Nukurd ê ji cîgirê serokê giştî yê dezgeha mafê mirovan ”Kurdocide Watch-CHAK” ê û edîtorê ”EuroKurd News” ê, rojnamevan Gabar Çiyan xwest ku di çarçoveya mafê mirovan, texmîn û tebîniyên wi li ser hilbijartina 12 ê Hezîranê bihêne zimên?
Em bersiva Çiyan bi we re pay dikin:

” Çareseriya pirsgirêka Kurd giringtirîn pirse li pêşiya Turkiyê ji bo wekheviyê, endametiya Yekîtiya Europayê-EU, parastina mafê mirovan û pêşketina demokrasiya welêt. Partiya desthilatdar AKP û Serokwezîr Erdogan heta niha li ser çareseriya doza Kurd, ji bilî hinek beyanên erênî pê ve, ne weke partî û hikumetê gavên pêwîst ku bersiva hewcedariyan bide, ne avêtine.

Di demên dawiyê de, zêdebûna girtin û oparsyonên li dijî ronakbîr, siyasetvan, çalakvanên mafê mirovan û xebatkarên medyayê  û êrîşên hişk yê polîsan, mirov xemgîn û bi endîşe dike. Provake, beyan û kirinên wan li dijî Kurda ber bi sûcê mirovahiyê ve diçe.

Raporên mafê mirovan yên navnetewî, analîzên dezgeh û pisporên netewî û navnetewî li ser herêmê, buyerên pêk tên endîşeyên li cem mirovî girantir dikin. Ez dixwazim bi çend nokteyên kurt, endîşeyên xwe di gel tebîniyan bihênim zimên. Paşê jî texmîna xwe li ser hilbijartinê pêşkêş bikim.

– Wisa xuyanî dike ku, rêkxistina polîsî li Turkiyê bi AKP ê re li hev kirî ye. Polîs, li hundir, di gel oparasyonên hişk û kûjer, bi teknîka herî bilind li telefonên kesên muxalif jî guhdarî dike. Bi ihtîmalek mezin di mal, cihê kar û ofîsa muxalifan de kamerayê temaşekirinê bi dizî jî têne bicîkirin. Karên wisa, mafê jiyana taybetî, hesasiyetên mal û malbatî binpê dike. Xelk bi axaftinên xwe yên bi telefonê têne sucdarîkirin. Ev ji liyê exlaqê hiquqî ve cihê lêpirsînê ye.

Eşkerekirina skandalên demên dawiyê li Turkiyê, nikare bê xeber û hevkariya polîsan serkevtinê bidest bixîne. Lewma rêkxistina polîsî ji mesûliyeta giştî bêhtir, ber rêkxistina partiyekî dikare here û baweriya AKP ê di nava polîsan de xurt bibe.

– Ol, navgînek dewletê bû Kurd ji hev bêne perçekirin. Dewlet gelek caran bikaranîna olê li Kurdistanê bi ser diket. AKP, di hilbijartinê berî niha de bi saya heman navgînê xurtir bûbû. Lê demek e, siyaseta Kurda li Kurdistanê rê li ber wan daye girtin.

AKP ji awira navnetewî ve, bi rolekî nû tê nasîn, weke ”îslamiya lîberal”, ”îslamiya demokrat” û hwd. Pirs dibe cihê niqaşan û bi qûmaşê îslamiyek demokratîk, kirasek ji bo bedena AKP ê tê tefsilandin. Lê îslamiya AKP ê û zilma dewletê li Kurdistanê li hev nake. Fituwên hene nikarin navê AKP ê ji zilmkariyê rizgar bikin û kirasên têne dirûtin teng in, ji niha ve difetiqin/diqetin.

Îslamiyên turk û ekstrêm, ji bo qonaxa erênî li Kurdistanê rawestînin û bighêjin armancên xwe yên plankirî, dikarin provakeyan li Kurdistanê pêk bihênin. Anku provakeyên bi destê kesên biyanî li Kurdistanê li dijî hêz, şexsiyet, eşîrên oldar dikare bêne kirin. Divê gelê Kurd şiyar be.

– Kurdocide Watch-CHAK di destpêka 2011 an de, jibo ku ”xetera erîşên netewepersetên turka li dijî gelê Kurd li bajarên Turkiye” ji nêz ve binirxîne, bi taybetî li Izmîr û Mersînê bi giştî li Istanbulê lêkolîn pêk anî. Li gorî lêkolînê, bi taybetî li Izmîrê, li herêmek e mezin siyaseta jihevdurxistina Kurda pêk tê. Dîskrîmîne kirina Kurda piralî dibe. Amadekariya parastina Kurda li hemberî êrîşên girseyî ne zêde ye. Xebatên erênî ji bo çand û zimanê Kurdî pêk tên, lê ji ber hinek pirsgirêkan, xebatên hene bersiva giştî nadin.

Pir giring e ku, Kurd bêhtir hay ji hev hebin, xwe organîze bikin, pirsa mercên parastina Kurda bê bersiv nemîne, hayê xwe ji provakisyona hebin û mecalên pêşxistina çand û zimanê Kurdî bê xurtkirin.

– Li derve bi destê interpola turk, wezîfedarên Turkiyê di Nato de û bazirganiya taybetî û dewletî, û xebatên lobiya turka piralî dibe. Kesên bi mafê mirovan dadikevin dikarin baştir çalakiyên wan bibînin, bişopînin.

Beşek ji xebatên Turkiyê li dijî tevgera Kurda ye. Dikare dijayetiya wan bi forma hevkariya polîsên welatên EU û hwd. pêk were. Li Fransayê girtina ser komelên Kurda. Li Belçîkayê rê li bergirtina xwepêşandanan. Her wisa hewildana ji bo rawestandina kongreya komela Kurda li Romanyayê îdîayên teze yên bi pirsê ve girêdayî ne. 

Divê em Kurd bi mantiqî nêzî pirsê bibin. Li derveyî welêt, hêrsbûn û çalakiyên li derveyî pîvanên hiqûqî xesarê dide Kurda. Divê em xwe û hîsên xwe kontrol bikin. Li dijî wan, qonaxekî hiqûqî di ”çarçoveya mafê mirovan” û ”mafê xwe organîzekirinê” ûhwd. dest pê kirin.

2 milyon Kurd hemwelatiyê Yekîtiya Ewropayê ne. Dijîtiyên bêhiqûqî li dijî Kurda nikarin bêne pejirandin. Xwepêşandanê aştiyane mafê me ye. Kurd dikarin pirsê bibin parlementoyên welatê tê de dijîn, Parlamentoya Ewropayê, dezgehên mafên mirovan li Cîhanê, Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê û hwd. Wan, ji aliyê madî ve û manewî ve li ser kursiyê sucdara rûnînin. Lewma divê mirov hay ji provakeyên wan, havkarên wan bike û organîzekirî hereket bike. Sucdar kî be, ew bêne nîşandan û prosesa hiqûqî li dijî wan bê destpêkirin.

– Qanûna terorê li Ewropayê gelek caran mafê mirovan li ber çavan nagire, binpê dike. Her wisa binavkirina (definition) ”terora dewletê” (weke mîsal ya Turkiyê) nayê dîtin û pejirandin. Problem, gelek caran bi têkiliya bazirganiya welatan ve girêdayî ye.

Hevkariyek xurtir di nav dezgehên mafê mirovan yên Kurda û hiqûqnasan de pêwîst e. Divê hevkarî dirêjî dezgehên navnetewî yên însanî û hiqûqî bibe û ”terora dewletê” û ”pirsa binavkirina terorê û têkiliyên bazirganiyê” bê rojeva siyasetvanê cîhanê, dezgehên însanî û hiqûqî û medyayê. Rê li ber helwestên şaş bê girtin.

– Li welatên endam yê EU de gelek caran, peyman û polîtîka dewleta Turkiyê bi welatên ji derveyî EU re, xisar û fêda xwe di çarçoveya girêdan û peymana bi Yekîtiya Ewropayê de tê nirxandin.

Pirsgirêka bakurê welêt, li dever û cihê endametiya Turkiyê ya EU tê niqaşkirin, hizirek û awirekî nû û guhertî dihêne rojevê: ”Turkiye û Kurdistan li ser rêka endametiya Yekîtiya Ewropayê”.
Awir balkêş e û hêjaye nirxandinê ye.

Encam

Hilbijartina 12 ê Hezîranê, yekîtiya Kurda xurt kiriye. Yekîtiyek xurt pêk anî ye. Em hêvîdarin ev gav pêşerojê di hilbijartina şaredariyan de û hwd de pêş bikeve û di çarçoveya rêz û hurmeta li hemberî fikir û hêzên cewaz, bidome.

Pir eşkere ye ku, helwestekî xurt ya dewletê ji bo derengxistin û lipaşxistina Doza Kurda li bakurê welêt heye. Divê Kurd li hundir û derve şiyar bin û ne bê plan bin.

Sîstema hilbijartinê li Turkiyê rê li ber hilbijartina azad digire. Divê bi kêmasî 35 parlementer bêne hilbijartin. 50 kes ya dilê min e. Lê derketina 40 parlamenteran jî mumkûn xuyanî dike. 

Pir baş e ku blok, di hejmartina dengên giştî li Turkiyê û Kurdistanê de, sînorê ji % 10 binpê bike, derbas bike. Eger me di pratîkê de sînorê ji % 10 an derbas kir, ji bo me serkevtinek mezin e.  Lewma divê em kesên li derve û hundir hêza xwe bikin yek, xwe bighêjînin dost, nas, heval û xizmên xwe da ku dengê xwe bidin blokê û ji bo blokê bixebitin.

Spas ”nûkurd.com” ê re, ji bo mecala weşandina dîtin û texmîna min.

Nukurd.com & Eurokurd News

F
E
E
D

B
A
C
K