Şakroyê Mihoyî li Ermenîstanê li gundê Elegezê, ku li tevayî cîhana Kurdan de tê nas kirin, hatiye dinê. Piştî qedandina dibistanê di sala 1948 de wî dest bi xwendina beşa dîrokzanîya Enstîtuya Pedegojîya Erîvanê dike. Di sala 1952 de ji wir bawernameya dîrozanê werdigre û li gundê xwe dest bi mamostatiya dîrokê dike. Dema ku di sala 1955 de rojnameya kurdî `Riya Teze` ji nû ve dest bi weşanê dike (di sala 1938 de weşana `Riya Teze` hatibû sekinandin ) Şakroyê Mihoyî wek mudîrê beşekî rojnamê tê destnîşan kirin û di sala 1956 de dibe cîgirê redaktorê sereke ya rojnameyê.
Şakroyê Mihoyî di sala 1960 de dev ji karê rojnamevaniyê ber dide û tevî grûpa kurdzaniya Enstîtuya Rojhilatzanî ya Akademiya Ermenîstanê dibe. Di sala 1963 de Ş. Mihoyî li ser mijara “Bizava rizgarîxwaza Kurdan li Îraqê piştî duyemîn şerê cîhanê” têza masterê bi ser dixe. Û di sala 1978 de li Enstîtuya Rojhilatzanîya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetan li ser mijara “Pirsgirêka otonomiya netewî ya Kurdan li Komara Îraqê” têza xwe ya doktorayê bi ser dixe. Ji sala 1981-ê heya sala 1994-an karê xwe wek serkarê beşa Kurdzanîya Enstîtuya Rojhilatzanîya Akademiya Zanistî ya Ermanîstanê berdewam dike. Şakroyê Mihoiyî di sala 1985 de payeya profesorê werdigre. Di sala 1990 de wek endam-peyamnihêr, û di sala 1996 de jî wek akademîsyanê Akademiya Netewî ya Ermenîstanê bi pisporîya “kurdzan” tê hilbijartin. Di navbera salên 1968 û 1994 de li fakulteya Rojhilatzaniya Zankoya Dewletî ya Erîvanê wek lektor li ser dîroka Kurdistanê û welatên Erebî dersê dide. Şeroyê Mihoiyî cara pêşîn ji bo zankoyan mufredata dîrokê gelê Kurd ya ji demên kevnar heya serdemê nû amade kiriye. Wî di sala 1994 de li Moskovayê Navenda Lêkolînên Kurdî dadimezrîne û bi xwe jî serkariyê wê dike. Di bin serperştiya Ş. Mihoyî de Navenda Lêkolînên Kurdî 14 pirtûkên li ser kurzaniyê, bi taybetî jî berhemeke bêhempa bi navê “Dîroka Kurdîstanê” hat weşandin. Berhema navborî bû yekemîn hewildana weşandina dîroka Kurdîstanê di asteke akademîk de. Yek ji nivîskar û redaktorên pirtûka navborî Ş. Mihoyî bi xwe bû. Amadekirina vê pirtûkê, Mihoyî hîna di dema mamostetîya xwe ya li Zankoya Erîvanê plan kiribû. Plana wî di sala 1999 de li Moskovayê pêk hat û “Dîroka Kurdîstanê” derket.
Ji bilî wê, ji aliya Navenda Lêkolînên Kurdî berhemên wek “Rêzimana dîrokî û dîyalêktolojîya zimanê Kurdî”, “Dîyalîkta Kurdî ya Zazakî”, “Şerefxan Bîtlîsî: jiyan û fealîyet û têgihîhiştina wî” û çen monografîyên din hatin weşandin.
Bala akademîsyen Mihoyî bi giranî pirs û proseyên bingehînên wekî: qonaxên bizava rizgarî ya gelê Kurd; bingeha îdeolojîka vê bizavê; giringiya Îslamê di dîroka Kurdan de; sedem û karakterên nakokîya di navbera kurdan de; rola pêkera navneteweyî di proseya têkoşîna rizgarî ya Kurdîstanê de, û pirsgirekên dinên giring dikişandin. Wekî xwediyê otorîteyeke mezin di qada navnetewî de Ş. Mihoyî her tim beşdarî konferansên girêdayî bi pirsgirêka Kurdan li Parîsê, Berlînê, Waşîngtonê, Stokholmê, Moskovê û li gellek navendên zanist a din dıbû. Mihoyî her wisa ji sala 2002 ve li Enstîtuya Rojhilatzanîya Akademîya Rûsyayê bû karmendek rêvebir .
Bi vî cureyî di maweya nîv sedsalan de Şakroyê Mihoyî bi awayeke çalak xebateke zanistî li ser kurdazaniyê dida meşandin û bû xwediyê çendîn berhemên asta bilind. Di encama kareke dijwar a çendîn salan de Mihoyi bû navdartirîn pispor (dibe ku yê xwedîyê otorîteya herî giran) di warê Kurdistana Îraqê de. Di berhemên wî de tevayî hêlên pirsgirêka Kurdistana Îraqê, bizava neteweyî rizgarî ya Kurdan li Îraqê, her wisa pirsa wîlayeta Musil a Împaratoriya Osmanî hatine vekolan.
Mîrata zanistî ya Şakroyê Mihoyî gellek dewlemend e. Ne mimkun e mirov di çarçoveya gotereke de tevayî hêlên xebata wî bigre dest. Lewma jî armanca vê gotarê ew e, ku tenê çend hêlên mîrata dewlemend ya ew kurdazanê bêhempa ronî bike.
Ji salên 1960-î vir ve Ş. Mihoyî dest bi weşandina gotarên li ser Kurdistana Îraqê kirin. Wî hema bêje tevayî aliyên pirsgirêka Kurdistana Îraqê dikir mijara vekolînê: bizava rizgarî ya neteweyî hem ji hêlê dîrokî, hem jî ji hêlê serdema nû ve; aliya navnetewî; pirsgirêkên kiştûkalî; pirsên leşkerî û hwd.
Serzêdekirina herî mezina Ş. Mihoyî ji bo kurdzaniya Sovyetê bû monografiya wî ya bi navê “Pirsgirêka otonomiya netewî ya Kurdan li Komara Îraqê(1958-1970)”, ku di sala 1977 de li Erîvanê li weşanxaneya Akademiya Zanistî ya Ermenîstanê hatiye weşandin. Wekî tê zanîn Mihoyî plan dikir, ku têzê han ji bo wergirtina pileya “doktorê zanistên dîrikî” pêşkêş bike. Wî karibû ew yek li Enstîtuya Rojhilatzaniya Akademiya Ermenîstanê, ku tê de kar dikir pêk bîne. Lê belê, her çend ku mijar mijareke bi arîşe bû, rêveberiya Enstîtuyê jê re tewsîye kirin ku berhema xwe ji bo pejirandinê pêşkêşî Enstîtuya Rojhilatzanîya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetan (li Moskovayê) bike. Şakro Mihoyî ew yek baş fehm dikir, ji ber ku divîyabû hesaba rewşa serdemê bê kirin.
Wekî tê zanîn di 9 Nîsanê sala 1972 de dema Serokê Civata Wezîran ya Yekîtiya Sovyetê û endamê Polîtburoya Partîya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetan A. Kosigîn serdanek li Komara Îraqê kir, hingî Peymana dostanî û hevakrî di navbera Yekîtiya Sovyetan û Îraqê de hat îmze kirin. Îraq bû yek ji giringtirên hevpeymana Yekîtiya Sovyetan li herêmê û di navbera her du welatan de pêwendiyên sîyasî û aborî yên xurt hatin ava kirin. Di navbera Partîya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetan û Baas de temasên xurt hatin danan. Kurd êdî ne xema Yekîtiya Sovyetan bû. Sê sal piştî îmzekirina wê peymanê bizava neteweyî rizgarîya Kurdan êdî ketibû nav qeyraneke kûr. Ji ber pêwendiyên hevpeymanî di navbera Yekîtiya Sovyetan û Îraqê de mijara Kurdistanê Îraqê, bi gotineke nerm, êdê ne mijareke populer bû.
Dawıya dawşn monografiya Ş. Mihoyî di sala 1977 de hat weşandin û ji bo pejirandina pêkêşî Enstîtuya Rojhilatzanîya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetan hat kirin. Heya ku Mihoyî dest bi parastina têza xwe bike, berhem salek û nîv li Enstîtuyê ma. Sê beşên monografî yên pêşîn derbarê “şoreşa antî împeryalîsta sala 1958” û her wisa derbarê sîyaseta hukumeta Qasimê bû, lewma tu gumana rêveberiya Enstîtuyê li ser wan beşan tune bû. Lê sê beşên din ji hêlê sîyasî ve gellek tûj bûn. Bi taybetî jî Beşa 4-mîna derbarê pirsgirêka Kurdan di sala 1963 de “di maweya desthilatiya rêjîma Beesî ya pirole çepgir de“. Mihoyî tê de qala sirgûnkirina gelê Kurd û hwd dikir.
Mirov dikare bêje, ku monografiya Ş. Mihoyî û bi taybetî jî parastina wê ya weke têza doktoriyê di navendeke serekî ya rojhilatzaniya Yekîtiya Sovyetan de qehremaniyeke mezin bû. Paşê nûnerên bizava şoreşa rizgariya li Kurdistana Îraqê ji Ş. Mihoyî re qal dikirin, ku pirtûkê han perçe bi perçe dihat wergerandin bi zimanê Kurdî û li çiyayên Kurdistanê belav dibû. Pirtûk bû piştevaniyeke ji şoreşgerên Kurd re. Balkêşe, ku piştî weşandina pirtûkê gellek kes li Kurdîstana Îraqê digortin qey Ş. Mihoyî piştgiriya xwe ya xurt heye di nav rayedarên payebilind ên Yekîtiya Sovyetan de. Hal bi hal, ew yek bûbû berhema keda wî ya dijwar, encama îsrara wî û baweriya wî ya bi mafdariya xwe.
Serzêdekirineke din ji bo kurdzaniya Sovyetê û cîhanê jî bû monografiya Ş. Mihoyî ya bi navê “Pirsgirêka neteweyî ya Kurdan li Îraqê di serdem nû de” (Moskova. `Naûka`, Redaksiyone sereke ya wêjeya rojhialtî, 1991, rûpel 324). Di wê berhemê de têkoşîna rizgariya li Kurdistana Îraqê di maweya ji yekemîn şerê cîhenê heya nîveka salên 1970 hatiye vekolandin. Ş. Mihoyî di vê mnografiya xwe de bi taybetî destnîşan dikir, ku “di salên 1975 de û piştî hingî li Kurdîstanê bi awayeke gelemperî sîyaseta zext û terorê dihat meşandin. Piştî têkbirina bizava çekdarîya Kurdan, rêveberiya Îraqê ne ku tenê unsûrên rastgir teswîye kirin, lê her wisa wan hêzên neteweyî yên Kurdan ku li gor wan di pêşerojê de dikarin bibin metirsê ji bo rêjîma desthilatdfar. Bi awayekî girseyê Kurdan sirgûn kirin herêmên dinên Îraqê yên Erebî…” Ji ber ku helwêsta welatên sosyalîst, ên ku bi rêjîma Bees re di nav têkiliyeke nêz de bûn, bi giştî dihat zanîn, Ş. Mihoyî zêde li ser wan pirsan ne disekinî û bi giranî qala tedbîrên beesîstan li dijî Kurdan dikir, ku xwe wek “dijbera rasîzmê, kolonyalîzmê û bindestiya neteweyî” didan dîyar kirin (welatên sosyalîst jî heman tiştî tekez dikirin). Mihoyî dupat dikir, ku bi rastî jî rêjîma Beesî Kurdan ji Kurdistanê sirgûn dikir û li ser Kurdan teroreke gelemperî dide sepandin. Wî tekez dikir, ku di heman demê de rêjîma Beesî hevkariya xwe bi hevpeymanên kevin ên Îraqê yên Peymana Bexdayê (bi Îran û bi Tirkîye re) xurtir kiriye û bi vî cureyî sîyaseta `zextkar û antîdemokratîka` Beesê derdixist holê.
Mihoyî her wisa amaje bi nerastiya hevpeymaniya Partîya Komûnîst bi Bees re dikir. Ji xwe piştî ku Bees xurt bû, di sala 1976 de kampanyayeke li dijî komûnîstan da destpêkirin.
Ş. Mihoyî wisa dinivîsand: “Dîroka têkoşîna Kurdan ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk dupat kirıye, ku tevayî hewlên çaresrkirina pirsa Kurdî bi darê zorê tu car bi ser nekevin. Berfirehbûna bizava netewwyeî û demokratîk a Kurdan, rêxistinîya wê, erk û armancên wê yên destnîşankirî …. dîyar dikin, ku têkoşîana neteweyî ya Kurdan li Îraqê û bi giştî wê bi ser bikeve…” Heta di qonaxa herî giran a şoreşa rizgariyê de Ş. Mihoyî baweriya xwe bi serkeftina şoreşa Kurdan winda ne kir û hewil dida di lêkolînên xwe de ew yek pêşan bide.
Mihoyî bi mafdarî amaje dikir, her çiqas beesî bi Kurdan re dest bi diyalogê kirin û otonomîya Kurdistanê qebûl kiribin jî, ew tevayî bi armanca taktîkî bû, û helwêsta wan her çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi darê zorê bû. Sedema paşxistina ji bo çar salan bicîanîna qanûna otonomîyê ew bû, ku li dijî Kurdan amadekariya şereke nû bê kirin. Bi taybetî jî piştî sala 1972, ku Îraq çek û cebilxaneya mezin ji Yekîtiya Sovyetan û ji welatên sosyalîst werdigirtin.
Şakro Mihoyî di berhemên xwe de cîyeke giring dida cînayetên rêjîma Beesî li dijî Kurdan, bi taybetî jî bikaranîna çeka kîmyewî li dijî gelê sîvîla Helepçeyê û li gellek herêmên din ên Kurdistana Îraqê.
Di monografiyên xwe û di gotarên xwe yên cuda de Mihoyî bal dikişiand ser hêlên navnetewî ya pirsgirêka Kurdan li Îraqê. Bi taybetî wî hewil dida sîyaseta Tirkiye a girêdayî bi pirsgirêka Kurdan li Îraqê ronî bike. Berhemên wî yên ku 40 sal berê hatine nivîsandin, ne ku îro aktûelîteya xwe winda kirine, lê berovajî bûne mînakên lêkolînê yên bêhempa. Di gotara xwe ya “Tirkiye û pirsgirêka otonomîya neteweyî ya Kurdan li Îraqê” (1970) de wî pêwendiya pirsgirêka Kurdan bi welatên dagirkerên Kurdistanê re destnîşan dikir û dinivisand, ku rêveberiya Tirkiyê bizava Kurdan li Îraqê ne tenê weke pirsgirêka navxweyîya wî welatî dibîne, ji ber ku her serhildaneke Kurdan li tevayî beşên Kurdistanê de deng vedida. Di heman gotarê de pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê jî hatiye lêkolîn kirin, û sîyaseta şovenîstî ya Enqereyê hatiye ronî kirin. Mihoyî tê de bi rasteqînî destnîşan dike, ku ji aliyeke ve Tirkiye hebûna Kurdan înkar dike, lê ji aliyê din jî pirsgirêka Kurdan dibe mijara gengeşeya di navbera saziyên dewletê yên wî welatî de. Bi tirsa ku pirsgirêka Kurdî li Tirkiyeyê jî aloz bibe Enqere bi awayeke çalak hevkariya bi rêveberên Îraqê re dikir.
Mihoyî qala pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê dike û mînakeke wisa tîne; dema ku serokkomarê Tirkiyeyê Gursel tê Diyarbekirê li dîwarên bajêr pankarteke wisa hatibû deliqandin: “Ê ku ji we re bêje Kurd, tif bikin ser çavê wî”. Û Mihoyî wisa berdewam dike: “Naha li Tirkiyeyê rewşa gelê Kurd wisa ye”. Lê belê, Şakro Mihoyî di nberdewamiya de gotina rêberekî Kurdan mînak dide û dibîje: “Yên difikirin ku wê her tim wisa berdewam bibe, pir dilsaf in”.
Ş. Mihoyî her tim bi hevgirtî li pirsgirêka Kurdan nihêriya. Li gor wî, her çiqas pirsgirêka Kurdan li her welatekî aybetmendiya xwe hebe û bi mercên mîsoger ên wî welatî ve girêdayî be jî, di nav xwe de pirsgirêka Kurdan hevgirtî û tevde ye.
Piştî şerê Kendavê û serhildana Kurdan avabûna `Kurdistana Azad`, Ş. Mihoyî weke qonaxeke nû di bizava rizgariya neteweyî li Kurdistana Îraqê de dinirxîne. Di sala 1993 de li gel şandeke kurdzanên Sovyetê, Mihoyî serdanek li Îraqê kir û beşdarî kongreya PDK bû. Hêjayê gotinê ye, ku hingî Kurdîstan di bin amabargoya du qatî de bû.
Şakroyê Xudo ji ber şerê birakujîya li Kurdistana Îraqê di salên 90-î de gellek ber xwe diket û ew yek weke trajediya xwe ya şexsî tê digihîşt. Wî çendîn car bangawazî li lîderên Kurdan kir ku şerê birakujiyê bisekinînin û dest bi diyalogan bikin.
Mihoyî her wisa ji ber kêmbûna bandora Rûsya li Kurdistanê jî ber xwe diket û bê navber bala rêveberên Rûsyayê û civakê Rûs dikşandin ser rewşa Kurdistanê, ku li Rojhilata Navîn giringiya xwe ya jêopolîtîka mezin heye. Di heman demê de Mihoyî çendîn car ji rêveberiya Kurdistanê daxwaz kir, ku nûnereke hevbeş a Hukumeta Herêmê bişînin Moskovayê. Wekî tê zanîn, PDK û YNK di nav xwe de lihev kirne ku nûnereka hevbeş a Hukumeta Herêma Kurdîstanê bişînin çend welatan wek Belçîka û Awstralya, lê belê ji bo Moskovayê ew yek pêwîst nedihat dîtin. Mihoyî her wisa ji ber daketina asta kurdolojiyê li welatên Sovyetê berê û bi taybetî li Rûsyayê jî ber xwe diket.
Di berhemên xwe yên cihêreng de Ş. Mihoyî bal dikişand ser pêwîstîya yekîtiya hêzên sîyasîya Kurdan. Weke nimûne, di gotereke xwe de wisa dinivisand: “… nakokî û dijberîya di navbera PKK û PDK de çiqas kûr be jî, ew her du partî di têkoşîna giştî ya neteweyî de hevpeymanên hev in. Hêjayê gotinê ye, ku neyarên têkoşîna neteweyîya Kurdan planên xwe li ser wê yekê çê dikin, ku PDK û PKK hevpeymanên hev in, û bêguman ew rast in. Lê ew kesên di rêveberiya wan partiyan de, ên ku partîyên din weke rikber dibînin, ew ne rast in û ji neyaran xirabtir in. … lewazbûn, yan jî têkçûna partiyeke Kurdan wê nabe sedema xurtbûna partiya dijber, lê berovajî, wê bibe sedema lewazbûna wê jî”. Ş. Mihoyî nêrîna xwe wisa didomîne: “… di qonaxa ku em tê de ne piştgirîdana proseya serxwebûna Kurdistana Başûr daxwaza serdemê ye. Ew yek erka neteweyî ya her partiyeke Kurdî ye. … Merca herî pêşîn ji bo serkevtina rewşa îroyîn û serkevtina guhertinên dahatû yên di nav bizava Kurdan de ew e, ku divê partîyên Kurdî dev ji dijberiya hev berdin û ji bo xwegîhandina armanca neteweyî, yek helwêst bin”.
Yek ji mijarên berhemên Şakroyê Xudo jî rola Îslamê di têkoşîna rizgariya neteweyîya Kurdistanê de ye. Bo nimûne, di gotara xwe ya “Îslamîzm û bizava neteweyêya Kurdan” de Mihoyî li ser pisgirêka fûndamentalîzma Îslamê li Kurdîstanê di serdema nû de hûr dibe. Di wê berhemê de rola Îslamê di çarenusa Kurdan de bi berfirehî hatiye lêkolîn kiri.
Vaye êdî bûye sê sal ku pirsa lêkirina navê Şakroyê Xudo li dibistanê Elegezê, ku wî lê xwendiye û lê mamostetî kiriye. Vê gavê navê bolşevîkek li ser dibistana navborî ye. Li gel wê yekê, bi ya me, navê ew kurdzanê berhemdar diviyabû li Kurdistana Başûr jî, ku Şakro Mihoyî sê ji çaran beşa temenê xwe arasteyê wê kiriye, bihata mayînde kirin. Bi nêrîna me, divê li saziyeke zanistî, yan jî li saziyeke perwerdeyî navê Şekroyê Xudo Mihoyî were dayîn.
Dr. Nodar Mosakî — namzedê zanistên dîrokzaniyê, xebatkarê beşa Kurdolojî ya Enstîtuya Rojhilatzanî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê (Moskova)
Dr. Ekrem Onen — namzedê zanistên fîlolojîyê

F
E
E
D

B
A
C
K