Ji xwe min di nav bîranînên û di rûpelên pirtûka xwe(*1) de, ji ber zargotina şadeyekî ku rewş û berxwedên malbata rêzdar  Xelîlê Heso(Halil Tagay) baş nas dike weha nivîsandiye: ”..  di wextekî de gelek mal û milk(erd)ê van herdû birayên Êzdî di gundê Qorixê de hebû. Me merivên wan jî hingê alîkarî dida hevûdinê û me gundiyan(hingê em çil malên Êzdî, sê malên xaçparêz û çend malên musilmanan tevî şêxekî wanî bi navûdeng di gundê Qorixê de dijiyan) jî bi xêra çandinya erd-debara wan xwe xwedîdikir.

Evan herdû  bira Xelîl û Usiv di sala 1981 de Qoperetîfa çêlekên şîr didên vekirin. Ji xwe di wî wextî de piraniya Kurdên di herêma me de nizanîbun ka Qoperetîf çiye. Wexta qoperetif vekirin û 50 çêlek(mang)ên şîr didan anîn, çend ji me karkerên gundivên xwe jî ji bona xwedîkirina mangan û hilanîn-danîna şîr di nava şuxlê qoperetîfê de dane şuxlandin. Dûre ji bo karibin karûbarên qoperetîfê çêtir nasbikin û şuxlê xwe hînjî bi zanistî birêve bivin, rabûn çar ji ciwanên me(ev şexsan hêjî saxin û ez dikarim navên wan jî eşkere bikim.Lê..) gundiyan şandine dibistana ji bo zanîna karê qoperetîfê. Gundiyan jî didîtin ku ev nikaren hemû karkerên li gund(Qorixê) hene tevan di qoperetîfê de bidine şuxulandin. Hinek ji gundiyên me yên betal ku ji ber zilm û zora dînî nikaribûn ji gundê xwe derkevin jî çûn xwe avîtine ber bextên  van biran û gotine wan: “hukumet û alî we nasdikin, gava hûn bixazin hûn dikarin me di ciyekî dinê de bidine şuxlandin”. Birastî jî, hukumeta hingê gelekî kêfa xwe ji van herdû birayan re tianî. Bixêra wan dahin û standinên wane baş, rabûn hingê 10 kesên gundiyên xwe ji bo kar şandine derveyî welat. Belê, vane hinek ji van deh kesan vêga hêjî li Almaniya û Feransa kardikin. Gelek merivên li derûdora Bişêrî yê û ne Êzdî jî dizanin, van birayên Êzdî hingê çûne nava Tirkiyê ji  herêma Çukurova çar barên qamiyonan ji zeyt, margarînê û hwd.ê anîn bi nîvbuhayekî li gelê herêma xwe belakirin(Bi Xwedê, vêga hêjî gelek kesan ew perên deynên xwe ye hingê nedane van biran).

Ji xwe heta ku xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê nizanîbû ku ev herdû biarayên xwediyê qoperetîfa gundê Qorixê Êzdîne, ewî şîrê ji qoperetîfa wan dihat tev bi dilxweşî dikirî. Dema hinek kevneperest û olperestên li derdora Bişêrî û Batmanê dîtin ku va rewşa van herdû birayên Êzdî ji ya wan gelekî baştir dibe û yên bi wan re dişuxulên jî gelekî pêşdikeve. Ew radibin diçine cem  xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê re dibêjin, “ev berhemên fabrîqa te, ji şîrê ku Êzdî tînîn didine te  çêdibin û hûn jî dizanin keda ji ber destên Êzdiyan dertê herame. Emê ji gelê musilmanî li derûdora xwe re jî bêjin, bila kes  hew berhemên fabrîqa te bikire….” Ji ber vê gotegota xêrnexwazên Êzdiyatiyê, încar xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê jî kirîna şîrê qoperetîfa gundê Qorixê da rawestandin. Dûre me şîrê ji qoperetîfê derdiket dibir dida hinek karbidestên(weke nanvan, pastecî û yên) ku di nava bajarê Batmanê de berhemên xwarin û vexwarina ji şîr çêdikirin û difirotin. Paşê gava ev kerbidest jî pê hesiyan ku em Êzdîne, ewan jî êdî hew şîrê me kirîn.Heta hinekan ji wan jî gelek tiştên ne baş anîne serê me.…

Vêca, Xelîl û Usiv ji vê rewşa nebaş fahmkirin û rabûn ji mecbûrbî çêlekên xwe yen qoperetîfê firotin. Dûre fikirîn û dizanîbûn ku di herêma me de qet fabrîqên arvan tûne ne. Rabûn încar di sala 1987 de dest bi vekirina fabrîqa arvan kirin.  Dema karê fabrîqa arvan xelasbû û fabrîqê dest bikarkir, hingê dîsa sed karkerên li gund û di herêma gundê Qorixê de di karê nava fabrîqê de karkirin û ewan jî bixêra vî karê nava fabrîqê de aboriya nava mala xwe gelekî serrerast kirin. Weha qezenc-kara gelek cotkarên ku zadê xwe încar ne dibirine deverên dûr jî zêde bû. Ji xwe hîna gelek cotkaran nizanîbûn ka wê di dawiya debara wan de çiqas dexil-zadê didestên wan de bimîne, dihatin hêja hingê bi sedhezaran qirêdî ji van herdû birayên Êzdî yên xwediyê fabrîqa arvan distandin. Ji xwe gelek axa û cotkaran hêjî ev deynên qirêdiya hingê standine ne dane wan. Di van salên dawî de hinek ji wan  deyndarên xayîn dizanîbûn ku tû kesê Êzdî zêde li deodora herdû bira nemane. Heta ji bo ku hinek ji wan deynên qirêdiya standî nedin, rabûn încar fesadî, nakokî û dijberî  xistine nava gelê herêmê û gotin:” Em nanê ji arvanê li ber destê Êzdiyan dertê naxwin, divê musilman genim(zad)ê xwe nedine Fabriqa Êzdiyan, Nanê musilmanên di vê fabrîqa Êzdiyan de kar diken jî ne helale, keda musilmanên ku di fabrîqa Êzdiyan de karbike herame, bila ev herdû birayên Êzdî jî herin bigihîjine wan merivên xwe yên ku çûne di nava gawiran de li dijî me û hukumeta me propaganda dikin..…,…. ûhwd.”

Încar ji ber vê zilmê, gotegota van zordar û kevneperestan wan karkerên musilman yên ku di nava fabrîqê de kardikirin jî dev ji karê fabrîqê berdan. Weha herdû bira mecbûrdibun herin hinek karkeran ji herêm ne dinê bînin. Ez baş dizanim ji xwe gelek deyindarên musilman jî deyinen xwe înkarkirin û deynen herdû biran nedane wan. Wekî dinê jî min di wî wextî de gelek caran bi çavên xwe didît, dema ku axa û musilmanên li gundê derûdora Qorixê diman camî yek di gundê xwe de avadikirin û pêwîstiya wan bi pera hebûn, dihatine cem Xelîl û Usivê Êzdî lave-lava alîkariya madî li wan dikirin. Xelîl û Usiv jî hêja hingê bi deh hezaran lîre alîkarî didane wan. Na, wexta ji axa, melle û hevalbendên wan re pere pêwîstbûn, ewan hingê ne digotin, em perê alîkariya we Êzdiyan naxine nava ya xêra musilmanan. Vêca, pişteka olperest û kevneperestan her wextî ji dewletê jî heye. Ev îro baş dizanin ku pişteka Xelîl û Usivê Êzdî ji kesî nemayehe. Ji xwe gelek kes jî dibîne û dizanen ku em Êzdî jî ji ber vê zilm û zora di herêma me de reviyane hatine derveyî welat. …”

Wekî dinê jî, ez baş dizanim ku rêzdar Xelîlê Heso, li bakurê kurdistanê ji bo azadiya me Êzdiyan û evîna  welat gelekî xizmet kiriye.

Bila rahma Xwedê li rêzdar  Xelîlê Heso be !
 
Sersaxiyê û sebrê ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên wî  ra dixwazim.
 
Kemal Tolan

07.05.10

Çavkanî*:

1  Kemal Tolan -Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê, rûpel :399-402. Weșanên Perî- Çileyêpêșîn 2006 Stenbol.
2 Şade, kesekî ji gundê Qorixê ye û belkî piraniya we xwandevanên birêz jî wî baş nas dikin.

 

F
E
E
D

B
A
C
K