Weshan: 22 Tebax 2007
Serdar Mehabadî
Rusya, deriyên xwendegehên Fethullah Gülen digre!Hikûmeta Herêma Kurdistan çi dike?

Serdar Mehabadî

Berî niha di nivîsareke xwe de min behsa xwendegehên Islamî-Turkî kiribû. Ew di bin navên Xwendegehên Fethullah Gülen jî têne naskirin. Li hemû cîhanê hejmara wan di navbera 500 û 700 de ye. Kalîteya perwerdeya wan xurt e, lê bi amanc û hedef e.

Belavkirina Turkîzmê û Îslamê giringtirîn hedef e.Xwendegehên Fethullah Güven, bi amanca xurtkirina hêza aborî û kultûrî ya Turkî û Îslamî li Turkiyê dest pê kir û hêdî hêdî li cihanê belav dibin. Perwerdeyeke xusûsî û bi planekî dem dirêj kar dikin. Hedef bi rêya perwerdê xurtkirina hêza Tûrkî û Îslamî li cîhanê ye. Hêza li pey vê projê ji aliyê aborî ve mîna yek saziyeke mezin dixebite. Mesrefên mamoste û xwendegehan ji aliyê vê hêza aborî tene bicîanîn. Xwendekarên ku van xwendegehan diqedînin bi awayekî otomatîk dibin endamê vê saziyê (Cemaat) û ji îmkanên wê îstîfade dikin. Ji aliyê xwe jî îmkanan didinê. Bi vî awayî dolap fereh digere û sazî ji bo berjewendiyên xwe mezin dibe.

Ji salên 1990 û vir de Cemaat a Fethullah Gülen ji bo bicîanîna armanc û hedefên xwe li seranserê cîhanê dest bi vekirina xwendegeh, sazîyên aborî û kultûrî kir. Li Rûsya, Kafkasê, Balkan, Ewropa, Afrîka û Rojhilata Navîn gelek sazî, xwendegeh û rêxistinên bi vî awayî vebûn. Li Baþûrê Kurdistan jî li Hewlêr û Silêmanî heþt xwendegehên bi vî awayî hene û niha jî aktîf in!

Berî salekê Rusya pê hesiya ku ev xwendegeh ji civaka Rusya re xeter in û biryara girtina wan stendibû. Ew bi sûcê ‘pan-îslamîst, pan-Turkîst’ û ‘propagandeya casûsusiyê’ hatibûne tewanbarkirin. Lê çendek ji wan xwendegahan mabûn ku xebata xwe berdewam dikir. Berî þend rojan dîsa hêzên ewlekariya Rûsya, li St. Petersburg kontrola xwendegeha jimara 664 (Kolêja Navneteweyî) kir û gelek tiþtên balkêþ peyda kir . Nêzî bîstûçar ‘mamosteyên’ ku ji Turkiyê ji bo "dersdayinê" hatibûn bê dîplomayên pêwîst bûn. ‘Dîploma Lîse jî bi wan re nebû’. Xuya bû ku ew ‘mamoste’ ji perwerdekirinê zêdetir bi tiþtên din meþgûl bûn. Biryar ew e ku heta destpêka Îlonê yek ji wan xwendegahn li Rusya nemînê. Deriyê giþtan têne girtin û ‘mamoste’ û berpirsiyarên wan ji welêt têne avêtin.

Bi awayekî giþtî em Kurd dizanin û dibêjin jî, amanc û hedefên van xwendegehan ne paqij û ji bo me Kurdan xeter e. Amanc û hedefa dewleta Tirk û hêzên Turkî ji bo me Kurdan jî heþkere ye. Pêwîst nake ku em carekî din wan li vê derê minaqeþe bikin. Li gora agahdariyên heþkere, li Baþûrê Kurdistan dewleta Turk bi her awayî kar dike ku Kurdistana ku îro ava dibe bixe tengasî û bi carekê wê hilweþîne. Heta niha serok û berpirsiyarên Kurdan bi zimanekî qirêj, kîn û nefret bi nav dike. Planên kuþtina wan dike . Dezgeh, hêz û hebûna Kurdan nas nake.

Tiþtê ku ji min re pirseke bingehîn e ev e ku berî çend salan Cemaat a Fethullagh Gïlen li Hewlêr yek xwendegeh ava kir. Paþ re duyemîn,…, û pêncemîn û sê jî li Suleymanî ava kir. Ango niha heþt xwendegên Turî serê zaorokên Kurd diþon! Di van xwendegehan de pewerdeya Pan Turkîst û Îslamî tê dayin. Turkîzm jî û Îslamîzm jî di bingeha xwe de dijminahiya hebûna Kurd e. Her kes jî dizane ku karê casûsiyê ji bo dewleta Turk dimeþînin. Û tiþtê balkêþ jî ev e ku di van xwendegehan de ‘Turk im, dogruyum, çaliþkanim…’ ji aliyekî û ‘Korkma, sönmez bu þafaklar da yüzen al sancak…’ ji aliyê din ve her roj û hefte tê xwendin. Yên ku di van xwendegehan de dixwênin û dikevin bin tesîra vê perwerdeya xetera mezin jî bi pirranî zarokên berpirsiyarên dereceyên bilind yên îdare, hikûmet û Parlementoya Herêma Kurdistan in! Ya bi xêr!Pirraniya þîrketên ku li Kurdistan karên mezin ji Kurdistan stendine, þîrketên împort û bazirganiya mezin jî di bin kontrola MIT û Leþkerê Tirk de ne, yan na? Heta bi dermanê saxiyê ku dema wan dibihure û bi qestî dixin nava Kurdan ji aliyê van hêzan dibe. Bi zanebûn û bi qestî neteweyek tê jahrdan! Ya sitar! http://www.itusozluk.com/goster.php?

F
E
E
D

B
A
C
K