Ji Hekariya ye nêzîkî 25 salan e ko dem bi dem, di rojname û kovarên cuda yên kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û pirsgirêkên rewşa welat ya polîtîk bi giştî, hem jî li ser dîsa bi giştî ziman, edebiyat, folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran dike.

Endamê grûba KURMANCÎ ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe, rojnamevaniyê jî dike.

Sala 1989an Weşanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike.

Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni Gündem û Hîwa de hatine weşandin.

Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike.

Berhem

Xebatên wî yên ko heta niha di nav weşanên »Weşanxaneya Xanî & Bateyî« û weşanxaneyên dî de hatine weşandin jî ev in:

 Masîvanê Kal û Masiyê Sor, A. Puşkîn, (Wergêr),

Bilbil, H.C. Andersen, (Wergêr), (Weşanên Hans Reitzels, Danmark),

Zimanê Çiya, Harold Pinter, (Wergêra M. Uzun, bi redaksiyona R. H.),

–  Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî 

–  Stêr, rojnameya Mîr Kamiran Bedir Xan, 

–  Stran & Sang

 6name,

Pelatînk, H.C. Andersen, (Wergêr),

Bîranîna Elî Kaşifpûr,

– Zimanê Wêneya, Kürdistan’a Sevgiler (tirkî), (Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê), 

– Bîr û Raman, (Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê)

–  Krîterên Kopenhagê, (Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê, Kovara Koerden, îlon 2002),

Paşeroj, (Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê),

– Devokê Hekarîya.

F
E
E
D

B
A
C
K