Pistî agahiya ku di rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal de hate wesandin li Tirkiyê cur be cur derdor di derbarê komkujiya Roboskî de niqasan dikin. Li gorî piraniya « rewsenbîr » û herwuha derdorên siyasî divê di demekê zûtirîn de artêsa tirk berpirsyarên heman komkujiyê askere bike û ew derkevin pêsberî dadgehê. Bê guman ev daxwazekê di cih de û ehlaqî ye û ji roja destpêkê vir ve malbatên 34 kesên ku hatî kustin jî tînin ziman.

Dema mirov li asta niqasan dinêre mixabin durûtiyekê mezin dixûyê. Piraniya « rewsenbîr » û derdorên siyasî ku dixwazin rastiya bûyerê askere bibe xwedî nêzîkatiyekê rast nîn in. Mirov dikare bêje di vî warî de tenê rayedarên artêsa tirk û herwuha Recep Tayip Erdogan rast diaxifin. Du roj berê, beriya ku li balefirê swar bibe biçe pakistanê, Recep Tayip Erdogan wuha dida xûyan « Me hin sînor ji artêsê re xet kiriye, rayedarên wê di nava wan sînoran de tista ku pêwîst e dikin. Buyera Roboskî jî di çarçoveya heman sînoran de pêk hatiye ». Ez dixwazim ji derdorên ku ketine nava niqasan bipirsim ; gelo ev daxûyaniya Recep Tayîp Erdogan tê çi wateyê ?

Ji roja ku heman komkujî pêkhatî û vir ve piraniya Kurdan dibêjin ku ev kiryar bi awayekê zanistî ji aliyê artêsa tirk ve pêk hatiye. Û dîsa piraniya Kurdan dibêjin ku heman kiryar bas diyar dike ku artêsa tirk hemû Kurdan ji xwe re dusmin dibîne. Em hemû dizanin ku di nava 34 kesên ku hatine kustin de kesên ji dewleta tirk re xizmet kirine jî hene. Yanê ji bo artêsa tirk hemû Kurd wek hevin.

Digel daxûyaniya Amerîkiyan ku di WSR de hate wesandin, rayedarên artês û yên hikûmeta tirk bi israr dibêjin « Komkujiya Roboskî li gorî agahiyên me pêk hatiye ». Pistî van daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk êdî tu wate nîn e ku mirov li berpirsyarên komkujiyê bigere. Bi awayekê askere dewleta tirk berpirsyartî girtiye ser xwe.

Pistî wuqasa zelaliyê, divê tenê ji dewleta tirk were xwastin ku ew bi awayekê askere qebûl bike ku li dijî gelê kurd di nava ser de ye. Li gorî qanûnên ser berpirsyarên kiryaran nayên mehkeme kirin. Ya ku rayedarên artêsa tirk û herwuha serokwezîr dibêjin jî, bi awayekê endîrekt, ev e.

Li gorî min niqasên ku naha bi rêya wesanan û ya çapemeniyê têne kirin zelaliya ku heyî sêlû dikin. Dewlet dibê « Ez hemû Kurdan dusmin dibînim » lê belê derdorên ku van niqasan dikin jî dibên « Na lo, sas hatiye ziman, dewlet Kurdan weke dusmin nabîne, tenê kêmasiyekê hatiye çê kirin û 34 kesan jiyana xwe jidest dane, bila çend lesker derkevin pêsberî dadgehê ev mijar were girtin ».

Ez bawer im rastiya Komkujiya Roboskî bi hemû aliyên xwe ve derketiye holê. Pêwîstî bi niqasan nake, eger divê tistekê were kirin ew jî têkosîn e. Çawa ku divê Geliyê Zîlan, Dêrsim, Meres, Helebçe, bûyera 33’yan û komkujiyên din neyên jibîr kirin Roboskî jî wusa ye.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin
22.05.2012

F
E
E
D

B
A
C
K