Beriya hilbijartinên 12ê Hezîranê ku li Tirkiyê pêk hatin, me hêvî dikir ku li Bakurê Kurdistanê pêsketin çê bibin, lê mixabin rewsa derketî holê beruvajiyê hêviyan pês ket. Ji destpêka Tîrmehê bi sûnde hikûmet û artêsê bihev re li Kurdistanê serê qirêj lipês xistin. Di 16ê Tebaxê de balefirên ser derbasî axa basûrê Kurdistanê bûn û herêmê danin ber bombebaranan. Çendî hêzên bejayî yên artêsa tirk nikaribin bikevin axa Basûr, wan bi balefiran ziyanekê mezin danin sêniyên herêmê.

Li hemberî serê qirêj yê dewleta tirk hêzên gêrîlla jî nesekinîn, di heman pêvajoyê de bi dehan êris pêk hatin, bi sedan lesker hatin kustin. Lê mixabin, di çarçoveya serê qirêj de, artêsa tirk çekên kîmyewî jî bikar anî di encamê de bi dehan gêrîlla jiyana xwe jidest danin. Qirêjiya ku di sala 2011an de artêsa tirk bikar anî ji ya salên 1993-1994 girantir bû. Wendayiyên hêzên gêrîlla jî ji yên heman salan kêmtir nebû.

Serê qirêj tenê lidijî gêrîlla û sêniyên herêma sînorê Basûrê Kurdistanê nehate mesandin, herwuha piraniya gelê Bakur bû hedefa heman serî. Bi taybetî hêza siyasî û besekê rewsenbîrên Kurd û Tirk jî hatin pelçiqandin. Di bin navê « Operasyona KCKê » de bi hezaran xebatkarên BDPê û rewsenbîr, ku di nava wan de Profesor û Rojnamevan jî pir in, hatin binçav kirin û ji mehan vir ve di girtîgehan de ne. Di vê çayreka sedsala 21. de welatê ku lê pirtir rojnamevan û herwuha parlementer di zîndanan de ne yek jî Tirkiye ye. Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor « Reporters Sans Frontières », ya ku ez jî endamê wê me û nûnertiya Kurdistanê dikim, pir caran di derbarê rewsa rojnamevanên li Tirkiyê de daxûyanî daye û rapor wesandiye.

Mixabin, resaya sala 2011an tenê bi qirêjaya dewleta tirk ve bisînor nemaye, xweza jî li gelê me hate xezebê. Di erdheca WANê de 600 kesî jiyana xwe jidest da û bi dehan hezaran Kurd jî ziyanekê mezin dîtin. Di van rojên sar de sêniyên herêma WANê di çadiran de liberxwe didin.

Bûyera res ya dawiya salê jî komkujiya Roboskî ye. Balefirên ser yên artêsa tirk bi bombebaran  35 Kurd kustin. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarokên 15-16 salî jî hene. Digel rewsa askere ya komkujiyê dewleta tirk hê bi berpirsyarî tevnegeriyaye û nêzîkatiyekê maqûl raber nekiriye. Li gorî ku tê dîtin AKP di nava hewldanan de ye ku di nava tevliheviya bûyerê de lidijî BDP provokasyonan lidar bixe.

Digel hemû neyêniya sala 2011an, ez hêvîdar im ku 2012 nebe sala xezeban.

02.01.2012

F
E
E
D

B
A
C
K