Li gor nûçeyeke malpera KurdWatch el-Esed bi mersûmê jimar 49 nasnameyên sûrî tenê dide Kurdên di lîsteyan de qeydkirî, ango Kurdên ku navê „ejnebî“ ji wan re tê gotin. Di mersûmê el-Esed de behsa Kurdên ne qeydkirî, ango Kurdên „mektûm“, nehatiye kirin. Di 5ê cotmeha 1962ê de nasnameya sûrî ji bêtirî 120 hezar welatiyên kurd hatibû stendin. Ji ber ku zarok û zarokên zarokên wan jî bê nasname ne, KurdWatch texmîn dike ku li Sûriyê dora 400.000 Kurdên bê nasname dijîn, ango Kurdên „ejnebî“ û yên „mektûm“. KurdWatch nivîsareke berfireh li ser rewşa Kurdên bê nasname amade kiriye: „Kurdên bê nasname li Sûriyê – Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?“ [http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_staatenlose_ku.pdf]

Pirsa herî girîng ? Kurd çi bersiv didin? (malper)

F
E
E
D

B
A
C
K