Peymanên ku di navbera dewletên Rusya û Turkiyê de hatine îmzekirin ji bîst hebî zêdetir in. Yek ji herî girîng programa « Nukleer Central » e. Bi vê nêzîkbûnê her du dewlet, nakokiyên ku ji sedsalan û vir de hene, ber bi sivikbûnê bir. Kî zerer kî fêde dike ewê dîrok şanî me bike. Lê weha xuya ye ku ewê Kurd di navbera wan de gelek darbeyan bixwin.
Peymanên ku hatine îmzekirin paş amadekirineke siyaseta kûr e. Proje stratejîk e. Her du dewlet jî planên xwe yên nûh dikine jiyanê.
Turkiye pêvajo û encama (hemdemî ya) namzediya YE, peywendiyên bi YDA û şerrê îkdtîdarê di nav xwe de li ser maseya siyasî danî. Tê wateya ’YDA û YE, ev jî bersiv û encama siyaseta we li hember min! Sibe, dusibe, ez peymanên cida bi welatên Ereban re, bi Îranê re û bi dewletên Navenda Asyare îmze dikim. Xwe ber didim nava welatên Balkanan, welatên kafkasê û mineta we jî li serê çiyayê jor.’ 
Rusya, dixwazê bi van peymanan, çembera ku YDA li dora wê ava dike bişkîne. Ji sedema ku YDA, hêzên leşkerî yên NATO, di nava pirraniya welatên derdorê Rusya ne bi cî bû ne. Pirraniya wan di sedsala bihurî de bi Yekîtiya Sovyet re (Rusya) bûn. Di vê demê de yên herî tûj li dijî Rusya ew dewlet in. YDA bi hemû hêza xwe jî li pişta wa ye. Rusya jî ji vê pêvajoyê gelekî aciz e. Ji bo van sedeman jî ev nêzîkbûn.
Meriv dikare bêjê ku her du Welat jî ewê di paşerojê de fêda xwe ji van peymanan bibînin. Turkiye stratejiya xwe ya nuh, berfereh dike jiyanê, Rusya xetera l derdorê xwe, qismî be jî, bertaraf dike. 

Di aliyê din de lihevhatinên di navbera van her du welatan ewê tesîra xwe li ser paşeroja herêmê jî bi awayekî xurt hebe. Bê goman ewê di ware siyasî, aborî û ewlekariyê de guhertin bibin.
Tê zanîn ku serokkomar Abdullah Gül di nava hewldaneke mezin de ye ku pirsgirêka nukleerê bi Îranê re bi awayekî din çareser bike. Ev mijar di rojeva wî û Medyedev de hebû. Di 16ê mehê de jî serokwezîr Edogan tev serokkomara Brezîlya Lula Da Silva dice Tehranê û ewê bi Mahmûd Ahmedînejad re mijarê nîqaşbikin. Armanc ew e ku programa zengînkirina Uranyumê di rêya Turkiyê re drbas bibe! Rusya jî terefdarê vê çareseriyê ye û YDA û YE jî ewê erê bikin.
Herçend e rayedarên Turkiyê dibêjin ku Turkiye ne evîndarê pêşdaxistina çekên nukleer e jî di rastiya rojane de em berevajoyê dibînin. Turkiye dixwaze di her alî de bibe “hêzeke super”. Herkes jî dizane, div ê demê de, “hêza super”bûnê di xwedîtiya nukleer re dibihure. 

Dewleta Turkiyê siyaseteke nuh ji xwe re kiriye nexşe. Di vê pêvajoyê de jî serketî rêya xwe dimeşîne. Dijminên dîrokî, ejderhayên li derdorê Turkîtiyê di demeke kin de bûne cîran û dostên mezin. Bi saya vê siyasetê jî her oja dice projeyên nuh dikevine pêsîra dewleta Turkiyê. Dostaniya dewletên cînar, peymanên ku ewê Turkiye bikin navenda herka eneriyê û fersendên jib o firmayên Turk ku li ferehiya herêmê ewê karên mezin bidest bixin.
Eger em bizanin ku ticareta di navbera Turkiyê û YDA de li derdorê 12 milyar dolar digere û ya bi Rusya re nêzîkî 30 milyar dolar dibe û di salên pêş me de plan ew e ku bi Rusya re bighe 100 milyar î mesele baş tê fêhmkirin.

Turkiyê bi van gavan xwe hem ji Rusya re dike dostê stratejîk û hem jî bi YDA re dostaniya xwe naxe xeterê. Naxwaze ji YE jî dûr bikeve. Herweha dixwaze bi cîhana Turkî, Îslamî, Afrîka û Asya re jî peywendiyên xwe xurt bike. Ev bi salan e li ser vê projeyê kar dikin û weha xuya dike tê de serketî ye.

Aliyekî din heye ku min ditirsîne. Her peymanek, her peywendiyek di navbera dewletên cîran de, bê îstîsna, tesîrên pirr xirab li ser tevgera azadîxwaza Kurdî kiriye. Ev rastî di dîroka me de her tim xuya kiriye. Îran, Suriye, Iraqa berê û Turkiyê di her peyman û peywendiyan xwe de şertên ‘ewlekariyê’ di rêz pêşin de bi cî dikin û hemberî Kurdan her soza pêdivî distînin.
Ez sedî sed bawer im ku Turkiyê di vê navberê de bi Rusya re li ser vê mijarê axaftiye û weke şertekî sereke daniyê pêşya wê. Eger Rusya van şertan qebûl nekira ewê Turkiye pê re ne yek peyman jî îmze bikira. Qebûlkirina van şertên ‘ewlekariyê’ jî bes û bes di hember hêza tevgêra azadîxwaza Kurdî de pêkanîna şerr e. Ev jî ji me Kurdan re ne ya xêrê ye.

Hêviyên min ew in ku ez di van fikarên xwe de şaş im û ewê Rusya jî nekeve nava bloka dijî Kurdan ku mafê jiyaneke bi rûmet dixwazin. 

F
E
E
D

B
A
C
K