Dîsa di nav çend mehên dawî de eşkere bû ku muxelefeta Surî her diçe lawaztir û hêza wan jî her diçe kêmtir dibe. Û dengê hezên sekûler û demokratîk qêt nayên bihîstin. Li aliyê din de hêzên îslamîst û cîhadist xurttir dibin û Sûrîyê dibe cihennem û dojeh bo gel û olên Sûrîyê bi tevahî.

Îro ji 70 welatên cûda dora 11 hezar cîhadîst li Sûrîyê di nav şerek kirêj de ne; insanên bê guneh dikujin, war û milkê xelkê talan dikin, dest davêjin namûsa wan. Niha jî li ser talankarî û parvekirina ganimetan şerê hevdu dikin.

Eşkereye ku Sûriyeyek ku bi destên talankar, tecawûzkar û kûjerên îslamîst pêk were, wê wek Efganistana Taliban be, dibe ku ji Efganistanê jî xirabtir be.

Îro nebe sibê, wê dinya û dewletên mezin bibînin ku, ji muxelefeta ku piştgiriyê dikin, tiştek dernakeve, ti fêde û qezenc ne bo gelên Sûrî, ne jî bo wan derdikeve. Ji muxelefeta ku nikare li baregehên xwe yên leşgerî xwedi derkeve, ji leşkerê wê ya bi nave Artêşa Azad ya Sûrîyê ku nikare fermandar, sererkan û generalên xwe biparêze, ji kesî re xêr dernakeve. Bûyerên dawî jî nîşan dan ku ew wala û pûç in. Dimînin tenê Kurd. 

Di nav hezên ku niha li Sûrîyê de tevdigerin, tenê hêzên Kurd sekûler û demokrat in, li gor demê dişêwirin, bi gelên din yên cîran re di nav dostaniye de dijîn. Çawa ku piştî sala 1991an Başûrê Kurdistanê bû dergûş û hêlîna şoreşa Iraqê, di demek ne gelek dûr de Rojavayê Kurdistanê jî wê rolek ûsa bilêyîze. Dinya û cîhan wê mecbûr bimîne ku hêzên Kurd bi resmî nasbikin û hewl bidin ku Rojavayê Kurdistanê bibe navenda şoreş û gûhertina Sûrî bi tevahî. 

Ger hêzên Kurd bikaribin di nav xwe de yekitiyek xurt dirûst bikin, pêk bînin, an jî desteya Bilind a Kurd carek din, ji nû ve çalaktir bikin, ev pêvajo, ev proses wê hên zûtir û leztir bimeşe û serkeve.

Tiştê ku hêzên Kurd û PYD herî baştîrîn kirin ev bû: Destê xwe neavêtin mal, milk û namûsa xelkê û pîrûpak man. Dîsa nehêlîn ku dezgehên dewletî hilweşin û kaos û krîzek derkeve. Dîsa hêzên Kurd nehêlîn ku talankarî li Kurdistanê rûbide û herkes, her grup, her malbat û eşîr bo berjewendiya xwe bişêwire. Dîsa hêzên Kurd kar, xebat û xizmetgûzariya rojane birêvabirin, li pêdivî û hewcedariyên niştecihên Kurdistanê xwedî derketin. Dema nan kêm bû, bo xwe wek wezife ditîn. Dema derman nema, hawara xwe bilind kirin. Dema mazot û sotemenî xilas bû, ji çareseriyekî geriyan. Dema neyarên Kurdistanê xwestin ku gelê me bifetîsînin, bûn oksîjen û hewa. 

Dibistan, daireyên resmî, şaredarî û belediye karên xwe pêşva birin. Çandinî berdewam bû. Bax û bexçe kambax nebûn. Taxil û zehire, genim û ce, zêtûn û hinar neçûn avê. Û serda jî jiyan bi kurdewarî hat meşandin.

Ger şoreş destpêka jiyanek nû ye, wa ye li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye û Kurd serwer in. Xweditiya bazarê dikin, xelkê diparêzin, nahêlin ku neyar destên xwe dirêjî namûs, mal û milkê Kurdan û gel û olên din, wek Ermenî û Asûrî û Ereban bikin.

Garantiya hemû destkeftiyan, yekîtiya hêzên Kurd e, bere û eniyek netewî ye. Pêwist e ew partiyên ku dixwazin bibin hêzek bêtesîr di nav muxelefeta ku girêdayî Tirkiyê ye, êdî dest ji wan hewldanên vala berdin û enerjiya xwe bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikin dewrê. 

Tu hêzek nikare bi alikariya hinek dewletên derva, li Kurdistanê bibe desthilatdar. Kurdistan ne Kosova ye û ne jî Efganistan. Li Kurdistanê valatiya sîyasî berê jî tunebû, niha jî. Riya hêzbûn û xurtbûna partiyek siyasî di nav gel de derbas dibe. Cihê wê jî Rojavayê Kurdistan e, ne cih û şûnek din. Şêweyê wê jî kar û xebata bêwestan û fedakariyek canfedayen e. Pêwîst e her partiyek Kurd bi hêz û qiweta xwe bawer û razî be û bi reyên siyasî û demokratik tevbigere ku hêza xwe xurttir bike. Kar û xebata siyasî wek lecekî ye. Kî baştir xebitî, kî xwe êşand û amade kir, ewê serkeve.

Êdî diyar e ku Sûriyê wê ne wek berê be. Dema dewletek navendî (sentral) bo Sûriyê derbas bû. Sûriyeya sibê û ya dûwerojê wê ji herêm, eyalet û federasyonên cûda pêk were. Rojavayê Kurdistanê ji niha de bîryara xwe bo vê yekê dayiye û li gor vê jî tevdigere û bûye labaratuwar. Ger ev mînak serkeve, wê bibe çavkaniyek û mînakek hem bo Sûrîyê û hem jî bo hawirdorê.

([email protected])

F
E
E
D

B
A
C
K