Tev çar rojnamevan, textorek û hevalek ku ji bîst sal zêdetir nikarîbû Kurdistan bibîne me berê xwe da Bashûrê Kurdistanê. Armanc ew bû ku em li wira kampên penaberan, Qendîl, Shingal bibînin û pênc rojên dawîn jî herin Rojava. Lê mixabin ne her tishtê me plan û hêvî kiribû pêk hat.

Pêsh em herin Kurdistan bi heftiyekê me daxwaza ruhseta çûna Rojava ji nûnertiya Herêma Kurdistan li Brukselê kiribû. Bi hêviyên rêdanê em çûn Bashûr, li wira me dît ku hê bersiv nîne me berê xwe da Qendîlê. Pash sê rojan em vegeriyan. Dîsa bersiv nebû. Ne erê ne na!!! Çendîn car me ji berpirsiyaran re telefon vekir. Mixabin, bersiv nebû.
Tev rojnamevanan û textor me biryar stend, di navberê de em herin kampên penaberan. Shariya, Xanikê, Baedrê, … Domîs.
Rewsheke xemgîn, di kel-kela germa havînê de çadirên wan, kamp li pey kampê… Bi deh hezaran penaber di rewsheke bê hêvî de, ji kê li hal-hewal  dipirsî, bersiv “di bin rehma Rebil Alemîn de” ye. Rayedarên Herêmê behsa 1 700 000 penaber dike,  ji wan +/- 500 000 Êzîdî ne.
Dema keç, jin, zelam, pîr û kal diaxivin, dilê meriv diçe. Ew bi girî diaxivin. Piiraniya caran rojnamevan jî kelegirî pirsên xwe dikirin. Her yek çîrokek wî/wê heye. Her çîrok dil û kezeba meriv dishewitîne. Çi gunehê van merivan hebû ku ev keraset bi serê wan de were û çi bi kê kirine ku di vê rewshê de ne?
Lê ji bo me gishan çîroka Besto, 12 salî, ya herî giran tê. 8 meh tev sê xwishk, dayik, xaltî û bi dehan keçên din ji malbata xwe di destê çeteyên DAIŞ de. Bi awayekî rizgar dibe. Û çîroka xwe, dibêje. Bi gotinên wî re meriv ji merovatiyê dilresh dibe.

Rojnamevanan pirsên xwe kirin, bersivên xwe stendin, filmên xwe girtin

Roja sêyemîn li derdorê Duhokê, serê sibê me berê xwe da kampa Domîs ku nêzîkê sînorê Rojava ye. Bi niyeta ku em bersiveke erênî bistînin û ji wê kampê herin Rojava. Di rê de telefona hat “kaka, em nikarin emniyeta we li derê sînorê Herêma Kurdistan bigrin ser milê xwe. Ji bo wê jî ruhseta we ji bo Rojava nîne.” Me her çi got û bersiv ma “na”… Bi hevalên rojnamevan û textor re me biryar stend, “eger em nikaribin herin Rojava, em berê xwe bidin Shingalê. Ji çend kesên berpirsiyar bi rêya telefonê me pirsa pêdiviya rûhsetê kir. Her kesî got ku ruhset ne lazim e. Loma ew der Iraq e û em li Iraqê ne. ‘Çûna Shingalê ruhsat naxwaze.’ Me berê autoya xwe da Shingalê. Lê mixabin, yekemîn kontrola asayishê em zîvirandin. Me çi jî got encam neda. Fermandarê bi berçavkên resh guhê xwe jî neda gotinên me. Di wê germa dijwar de em vegeriyan Duhokê.
Textorê me li Duhokê biryara vegera Beljîka da. “Min dixwest ji îro û pash de li kampên penaberan kar bikim. Lê xuya ye ev cî ji min re nabe.” Me hew dikarî wî rawestînin. Taxî stend û berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistan ku di wira re vegere Beljîka.

Me jî berê xwe da kampa Maxmûrê. Qet nebe rojnamevan rewsha wê derê jî bibînin. Penaberên ku ji zora dewleta Turk di salên ‘90 de cî û warên xwe terk kirine, pash gelek dijwariyan û pirsgirêkan li wira bi cî bûne. Maxmûr, qelaçên rût, zuwa û germ. Xelkê wê kampê dibêje “ne av hebû, ne dareke shîn hebû, ne rê hebû, ne maleke ku xwe lê bisitrin hebû, ne çadir hebûn. … Em anîn û avêtin nava mar û tûpishkan. Hûn dikarin bawer bikin ku di yek rojê de tûpishkan bi180 merivê me ve da… Derman nebû ku em bidin wan nexweshên xwe. Rewsh gelekî dijwar bû. Lê me xwe bê hêvî nekir û îradeya xwe jî ne shikand… Roj bi roj, birçî-tî, tazî û bê derfet, me ev kamp anî roja îro. Binêrin li shînayiya vê derdorê, binêrin li rêvebiriyên me, binêrin li jiyana ku me xwe bi xwe, bi derfetên herî kêm ava kiriye. Tenha di vî ciyê me de perwerdeya me bi zimanê dayikê, latînî ye. Di warê ekolojiyê de, paqijî, avedan, hevjiyana demokratîk, peywendiyên jin û mêr, perwerdeya nasnameya azad ya Kurdistanî, xebatên me bi encam in. Îdareya me ji me ye û bi awayê hilbijatinan pêk tê. Dibe ku kêmasî hebin, lê em bi van pêkanînan serbilind in.
Û dema DAIŞê hêrîsh anî ser Maxmûrê, Pêshmege em tenha histin. Me xelkê xwe da aliyekî, da komkujî pêk neyên. HPG hat û Maxmûr rizgar kir. Xelkê me her kesê ku dikariya beshdarî berxwedanê bibe, berxwedaneke bê hempa kir. Shehîdên me di wê berxwedanê de hene. Em bi wê berxwedana wan serbilind in. Shehîdên me roniya me ne.“
Di navbera Maxmûr û ciyên ku DAIŞ lê heye nêzî 20 km ye. Lê dîsa jiyan di nava kampê de normal e. Û em li mêhvanxaneya Maxmûrê di êvara 7ê mehê de li encamên hilbijartinên li Turkiyê û Bakûrê Kurdistan dinêrin. Dema xuya dibe ku HDP, 13 % ji dengan digre (80 parlementer) li mêhvanxanê shahiyek mezin pêk hat. Pê re pê re kamp bû bajarekî shahiyê. Bi hezaran kes, tîte-tîta autoyan, def û zirne, tilîliyan, ketin nava kuçeyên kampê û shahî li dar xistin. Maxmûr nasnameya xwe ya welatperwer, Kurdistanî di wê êvarê de zelal dida xuyakirin.

Pash du rojan li Kampa Maxmûr ez dîsa berê xwe didime Duhokê. Diçime nava gundên Êzîdiyan. Li Shariya li Emînê Smayil dibim mêhvan. Kurdekî rûmetbilind e. Malbateke Kurdewar û qedirhez.
Û li Gundê Xanikê, li Muawiyê Hewêrî dibim mêhvan. Di nava Êzîdiyên Kafkasê de gotineke weha heye, ‘eshîr bavê eshîra ne’. Mezinê Hewêriya Muawiye bi malbata xwe, bi kurrê xwe Bishar ve hêjayê nav û kesayetiya xwe ne. (Dema DAIŞ hêrîsh anîbû ser wê derdorê roj nebû ku min du-sê car ji Muawiye û Bishar re telefon nedikir û rews dipirsî.) Wan bi berxwedana xwe DAIŞ dûr hisht. Di wê demê de pirraniya Duhokiyan, gundên derdorê berê xwe dabûne sînorê Bakur. Muawiyê Hewêrî nahêle yek ji xelkê wî bireve. Bi kurê xwe Bishar ve 150 zilamên derdorê xwe li hev dide hev û dikeve pêshiya DAIŞ. Nahêle yek ji wan çeteyan nêzî gundê wî bibe.
Di vê navberê de cara duyem ez kampên penaberan, bi taybetî penaberên li derdorê Baedrê, di mala Mîr Farûq de, kampa Xanikê û Laleshê ziyaret dikim.
Ji aliyekî rewsha wan, ji aliyê din bersiva rayedarên herêmê ku rê nedane me ji bo çûna Rojava min xemgîn dike.

Ez berê xwe cara duyemîn didime Shingalê
Sê rojên me hene ku em vegerin Brukselê. Di demeke ku êdî ez hêviyên xwe ji çûna Rojava bibirrim,  liqasî hevalekî dibim. Shemso. Û em li ser rewshê diaxivin. Rojava nabe. Lê Shingal? Em dîsa bicerribînin! Çima na. Bi Fermandarê HPG li çiyayê Shingalê, Zekî Shingalî re, dikevim têkiliyê û rewshê jê re dibêjim. Di wê navberê de Shemso jî bi Qasim Shesho re dikeve têkiliyê û em xwe ji bo çûnê di serê sibehê de amade dikin.

Di hînkayiya serê sibê de em derketin û berî nîvro me xwe gihande Sherfedînê. Qasim Sesho li wargehê tev pêshmegeyên xwe li hêviya me bû. Pash sohbeteke xwesh, têr agahdarî û mazûlvaniyeke bi qedir me xatirê xwe ji rêzdar Qasim Shesho xwest.
Shêx Smayil, da pêshiya me ku em herin Quba Sherfedînê, dused–sêsed metro ji wargeha Qasim Shesho wir de. Em herin wira û Quba Sherfedînê ziyaret nekin nabe. Pash ziyareta Quba Sherfedînê me berê xwe da çiyayê Shingalê.

Di rê de li fermandarê HPG li Shingalê Zekî Shingalî geriyam ku bêjim em ber bi cem wî diçin. Gelekî kêfxwesh bû.
Di rê de kampên YBŞ hebûn. Bêyî ku çaya wan venexwin nedibû em ji wan bibuhurin. Xortên çeleng, dev bi ken, di perwerdê de… Û pash çayê û sohbeteke xwesh me berê xwe da serê çiyê.

Di çiyayê Shingalê de li hawîrdor çadirên penaberan. Shingaliyên bazdayî. Xelkê ku ji gundên derdorê reviyane. Ew gund ku heta niha jî di bin kontrola DAIŞê de ne.

Zekî Shingalî, li çadira xwe, li serê çiyê li hêviya me ye. Ew merivê ku em wî ji dîmenên televîzyonan nas dikin, mîna her car devbiken li hêviya me ye.
Pash sohbet, çay û hêsabûneke kurt Zekî Shingalî berê me da Ziyareta pîroz, Çilmêranê. Ew ziyareta ku heta roja îro sûnda gelek mezinên me bi wê ye. Ew di roja îro de bû ye wargeha bi sedan penaberên Êzîdî. Dema DAIŞ hêrîshê dibe ser Shingalê û derdorê wê, xelkê bi girseyî xwe li çiyê girt. Berê xwe didin Çilmêranê. Xelkê Shingalê di wê hel-helê de, DAIŞ li pey wan ji aliyê neh-deh gerîllayên HPG/YJA Starê ve têne parastin. Ew gerîlla rê li ber çeteyên DAIŞ digrin heta alîkarî ji Rojava, YP/YPJ tê. YPG/YPJ bi vê tevgera xwe ji bo rizgarkirina Shingaliyan ji destê çeteyên hov 19 ji shehîd didin.

Zekî Shingalî berê me dide ciyekî ku ji wira pirr zelal bajarê Shingalê dibînin. Ji ciyê ku em sekinîne Shingal xwesh xuya ye. Meheleyên ku di destê HPG de ne saloxî me dike. Pash re gotina xwe weha didome ‘eger hêzên navneteweyî rê li me negrin di demeke kurt de Shingal rizgar e. Hin hêzên Kurd jî di bin tesîra vê siyasetê de ne û dibin astengî ji bo rizgarkirina Shingalê.’
Ji axaftina xelkê di çiyê de ev tê zanîn. ‘Eger gerîllayên HPG/YJA Star ji herêmê biçin, yek Êzîdî di herêmê de namîne. Gerîlla temînata hebûna me ne. Ewlekariya me ew dikin, xwarin, vexwarin, derman û cilên me ew temîn dikin. Di van shertên giran de zarokên me ne bê xwendin in. Bi xêra van gerîlla rûhê berxwedanê ji bo jiyaneke azad di nava xelkê me de ji nuh de rih dide. Ji van gerîllayên mîna pilingan ku xwe di ber me de feda dikin xelkê me hînî berxwedanê dibe’.
Di her çadira ku em di ber re bihurîn zarok dihatin der û û îshareta serketinê ji autoya me re dikirin.
Ez bi vê baweriyê ji Shingalê vegeriyam : Shingal gelek bedel dan. Lê ewê rizgar bibe, ji nuh de bi rûhekî berxwedêr û azad bijî.

F
E
E
D

B
A
C
K