Dîroka Kurd zindî ye, lê hîna nebûye dekora romana Kurdî. Kêmasiyek mezin e. Belkî sermezarî! Cihê nîqasê ye… Xewn û xeyalên Ehmedê Xanî, yan jî tovê bi pênûsa epîk hatiye resandin, îro kulîlk vekirine. Lê bi qasî bextewariyê, rewseke metirsînî jî heye.

Ev rewsa metirsînî pirhêlî ye… Aliyekî wê siyasî ye, aliyekî jî entelektuelî ye… Mijara me, mij û moraniya entelektueliya Kurd e. Nivîsê, hîna bandor li destîniya Kurd nekiriye. Ev jî desturê nade ku mij û moran ji holê rabe. Rexnegiriya edebiyata Kurdî jî nîn e, ev jî dibe sedema ne zelaliyê… Ne zelalî, estetîkê dikuje, naverokê lewaz û misrî dike, demoralîze dike.

Dr. Ozlem Galîp, li ser romana Kurdî, bersiva pirsên Rahmî Yagmur daye! Dibêje, romana Kurdî bi “dara nufusê” re, têkildar e. Ev dîtin û nirxandin tê wateya ku romana Kurdî, civaka xwe bi gistî hembêz nake, qels e; nivîskar jî li dora xwe diz.vire… Ev rast e! Lê têra nirxandina roman û romannivîsên Kurd nake.

Gelê Kurd, pistî serê çil salan guhertinek civakî, siyasî, entelektuelî dijî… Vêceeee, romannivîsên Kurd, li qeraxên vê guhertina volqanî digerin, lê newêrin bikevin nava volqanê… Riyek dîtine, riya bêalîtiyê, ev felcbûn e! Balzac, pistî ku serê di navbera soresger û statukoparêzan (qralparêz) de dinivîsê, destîniya xwe jî, ya romanê jî diguhere. Gelê Kurd, li dijî qral ser dike… Lê romannivîsên Kurd newêrin bikevin nava vî serî. Howard Fast û Solohov di vê hêlê de mînakên dîrokî ne! Mînaka sêyemîn Vîctor Hugo ye…

Nivîskar, berdevk û çavdêrên dema xwe ne.

Pêwîst e nivîskar, hêza gel a pingihayî, gerênekên di nava vê pingihandinê de bibîne û hêza vesartî ya gel nas bike. Dînamîzma ku li dijî dagirkerî, kolonî, li dijî zilm û îskenceyê hilberînê dike bibîne û nas bike. Ev teva dibin hismendiya azad… Wekî tevgera guhertinî, mirov û civakê, di dînamîzm û diyalektîkê de tîne cem hev û li hev dipêçe.

Rol û mîsyona siyasetmedar, nivîskar û rewsenbîran li vir dest pê dike.

Zemtkirina vê atmosferê, ligel Solohov zêde zêde heye. Gogol jî sê salan li dijî çeçenan ser dike, pistre Hecî Murad dinivîse…

Pirsgirêka nivîskarên Kurd, “edebiyata fezleke” ye… Yanî zincîr û leleyên nivîskarên Kurd ku nikarin ji pasnavên ku dagirkeran dane wan xelas bibin e… Ev bêsansiyeke hevpar e. Ligel hêza fizîkî, nebûna hêza pênûsê…

Piraniya romannivîsên Kurd, bi xwîn, cest û bedena xwe, bi axaftina xwe Kurd in; lê bi his û ramanên xwe, bi hest û hewngîriya xwe, bi pratîka xwe yan Tirk in, yan ereb in, yan jî fars in… Piraniya wan bi sosyalîzmê re mijul bûne, felsefeyê bas dizanin… Lê di neynika rojnamevan û nivîskarên, Tirk, ereb û faris de xwe dibînin.

Dr. Ozlem Galîp, di zanîngeha Oxford de dixwîne û ji Sirnexî ye… Li ser romana Kurdî, edebiyata Kurdî lêkolînek kiriye. Li gorî axaftina bi Rahmî Yagmur re, min dît ku karakterên romana Kurdî qet nas nekirine û nivîskar jî di kesayetiya wan karakteran de nenirxandine. Dibêje; “di romanên Kurdên Ewropayê de, atmosfera sergomî û siyasî heye û resbînî ne.” Di romanên sergomê de, psîkolojiya lehengan girîng e, lê Dr. Ozlem galîp li ser vî alî ranaweste. Freud, ji bo nivîskar, amûrên hazir û yên ku ew diafirîne girîng dibîne. Mixabin, Dr. Ozlem Galîp, li ser amûrên hatine bikaranîn qet ranaweste. Harward Fast, di romanên xwe de; mîna nivîskarên klasîk ên targedya û epîk amûrên heyî bi kar anîne, lê xwe ji xefk û dafika “fezleke – îdolojiya fermî” xelas kiriye. Ev bijartin, xeta di navbera xeyalên rojê û xeyalên sevê de ye. Naskirina vê xetê girîng e… Hingî egoya leheng jî dikare bas were destnîsankirin.

Dr. Ozlem Galîp bi Kurdî dizane gelo? Romanên Kurdî bi zimanê Kurdî xwendine gelo? Ev girîng e!…

Di bersivên pirsên Rahmî Yagmur de, dide xuyakirin ku wê qanûnên zincîran, siyaseta taybet ku gelê Kurd di nava kerûgêjkirina tofanî de, di nava lalûebkemiya kafûkûnî de, ji hismendî, hewngîrî û keyasetî dûr kiriye nas nekirine. Bi vê pêwanê girîngiya azadiya his û raman, pênûs û ferhengê daniye aliyekî.

Dr. Ozlem Galîp, ji bedêla ku li rews û psîkolojiya leheng û nivîskarên romanên Kurdî binêrê, konsepta zemt kirina yekkirina romana Kurdî û Tirkî pêsniyaz dike. Ev gotin, disibin biratiya Erdogan a Kurd û Tirkan. Ger Dr. Ozlem Galîp, trajediya lehengên romanên Kurdî, di romana Fergîn Melîk Aykoç de, Siya Dema Bûrî bixwîne û fêm bike, wê nirxandinek li gorî pîvanên entelektuelî bike.

Komara Tirkiyeyê labîrenta gunehkariyê ye û pêsî mêjiyê entelektueliya hemwelatiyên Tirkiyeyê di vê labîrentê de zincîr kirine. Hîna “edebiyata fezleke” destîniya paserojên Tirkiyeyê destnîsan dike. Beseke bas ji nivîskarên Kurd jî, xwe ji vê fezlekeyê azad nekirine.  Murat Turk di romana bi navê “Dema Tûreskan” de dibêje: “Ji bo bêhna agir derbikeve”, ev gotin, tê wateya kustina dildariya Kurd… Dr. Ozlem Galîp behsa esq û meskê dike.

Heyhaat!… Murat Toprak, li cihekî din dibêje, “dema min pista xwe da kêla gorekê”, li cihekî din, dibeje; “Li pey xeyalên xwe de dimesiyam”… Freud jî dibêje; “dema ku nivîskar, ji xezîneya populer a efsaneyan, çîrok û darb-i meselan, bigihê rastiya dema xwe, hingî wê dikaribe giyanê gel, psîkolojiya gel nas bike û vebêje. 

[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K