Pistî ku mîr Bedirxan di sala 1847 an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê misextiyê keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û sêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdinê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Sadellah ji Zaxo.. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala kurê Zaxoka Botan Salah Sadellah. Ne di ware mirovahiyê de, ne di ware ilm û zanînê de û ne di ware Kurdewariyê de, ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.
Di roja 18/10/2008 an de salek di ser koçkirina wî re derbas dibe. Gelo Salah Sadellah kî bû ? Ew nivîskar, torevan, wergêr, zimanzan û rewsenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930 î de li Zaxo hatibû ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya xwendibû, pirrê jiyana xwe a karê endîzyariyê li Bexda derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine çap kirin wek: Dîplomat  ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî, û pirtûka Kurdistan Divided Nation of the Midlle East, ku ji berê 50 salî ve bi îngîlîzî nivîsandibû û çap kiribû, bi navê (S S. Gavan), hem jî ev pirtûk hatiye wergerand Erebî û pasê jî zimanê Rûsî. Ferhenga Salaheddîn bi kurdî û îngilîzî ye, ku ji hezarên peyvan pêk tê. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkês wergerandina Mem û Zîn ê ye ku ji kurdî kiriye îngilîzî û îsal hatiye çap kirin û wiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî Hene.. Buhistî di roja18/10/2007 an de, ango berî salekê ji niha ve li paytexta Kurdistana azad, Hewlêr çûye ber dilovaniya Xwedê . Li ser daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de vesartine.
   Belê kebaniya wî Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Samê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere Botan, ne ew û ne zarokên wî.. Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî pasa ye, yê ku di sala 1851 an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê Sînemxan, mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951ê li Samê miriye.. Diya wê, Rewsen xanim Bedirxan e, a ku di sala 1909an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992 an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye. Rewsen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.
Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21ê adara 1938 an de li Samê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959 an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de Internationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê besdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîsin e (teqawit e) .  Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad endezyar e wek bavê xwe, niha li Qeter dimîne. Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî dor sê salan ve mala wan ji Bexdayê hatibû Hewlêrê, niha jî ew li Hewlêrê dimîne.
Di nîsana 2006 an de li  festîvala Berdirxaniyan a sêyemîn ku, li Hewlêrê hatibû li darxistin, ez çav bi buhistî Salah Sadellah ketim, me çend rojên xwes bi hev re derabs kirin, ez ji sehbeta wî têr nebûm. Min dît ku ew  mirovekî nefis biçûk , zanyar , bê deng û kurdperwer e. Belê hêjaye ku mîreka me Sînemxan Bedirxan wiha sîn û cefayê li ser hevserê xwe Salah Sadellah biksîne û ta roja îro kuncên res li xwe dike..
Di roja 30ê adara 2008 an de çûm Hewlêr. Berî her tistî çûm serdana Emîre Sînemxan.. Min dît ku cilên res lêne û gelekî li ber koçkirina hevserê xwe Salah dikeve.. Êvarî, Ferda xanim Cemîl pasa ez û wê û xalê Mehdî Zana di gel hunermenda kurd Sêrîn Perwer û Dr. Hisên Kîkî vexwendî sîvekê li hotêla Sîraton kirin. Li hotêlê ez di navbera Sînemxan û Ferda xanim de rûnistim, min berê xwe da xalê Mehdî Zana û got; Îsev, ez gelekî kêfxwes im ku di navbera du jinên ku ji du malbatên dêrîn û kurdperwerên Kurdistanî de rûnistîme.. Emîre Sînemxan bi keser û kovan li min vegerand; ma ka Salah gerek jî bi me re ba…! Ev gotina wê gelekî kûr bû…Helbet Salah Sadellah hêja bû ta ku Sînemxan wiha hez jê dikir û ew bibû zavayê Mîr Celadet û Rewsen Bedirxan.
Belê Sînemxan, ezbenî! Bi koçkirina Salah Sadellah re ne tenê xisar li te bûye belê xisara mezin li rewsenbîriya kurdî bûye û di vê biware de dikarim bibêjim; em bihêvîne tu wan cilên res biguhêr e, karê dinyê wiha ye.. Dawî  bela sere malbata wî sax be, serê xelkên Zaxo sax be, sere gelê kurd sax be û buhista rengîn mala wî be.
Konê Res
Qamishlo 17/10/2008      

X
F
E
E
D

B
A
C
K