Qedexekirina DTP’ê û operasyona lidijî BDP’ê weke rûyê reş yê sala borî hate nivîsandin. Digel zehmetiyan sala 2009’an ji hin gavên pêşverû re jî derî vekir. Çendî AKP samimî nebe jî, niqaşên di bin gotina « Demokratîk Açilim »ê de hatin kirin bû sedemê niqaşkirina hin rastiyan. Bi taybetî di derbarê pirsgirêka kurd de niqaşên bêhempa hatin lipêşxistin û cur be cur pêşniyazî derketin pêş. Lewre ez sala borî pir bêxêr û bêyom nabînim. Sala par ji bo AKP’ê jî xwediyê giraniyekê mezin bû. Hilbijartinên herêmî hêza wî hinekê qels kiribe jî, bi meşandina operasyona Ergenekonê wî hewl da ku di ser artêşê de jî bandora xwe bide hîskirin. Qasê ku dixûyê AKP liberxwe dide û liser nigên xwe disekine. Lewre ez dibêm sala nû di vî derbarî de xwediyê giraniyeke mezin e. Ev sal dikare AKP binpê jî bike dikare wê bihêztir jî bike. Hilbijartinên herêmî ku di 29’ê Adar a 2009’an de li Tirkiyeyê pêkhatin ji bo Kurdan bû pêngaveke girîng. Hejmara şaredariyên DTP ji 54’an derket 98’an, rêjeya dengê wê jî bilindtir bû. Operasyona ku di 14’ê Nîsan ê de lidijî rayedarên DTP’ê pêkhat weke bersiva serkeftina DTP’ê hate nirxandin. Lê belê gelê kurd serî ji zextên dewletê re nifs nekir, heya dawî alîkariyê da DTP’ê. Lewma doza ku ji sala 2007’an vir ve lidijî vê partiyê vebûbû dakete ser maseya Dadgeha Bilind. Biryara qedexekirina DTP’ê weke bersiva serkeftinên wê derketiye pêş. Di sala borî de mijara ku zêdetir hatiye niqaşkirin û di rojeva Tirkiyeyê de cih girtiye, bêguman nêrînên Birêz Öcalan û bangên wî bûn. Tê zanîn ku pêvajoya « Demokratîk Açilimê » bi înisyatîfa AKP’ê nehate destpêkirin, di heman mijarê de rola bangewaziya Öcalan û mijara Nexşerê xwediyê roleke mezin bûn. Heke ji ber hewldanên Birêz Öcalan nebûya ez bawer dikim AKP « Demokratik Açilimê » nedigirt rojeva xwe û ya Tirkiyeyê. Heman pêvajo û niqaşên wê di vê sala nû de jî wê berdewam bikin.
Hatina komên aştiyê jî mora xwe li rojeva sala par xist. Bi vê gavê baş hate dîtin ku Birêz Öcalan li ser Hêza Rizgariya Gelê Kurd de xwediyê giraniyekê ye û ji aliyê gel ve tê guhdarkirin. Ev rastî ji aliyê dewleta tirk ve jî û ji aliyê cur be cur derdorên Tirkiyeyê ve jî hate dîtin. Bandora Öcalan di sala 2010’an de wê zêdetir were dîtin. Di vî warî de di zimanê cur be cur derdoran de guhertin çê bû ye.
Bi rewşa siyasî a Bakurê Kurdistanê ve girêdayî di parçeyên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de jî hin gavên berbiçav derketin pêş. Di navbera Tirkiyeyê û Başûr de trafîkekê dîplomasiyê çêbû, qasê ku tê dîtin, Tirkiye neçar ma ku rastiya heman parçeyê qebûl bike. Dîsa, bi taybetî jiber pirsgirêka kurd, di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de jî nermahiyekê çê bû, wisa dixûyê ku wê heman pêvajo bidome. Jiber rewşa giştî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tevliheviyekê hate dîtin û hê jî didome. Ez bawerim di vê sala nû de PJAK wê bandora xwe zêdetir fireh bike û di nîzameke nû ya Îranê de bibe xwediyê ciheke bitesîr. 03.01.2010 Bi awayeke giştî sala 2009’an bizehmetî derbas bûbe jî, ji bo paşerojê bingeheke xurt hatiye çêkirin. Heke Kurd di nava xwede bizanibin guftugoh bikin û yekîtiyekê neteweyî çêbikin û bitenzîm bin sala 2010’an wê serkeftinê biafirîne. Na, heke hêzên Kurdan li ser esasê hejmarên piçûk û li gorî nêzîkatiyên kifnikî bilebitin, mixabin wê ev sal jî ji kîsê gelê me biçe.