Riza Topal, "Berbûk"
Li gor bawerîya min, di nav Hunermendên Kurd da, hunermend Riza Topal yek ji hunermendên herî jêhatî yê. Ew ji 50 salan zêdetire ku hunera resim diafrîne ku ji wana, 40 salên wî li Ewrupayê derbasbûne. Riza Topal hunermendekî wêrek e. Wî wekî bi dehan hunermendên ku bi eslên xwe Kurd in, lê belê wan Kurdbûn û Kurdmayînê di "pêsveçûna"xwe ya hunerî da wek asteng dîtin, û wek hunermendên Tirk hatin nasandin, nekir. Hê di salên zehmet ên 1960-70 yan da, wî bi serbilindî xwe wek hunermendekî Kurd da naskirin. Bê guman ji ber vê tercîha xwe, wî gelek ês û cefa kisand û ji gelek tistan jî ma bê par.
Ez Riza Topal ji nêzîk va nasnakim û min tu carî jî wî nedîtîye, tenê 2 meh berîya niha min 2 caran bi telefonê pê ra axaftiye. Lê belê katalogekî wî yê resiman ev 15 salin ku di destê min da ye. Ev kataloga bi zimanê almanî, ku tê da helbestekî wî yê kurdî ( Reng) û wergerên almanî yên hin helbestên wî yên din jî hene, di sala 1984 a da li Almanyayê çapbûye. Di vê katalogê da 4 nivîsên li ser hunera wî, ku ji alîyê Almanan va hatine nivîsîn jî hene. ( hunermend di telefonê da ji min ra got ku, xeynî vê katalogê, 2 katalogên wî yên din jî hatine çapkirinê).
Berga kataloga wî  ya 1984, "eîn kurdîscher Maler"
Di vê kataloga resim û xêzikan da meriv dibe sahidê hunermendekî jîr, serwext û jêhatî. Babetên resim û nîgarên wî li ser civata me Kurdan e. Awayê jîyanê, dîrok, ês û xebata miletê me ya ji bo serbestîyê, bi awayekî xwurt di berhemên wî de tên xwuya kirinê. Hunermend Riza Topal di nav jîyana Kurdan a tirs û tehl da, dikare xwesî û rindîya civata me jî destnîsan bike. Haya Riza Topal bas ji hunera hevçerx û her wusa ji dîroka hunerê heye, ew bi vê zanabûna xwe, di nav dilê Awrupayê da berê xwe dide miletê xwe yê bindest û sikestî. Ew bas bi vê yekê dizane ku, wek sahidekî, berpirsîyatîya hunermend li himberê xelkê wî û dîrokê heye, lê belê ev berpirsîyarîya wî ya di warê hunerê da, ne serbestî û pêsketina wî ya ferdî dikûje û ne jî wî dike xulamê îdeolojîyan. Lewra ew dîsa bas pê dizane ku, îdeolojîyên hisk û totalîter ku mirov û hunerê dihêrin, bêhn li hunerê diçikînin û hunermendên xesandî û hunera stewr avadikin.

Riza Topal, "Keçika li ser dar"
Li gor dîtin û ramana wî, wek milet hewcedarîya me Kurdan bi hunera nîgarîyê (sêwekarîyê) jî heye. Ew zû pê hisîyaye ku sloganên tûj ên vitivala, nikarin sikil bidin sewîya rindî, kalîte û estetîka hunera miletekî. Ew ji alîyê xwe va, ji xwe bawer, bi awakî mutewazî bi vê doza hêja ya gihistina sewîya miletên serbest û serbilind rabûye. Ew dixwaze ku di hunera hevpar a cîhanê da bîla para me Kurdan jî hebe, lê belê ev par divê ne bê naverok be, berevajîyê wê, divê ev huner bi kanîyên kultur, dîrok û xusîyetên Kurdan û Kurdistanê va were avdan. Di vê pêvajoyê da ew wek hunermend û her wusa jî, hunera ku ew diafirîne, serbestîya xwe wenda nakin. Zimanê estetîka hunera wî bi zimanê cîhanî ye û di eynî wextî da bi kurdî ye jî. Li ba Riza Topal hostetîya vê mêzînê heye.

Riza Topal, Bîanka û Mona Lîza wek jinên sivanan
Hunera Riza Topal hunerekî nûjen e. Her çiqas ku qabîlîyeta wî di heremên abstrek da xwiya dike jî û kengê bixwaze dikare per û baskên xwe di vê herema hunerê da jî veke, xwiya dike ku realîzm û her wusa realîzma Kurdan û Kurdistanê eve zûva ye ku wî xistîye bin tesîra xwe. Ew dixwaze bi fîgur û dîmenên Kurd û Kurdistanê resimên xwe çêke. Lewra nîgarên bi vî awayî, ji alîyê kesên ne Kurd va jî, tafil wek xusîsîyetên civat û welatê Kurdan tên naskirinê. Ew hewcedarîya vê yekê dibîne, lewra di sîstema bêbext a bindestkirin û bindesthistina Kurdan da, daxwaza xêrnexwazan ew bû ku Kurdan wek milet û Kurdistanê jî wek welat, ji rûyê dinê tune û wenda bikin. Hunermend bi hemû hêza xwe, li himberê vê xewna dagirkeran radibe.
Lêbelê realîzma Riza Topal ne realîzmekî fotografî û hisk e. Realîzma wî wekî bayê hênik ên biharên Kurdistanê ye: Nerm, sivik, serbest û lîrîk. Ew hosteyê rengan e, rengên ku ji xwezeya welatê me dertên, bi hostatîya hunera wî xwe digihîjînin hunera cîhanê. Ev rengên xwezayê, bi cil û bergên jinên Kurdan ra ketine govendê, ev govenda hevrêsîn û hevhunandinê ye.
Riza Topal yek ji kedkarên rêza pês ya avakirina hunera nûjen ya kurdî ye. Ew ji bo me mamostekî hêja, siwarekî gernas û helbestvanekî rengan e.
Ji alîyê dî va, çewa ku di hevpeyvîna ku kovara NÛDEM ê pê ra kirîye da xwiya dike, hunermend Riza Topal eve ji zû va ye ku bi edebîyatê ra jî mijûl dibe: Wî gelek berhemên edebî ji zimanê almanî wergerandîye ser zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) û her wusa wî bi xwe jî gelek berhemên edebî nivîsandîye. Çewa ku em pê dizanin ev xebatên wî yên edebî hê rûyê rojê nedîtine, ango hê nehatine çapkirinê. Di vî warî da wesanxane û dezgehên ku bi xebatên edebîyatê ra mijûl dibin, divê destê alîkarîyê dirêjî Riza Topal bikin.

Riza Topal, "Sê siwarên sor"
Di pêvajoya avakirina civatên hevdem da, despêkê da arîstokrasî û pasîyê jî burjuwazî, alîkarî û mil da ji bo pêsketina hunera nîgarî (resim û heykel). Gelek dewlemend ji bo xwe civanbendan (koleksîyonan) avakirin. Ev civanbend pasê bûn bingehên muzaxaneyên hunerê.
Lê belê haya me Kurdan hê ji vê tecruba xelkên dinyayê tune ye. Ku meriv xebatên xanima hêja Hêro Telabanî yên derbarê hunerê dane alîyekî, meriv leqayê tu civanbendên Kurdan nayê. Ne li bakûrê Kurdistanê, ne li basûr û ne jî di nav dîyasporaya Kurdan da tu xebatên avakirina civanbendên bi rêk û pêk xwuya nakin. Ji alîyekî da bi sedan hunermendên Kurd hene, ku ji wana bi dehan kes di sewîya hunermendênên Awrupî da ne û ji alîyê dî va jî civat û dezgehên Kurdî, yên ku haya wan ji hunerê tune û bi pê ra elaqeder nabin hene.
Bê guman di sertên gelek zehmet da hunermendên Kurd hunera xwe diafirînin û gelak caran jî ji bê çaretîyê hunera xwe bi erzanî difrosin kesên ji miletên cuda. Ango ji niha va li ba kesên ne Kurd yên hunerdost, da bi bi sedan , dibe ku bi hezaran berhemên ku bi destên hunermendên Kurd hatine çêkirin hene. Alîyekî din yê vê trajedîyê jî ew e ku, besekî mezin yê babet û naveroka vê hunera ku em behsa wê dikin, li ser civat û pirsgirêkên miletê Kurd e, û çewa ku min li jorê jî got, Kurd ne bi vê hunerê ra elaqeder dibin û ne jî tu xeman dixwin. Tecrubên miletên din bi me nîsan didin ku, di wextekî ne ewqas dûr da, wê îca Kurd çi wek dezgeh û çi jî wek kes, bi bihayekî gelek mezin bikebin bi dû van berhemên hunermendên Kurd yên belewela û wenda.
Hunermend Topal li atolya xwe dixebite.

Li gor dîtina min divê dezgehên îdarî û yên kulturî bi hunera Riza Topal ra aleqeder bibin. Bi hezaran berhemên ku wî afirandîye divê bi ber bayê nekebin û belawela nebin, Ew berhem dikarin bibin bingeh ji bo avakirina Muzaxaneya Hunera Nîgarîya Kurdistanê. Muzaxanekî bi vî rengî dikare bi berhemên bi sedan hunermendên din jî were dewlemend kirin. Xwiya dike ku dewlemendên Kurdan, bi hevkarîya sîrketên Tirkan va, bi avakirina bajarên naz, qaz û xewnan serxwes bûne û ne haya wan ji hunera nîgarî heye û ne jî tistekî wusa bala wan diksîne. Ji xwe kesên ku dûrbîn, têgihistî û sareza ne dikarin bi vî erkî rabin.
Divê ku dezgehên îdarî û yên kulturî yên basûrê welatê me bala xwe bidine hunermend Riza Topalê 73 salî. Divê qedr bidine wî û hunara ku wî afirandîye. Berhemên ku hunermend bi ked û tecrubeya 50 salan afirandîye ji bo miletê Kurd sermîyanekî giranbuha ye, divê ku ev berhem ji bo me û neslên nûhatî werin parastin.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K