dilsozî û rastî be; xwedî îdeolojiyek be û vê îdeolojiya xwe bi nasnameya gerdûnî re, bike yek be,  mirov pêwiste navekî çawa li wan kesan bike?
Kesên ku ji nasnameya xwe direvin, ji rastiya gelê xwe dûr dikevin, jan û jara gelê xwe, di dil û hinavên xwe de hîs nake,  parçekirina bedena zarokan, parçekirina bedena ciwanan xewên wan narevînin, yan bêzirav in, yan jî tiştekî din in.
Îro, keliha nijadperestiya li ser bingeha faşîzmê hatiye rûnandin û bi kîndariyeke dirrindeyî li dijî gelê Kurd êrîşan lidardixe, ne tenê gelê Kurd, ne tenê Haraketa Azadiya Kurd, medya Kurd, kultura Kurd û rewşenbirîya Kurd kiriye hedefa xwe.  Rojnamevanên Kurd, bi sedsalan têne ceza kirin, têne kuştin û rojname têne girtin. Her çiqasî, keliha nijadperestiya Îttîhadî, ber bi parçeûnê diçe jî, êrîşkeriya pirhêlî û û cûreyî, (fizîkî û kuturî) dijwar dibe. Êdî faşîzmeke dibin sîwana parlamento de li Tirkiyê hukumran e û demjiyaneke organîk ya li dijî gelê Kurd teva destpêkiriye. Di vê demjiyana organîk de, rewşenbîriyeke mirî, tiral û ji kesayetiya xwedî derketina li rol û misyona “ehl-î vijdan” dûr, nikare bibê bersiva demê.
Ew dengên kizirî, ku ji anîşk û zaboqên cûda tên, ne bi hestên xwe, bi mêjiyê xwe li bûyerên drametîk yên pêvajoyê binêrin.
—————  
Di nivîsa werê de emê  3 tîpên rewşenbîrên Kurd, binirxînin.

 

F
E
E
D

B
A
C
K